Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Rêxistinên kurd banga geşkirina têkoşînê kirin

Koordînasyona KJK’ê, KCD û TEV-DEM’ê bi boneya 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyên cuda dan û komplo şermezar kirin. Di daxuyaniya de hat gotin ku komplo heta astekî hatiye tunekirin û banga xwedîderketina li çalakiyên greva birçîbûnê li raya giştî hat kirin

Bi boneya 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, Koordînasyona Komelê Jinên Kurdistanê (KJK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyên cuda dan. Di daxuyaniyan de komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin û bang li gelê kurd û dostên wan hat kirin ku ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.

Di vê çarçoveye de Koordînasyona KJK’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew dikevin sala 21’emîn a komployê û ev tişt parve kirin: “Ev 20 sal in li Îmraliyê Rêber Apo berxwedaneke bêhempa dide. Em kana xwe ya jiyana azad Rêber Apo û berxwedana wî ya bêhempa ku li ser navê hemû mirovahiyê dike bi hurmetdayina herî zêde û bi dilsoziya bêdawî silav dikin. Em hêzên komploger ku komplo pêk anîne bi nefret şermezar dikin.”

‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’

Koordînasyonê di berdewamê de jî di şexsê Aynûr Artan, Halît Oral, Rojbîn û Berwar de kesên di çalakiyên ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ û ji bo azadiya Ocalan canê xwe feda kirine bi bîr anî û da zanîn ku ev çalakî li dora Ocalan bûne xelek. Koordînasyonê diyar kir ku bi milyonan kes ji bo azadiya Ocalan bi salane têdikoşe û xeleka dawî ya vê têkoşînê jî bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatiye destpêkirin.

Paradîgmaya Ocalan

Koordînasyonê diyar kir ku bi dîlgirtina Ocalan re hat xwestin ku hêviya azadiyê ya jinan û gelan bê tunekirin lê berxwedana Ocalan a 20 salan, têkoşîna tevgera azadiyê û gelê kurd nehiştiye ku komploger bigihijin armanca xwe. Koordînasyonê got ku bi saya persepektîf û paradîgmaya Ocalan, gelê kurd niha di diyarkirina dahatûya Rojhilata Navîn de bûye aktoreke sereke. Koordinasyonê destnîşan kir ku paradîgmaya Ocalan a demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê û modêla neteweya demokratîk, bûye tirsa herî mezin a hêzên emperyal û statûkparêz.

Banga geşkirina çalakiyan

Koordînasyonê, êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk bi bîr xist û ev tişt parve kirin: “Di navenda hemû êrîşan de Rêber Apo heye. Ji ber vê jî ev 20 sal in bi taybet jî 3 salên dawî de hemû rêgezên hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê binpêkirin û tecrîdeke giran heye. Tevî van êrîşên hovane jî Rêber Apo li Îmraliyê û gelê me jî li derve tevî hemû bedelên giran jî li ber xwe dide. Têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê, her wiha têkoşîna ji bo siberoja xwe ya azad e. Bêyî ku tecrîd bê şikandin, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiya Rojhilata Navîn ne pêkane. Ji bo vê jî divê di serî de jin û ciwan, hemû kes ji bo şikandina tecrîda li ser Îmraliyê têbikoşin. Di serî de hevrê  Leyla Guven û Nasir Yagiz, jiyana gelek berxwedêran hatiye ber sînorê talûkeyê. Girîng e ku li ser hîmê pêngavên ‘Sonda me ye; em ê pergala Îmraliyê parçe bikin, bi Rêber Apo re bi azadî bijîn’ û ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ bi pêşengiya jin û ciwanan hemû gelê me bi çalakiyên radîkaltir berxwedana greva birçîbûnê were geşkirin. Bi vê çarçoweyê em bang li her kesî dikin ku li dora Rêber Apo û berxwedêrên greva birçîbûnê kom bibin, ji 15’ê sibatê heta 8’ê adarê, Newrozê û 4’ê nîsanê bi biryardariya çalakiya domdar, têkoşînê geş bikin. Tecrîd tenê dikare bi geşkirina çalakiyên demokratîk were şikandin.”

Daxuyaniya KCD’ê

KCD’ê jî di daxuyaniya xwe de komplo şermezar kir û ev tişt parve kirin: “Di salvegera 20’an a komployê de hêzên komploger li nava çirava Rojhilata Navîn ji holê radibin. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pêşengiyê jê re dike, bi felsefeya azadiyê û îdealên jiyana hevpar Rojhilata Navîn kiriye qada jiyanê û bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn. Gelê me bi şoreşa Rojava, bi berxwedana xwerêveberiyê ya li Kobanê, Şengal û bakurê Kurdistanê û bi têkoşîna lehengî ya gelê me yê li dîasporayê, xwedî li Rêberê xwe derket û komplo hilweşand. Tecrîda li ser Ocalan beşa herî stratejîk a li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ye. Leyla Guven, girtiyên siyasî yên li zindanan, siyasetmedarên kurdistanî yên li dîasporayê, ji bo şikandina tecrîda giran bi berpirsyariyeke dîrokî rabûne û dest bi greva birçîbûnê kirine. Destekkirina vê çalakiyê erka hemû hêzên demokrasiyê yên navneteweyî û mirovahiyê ye.”

TEV-DEM: Komplo hatiye lawazkirin

TEV-DEM’ê jî di daxuyaniyê de destnîşan kir ku 20 sal piştî komployê her çiqas komplo bi temamî nehatibe tunekirin jî, hatiye lawazkirin. Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha bi dawî bû: “Berxwedan jî bihêztir û berfirehtir dibe. Berxwedana Îmralîyê faşîst û zordar şikandin û dilê tevahî gelan ên li dora dibistana ramanî ya Îmralîyê kom bûne, geş kir. Tevger ji kesayetekî bû gelên ku xwe bi teoriya neteweya demokratîk bi rêxistin kirin. Îmralî êdî ne giraveke biçûk û odeyeke girtîgehê ye, êdî bûye ronahî û azadiya ku dilê hemû azadîxwazan bi ramanan dagirtiye. Di salvegera komployê de em zêdetir nêzî azadiyê dibin û bi salvegera berxwedanê re zêdetir nêzî serfiraziyê dibin. Di salvegera komployê de dibêjin; bijî berxwedana Îmraliyê bi rêbertiya rêberê azad Ocalan, bijî berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê û hilweşe komplo û bijî gel.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar