Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Rêya çareseriya malbatê model malbata demokratîk e’

Di koordînasyona Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê de bi îmzeya şefê faşîst Tayyîp Erdogan “Plana Çalakiyê ya Parastin û Xurtkirina Malbatê” (2024-2028) di 15’ê gulanê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Di metna plana çalakiyê de li gel “malbat” û zewacê”, hincetên wekî “nifûsa extiyar”, “zewaca di temenekî mezin de” hatin rêzkirin û heya 4 salan mîsyonên cuda berpêşî hemû wezaretan hatin kirin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglûyê armanca plana çalakiyê nirxand. Halîde Turkoglû diyar kir ku divê belgeya vîzyonê ya hat weşandin bi têkçûyîna desthilatê re ya di hilbijartinên xwecihî de, bê nirxandin û got ku AKP bi rêxistinbûyna xwecihî re dixwaze bîrdoziya xwe enjekte bike. Halîde Turkoglû bilêv kir ku AKP di pratîka xwe ya 22 salan de hem bi zimanê xwe hem jî bi polîtîkayên xwe biryarên ku jin nebin kirde girtine û wiha got: “Gava em vê belgeya vîzyonê ya Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê raçav dikin, em dibînin ku ‘jinbûyîneke’ nû û avakirina malbateke nû heye. Wê çawa bikin? Wê ji aliyekî ve bi mufredata perwerdehiyê bilîzin û wê li aliyekî jî hewl bidin ku ji Serokatiya Diyanetê bêtir mirovên li gor xwe maqûl bigihînin. Li aliyekî din jî, hewl didin bi vê yekê re hewl didin ew qadên di hilbijartinên xwecihî de ji dest wan çûne car din bi dest bixin.”

Halîde Turkoglû destnîşan kir ku wê bi plana çalakiyê re statuya civakî ya jinê paş ve biçe û got ku pêvajoyeke ku mudaxileyî mafên kesan tê kirin hatiye destpêkirin. Halîde Turkoglû bilêv kir ku wê bi plana çalakiyê re mudaxileyî gelek qadên îstihdamê jî bê kirin ûwê  kedxwarî çêbibe.

Halîde Turkoglû destnîşan kir ku desthilat hemû saziyan bi feraseta serdestî û zayendparêziyê dîzayn dike û li dijî van polîtîkayan wekî alternatîf îşaret bi modela “malbata demokratîk” kir û wiha axivî: “Ji lew re li civakeke ku jin azad be, ew civak jî azad e. Ev di heman demê de pêkanîna malbata demokratîk e jî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar