Kemal Kiliçdaroglu, beri çend rojan got; “rêya demokrasiyê di Diyarbekirê re derbas dibe.”
Ev gotina wî, bala gelek kesan kişand û yên berî wî ev gotin bikaranî bûn hat bibîranîn.
Bi taybetî serokwezîrê wê demê Mesut Yilmaz ev hevok bikaranî bû.
Lê ne gotina Mesut Yilmaz, ne jî yên nêzî wate û armanca heman gotina wî, mîna Suleyman Demîrel gotibû: “Em ê rastiya nasnameya kurdan nas bikin.” Tansu Çîller gotibû: “Ji bo çareserkirina heman pirsgirêka kurdan em ê bala xwe bidin modela Baskê” û hwd. bi cih hatin, hemû vala derketin.
Çima? Ji ber ku ne ji dil bûn, ji ber ku hemû ji bo xapandinê bûn.
Dibe ku li pey van gotina bi heman armancê ya herî deng veda û bal kişand a dawî ji aliyê R.T.Erdogan ve hatibû kirin. Bi taybetî zindana Amedê bi zanebûn gelek xist rojevê û bi tundî behsa îşkenca wir kiri bû, li ser vê xwedêgiravî pir dilêş bûbû û xwe kelogirî kiribû. Û ew ê were bîra me li pey van gotinan Pêvajoya Çareseriyê û ji bo çareseriya pirsgrêkên din ên weke elewiyan bi navê Açilim-Rêvebekirinê pêvajoyek berfireh hat destpêkirin.
Di encama van gotinên qelew û derew de çi hat serê Sûra Amedê, Cizîra Botan, Nisêbînê û hwd.qadên Kurdistanê, êş û keserên wan birînan, wan qirkirinan hîn teze ne û ji bîra tu kesan neçûne.
Îca ka em ê bala xwe bidin Kiliçdoglu ka gelo ew ê karibe li van gotinên xwe xwedî derkeve û li pey wan bimeşe yan na?
Ji ber mirov nikare bêje ji dil e yan na, lewma mirov dibêje gelo ew ê bikaribe?
Di serî de K.Kiliçdaroglu ne xwedî sicîlek pak e û ne xwedî kesayetiyek xweser û wêrek e. Hema mînaka yekemîn; ew hevpeyvîna bi Îhsan Sabrî Çaglayangîl re, ya li ser ‘Tertela Dêrsimê’ kiribû. Ji tirsa nêzî 30 salî veşartî hişt ew belgeya dîroka reş a ku dewleta qirker a tirkan çawa gelê Dêrsimê weke ajala bi jahrdadayîkirinê, di jenosîdê re derbas kiribû!
Her wiha heta îsal, peyva Dêrsim, elewî, kurd û hwd. kesî ji devê wî ne bihîstiye. Îsal û bi taybetî berî çend heyv an, ew jî bi şermokî û bi tirsonekî çend caran ji devê wî hat bihîstin.
Lê berî van gotinan gelek peyvên ne li rê û gelê Kurdistanê êşand û nerihet kir ji devê wî kemalistî derket. Mînak; “ez ê Qendilê xerab û wêran bikim” û “ez jî ji gotina Kurdisitanê aciz im” û hwd.
Bi van gotinan, weke ku bi R.Erdogan û D.Bahçeli re bikeve pêşbirkê “ka gelo kî zêde dijî doza gelê Kurdistanê ye?”. Her wiha gotina dudiyan jî, weke dilê hevalbenda xwe M.Akşener xanim dilxeş bike got!
Jixwe heta niha ger çar gotin li dijî AKP-MHP’ê axivî be, weke ji bo xwe ji wan dijbertir bide diyar kirin, çar caran zêdetir jî li dijî Tevgera Azadiyê, li dijî pêvajoya çareseriyê, li dijî Rêber APO û hwd. gotinên dijwartir û bêrêzdarî dike.
Me gelo ew ê karibe li ser gotina xwe bimeşe, sedema dudiyan jî, hevalbenda wî ya sereke M.Akşener xanim û partiya xwe ÎYÎ, weke kelem li ber çav û bêvila wî rawestiya ne!
Hema li pey gotina wî ya “Rêya Demokrasiyê Di Diyarbekirê re Derbas Dibe”, cîgirê xanim Akşenerê Yavuz Agiralioglu, bi tundî û heqaretwarî bertek raberî Kiliçdaroglu da! Heta niha jî Kiliçdaroglu û hevalên wî curet nekirine ku bersiva wî zîhniyeta nijadperestê tirk bidin. Hema dikarin bi asayî bersivek wisa bidina: “Ma filankes li gorî we, rê di qirkirina Roboskî, Pirsûs, Gar a Enqere û hwd.re derbas dibe?”
Ma gelo wan gotinên wê yên weke bersiv û heta ji bersivê wêdetir weke ku aqil dida R.Erdogan û digot “saqin ha/nebî nebî ha tu dîsa neçî Îmraliyê ha”, tê jibîrkirin. Ma gelo ew zikreşî û bextreşiya dijberî gelê Kurdistanê ya wê xanima Akşener tu car dikare were jibîrkirin.
Dibe ew zihniyeta(xwîna) jahrîbûyî ya nijadperestiya tirkîtiya ku Hrant Dink behs dikir ev zihniyeta be. Ev zihniyeta dijminkarane ya tirkîtiyê, diyar dibe ku gelek kûr daketiye nav mejiyê van kesên weke xanima Akşener, derketina ji hiş û mentiqê wan ew ê wextek dirêj bistîne!
Rastî ev e ku di xwediyê vê zihniyeta xerab de, xêr ji gelê wan ê tirk re jî nîne. A rast di felsefe û projeya Îmraliyê de, li gel xêra gelê kurd xêra gelê tirk jî û hemû gelan heye. Bi gotinek din rêyên rast û çareseriyê hemû di Îmraliyê re (weke gotina rê di Romayê re) derbas dibin!
Jixwe heta niha jî ÎYÎ Partî li gel HDP’ê rûnanin û naaxivin û li dijî wan gotinên ne li rê dikin. Lewma ji tirsa wan CHP’yî jî, bi tirs û şermokî nêzî HDP’iyan dibin. Heta niha jî Kiliçdaroglu newêre li gel rêveberên HDP’ê derkeve ber kamerayan û bi hevre wêne yan dîmenan bikişînin.
Li gel van mînakên neyînî hemûyan jî, divê mirov vê helwesta Kiliçdaroglu û CHP’ê, bi tevayî neyînî nebîne û nebaş nêz nebe.
Divê mirov şert û mercên hundir û cîhanî bi berfirehî û piralî li ber çavan derbas bike. Erê hilbijartinên giştî li ber derî ye û dibe ku sedema yekemîn jî ev be. Lê sedem ne yek bi tenê ye, dibe ku sedemên zêdetir jî hebin. Berî her tiştî divê were zanîn; çawa R.Erdogan projeya derve be, K.Kiliçdaroglu jî wisa ye û ne ev tenê dibe ku hinek kesên din jî weke projeyên derve hebin.
Di encamê de divê mirov wisa berfireh lê binêre; projeya xwe ya xweser û van projeyan bidin ber hev, baş bipîve, ka gelo çendin ew dixwazin û dikarin sûd ji ya HDP’ê-Eniya Demokrasiyê bigirin û li hemberî wê HDP-Eniya Demokrasiyê çendî dikare ji wan sûd werbigire?
Divê ji her aliyan ve bi berfirehî di ber çavan re were derbaskirin û were nirxandin û li gorî encamên van xebatan û hewldanan biryar were stendin û xebat were birêvebirin.
Li gorî tê xuyakirin dibe ku siyaseta herî kêrhatî û sûd zêdetir jê were girtin bi vê şêwazê be. Êdî ji bo HDP’ê jî sebir û xweragiriyek mezin divê. Weke herêmî tê gotin: Xwedê Qewetê Bide HDP’ê û Eniya Demokrasiyê! Gelê me yê soran jî wisa dilên: Xwatan Legel!