Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Rexne li çapemeniya kurd kirin

Mamosteyên zanîngehê rexne li ragihandina kurdî kirin û diyar kirin ku ragihandin weke pêwîst rolê xwe nalîze

Ji beriya 121 salan yekem rojnameya kurdî ya bi navê Kurdistan derket. Ev rojname bû bingek ji bo ragihandina kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê. Lê ji ber dublajkirina filmên biyanî û têkelbûna hizban di nava ragihandinê de rexne li rojnameger û saziyên çapemeniyê tê kirin.

Mamosteyên zanîngehê têkildarî rewşa çapemeniya kurdî ji Rojnewsê re axivîn. Mamostayê bi navê Mistefa Ebdullah rexne li ragihandinê kir û wiha axivî: “Di destpêkê de ragihandin û rojnameyên me kurdan neteweyî bûn. Lê berevajî vê yeke di roja meya îro de ragihandin û rojname ketine dibin xizmeta hizbên Kurdistanê de. Piraniya hizbên kurdî piştgirya ji welatên derve digrin. Ger ne wisan bûya wê giringiyek mezin bidaba perwerdeya kasayeta kurd. Ger wisan bûye wê tenê kurdayetî bidan pêş.”

Mijara dublajkirina fîlmên biyanî

Mistefa Ebdula da zanîn ku dikarin ragihandina kurdî di du beşan de bigrîn dest û wiha pê de çû: “Ya yekem aliyê çandî û netewî ye, li aliyê din jî parçebûna kurdan e. Dublajkirina filmên biyanî cihê rexneyê ye. Ew filmên tên dublajkirin piraniya wan şer, pêşbazî û desthilatdarî ye, ev yek ji bandoriyekî mezin di nava malbatê de dide çêkirin. Hestê desthilatdariyê zêde dike. Em bûne xizmetkarên destên ji derve. Lê mixabin qenalek nîne ku bi zimanê kurdî perwerdeyê bide û biweşîne.”

‘Ragihandina kurdî ne di asta pêwîst de ye’

Li ser heman mijarê mamostayê zanîngehê Çolî Eshed ji wiha qala ragihandinê kir: “Ragihandin penceryeke ji bo avakirina civak û netewayetiyê ye. Em dikarin bi ragihandinê xizmeta herî baş ji bo neteweya xwe bikin. Ger em temaşeyî qonaxa niha bikin ragihandina kurdî ne di asta pêwîst de ye. Pêwîste ragihandin di aliyê civakê de rolekî baş bigre li ser milê xwe.”

Çolî Eshed herî dawî ji rexne li ragihandina kurdî kir û wiha got: “Ragihandina me li gorî asta tê xwestin ne giha ye û ber bijêr ve diçe. Ji ber ku ragihandi kurdî ewqas bi hizb û çanda welatên ji derve re nêzîke nikare li serxwebûnê nêzîk bibe.” SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar