KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Rêxistinên jinên kurd ên Moskowê: Em ê faşîzmê têk bibin

Rêxistinên jinên kurd bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê bi tevlêbûneke xurt beşdarî pêngavên KJK û TAJÊ’yê bibin û wiha gotin: “Em ê ji bo tecrîda li ser Rêber Apo rakin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin tevbigerin. Li dijî qirkirina jinan em ê dengê xwe bilind bikin û faşîzmê têk bibin.”

Tevgera Jinên Kurd a herêma Esenge, Rêxistina Civakî ya Ezdîxanê û Organîzasyona Jin ‘Viyan’ li avahiya Mala Kurd a Moskowê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ragihandin ku ew ê bi hêzeke xurtir tevlî pêngavên KJK û TAJÊ’yê bibin.

Daxuyaniya rêxstinên jinên kurd ê Moskovayê wiha ye:

Di serî de pêngava ku KJK’ê ya ‘Ji Rêber Apo re azadî ji Kurdistanê re statu’ dabû destpêkirin, em ê ji her demê zedetir tevlîbûnekî xurtir bidin çêkirin. Di heman demê de em tevlî pêngava TAJÊ’yê ya li dijî qirkirina jinan bibe dengek xweparastinê û Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an were naskirin ku ji 8’ê Adarê heyanî 3’yê Tebaxê daye destpêkirin, dibin.
Em wek tevgera jinên Kurd a herêma Esenge, Rexistina Civakî ya Êzîdxanê û Oraganîzasyona Jin ‘Viyan’ yê Moskowê destekê didin û em ê bi rêzeçalakî, daxuyanî û çalakiyên reng bi reng tevlî pêngavan bibin.
Bi alîkariya nûnerên netewên din jî bi awayê şandina nameyan, civîn, daxuyanî ji bo ku em bikaribin tecrîda li ser Rêber Apo rabikin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin tevbigerin. Her wiha li dijî qirkirina jinan em ê dengê xwe bilind bikin û faşîzmê têk bibin. Ji bo ku em bikaribin azad bijîn û xwe biparêzin li her derê em ê xwe bi rêxistin bikin.
Di roja me de hê jî şerên hovane û tundiyê tên jiyîn. Welatê me hatiye dagirkirin û talankirin. Destavetina jinan û kuştin bûne bûyerên rojane. Em wek tevgera jinên herêma Rûsyayê van nêzîkatiyan bi tundî şermezar dikin.
Em bang li tevahî tevgerên jinên cîhanê dikin ku li hemberî kiryarên qirêj ên faşîzmê bêdeng nemînin û bi hev re têkoşîna xwe bilintir bikin.
Em vîna xwe ji paradîgmaya Rêber Apo, YJA Star, YPJ, YJŞ’ê digirin. Bangawaziya xweparastinê dikin û dibêjin ji her demê zêdetir em ruhê têkoşîna xwe bi hêztir bikin.
Bi ruhê demê yê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bû dengê jinên cîhanê û bû sembola azadiyê em ê dengê xwe bilintir bikin. Bi rêxistinkirina hemû jinên cîhanê em ê azadî û serkeftinê teqez bi ser bixin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar