Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Rêxistinên jinan: Leyla Guven vîna me jinan e

Rêxistinên jinan li ser girtina Guven helwest nîşan dan û wiha gotin: “Leyla Guven a ku li dijî neheqî û neheqiyan derdikeve vîna me jinan e.”

Navenda Nûçeyan

9 rêxistinên jinan bi daxuyaniyekê li ser girtina Hevseroka KCD’ê û parlamentera Colemergê Leyla Guven helwest nîşan dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em xweş bi vê dizanin; bi vê biryara ku di şexsê Leyla Guven de hatiye standin di serî de gelê kurd û jin ku tê xwestin vîna wan teslîm were girtin, pê dixwazin muxalefeta civakî çavtirsandî bikin. Tu hikmê vê biryarê ji bo me nîne.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Leyla Guven jiyana xwe di ber têkoşîna jinan û gelê kurd de daye, di vê rêyê de berdêla daye û wiha hat gotin: “Leyla Guven ku li dijî neheqî û nehiqûqiyan radiwest vîna me jinan e. Tu desthilateke faşîst, ew û em ji têkoşîna me bi paş ve nexistine, nekarîne ku gavê bi me bi paş ve bidin avêtin. Ev êrîşên desthilata faşîst a AKP-MHP’ê jî wê li ber têkoşîna Leyla Guven nebe asteng.”

Rêxsistinê jinan bi domdarî ev tişt anîn ziman: “Weke Leyla Guven gotî em bi tu deverê ve naçin. Ev welat ê me ye û em ê siyaseta xwe bidin, li hundir an jî li derve. Tu polîtîkaya zext û zordariyê, destgîrkirinê wê nikaribe me ji têkoşîna me bide paş! Ji cihê ku Leyla hiştî, ew ê li hundir em ê li derve li her qadê yek kêliyê jî xwe ji têkoşînê nedin alî. Ji ber ku em hêza xwe ji heqbûna xwe distînin. Ya ku wê têk biçe wê desthilata we ya serwer a rizîbûyî be.”

Herî dawî hat gotin ku ew li ber polîtîkayên wan ên bi dijminatiya kurdan û jinan serê xwe netewînin.

Rêxistinên jinan ku îmzeya xwe li daxuyaniyê dane:

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan

Meclisên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gel

Komîsyona Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk

Meclisa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk

Kadinlarin Kurtuluşu

Platforma Jinên Endamên Sosyalîst

Meclisên Jinên Sosyalîst

Meclisa Jinan a Partiya Damezirîna Nû ya Sosyalîst

Jinên Çepgir ên Kesk

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar