Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rêya demokrasiyê ji ku derbas dibe?

Derheqê kurdan de kî çi got, çi negot! Ewil Suleyman Demîrel axivî. Li qada Amedê bi dengek bilind got: “Em realîteya kurdan nas dikin.” Wê demê hê partiyên aşkera ku li ser navê kurdan siyaset bikin tune bûn. Kurd piranî di nav SHP’ê de dixebitîn. SHP piştgirî ji kurdan girt û sosyal demokratên tirkan piştî 12’yê Îlonê cara ewil bûn şîrîkê desthilatdariyê.

Hebûna kurdan a di nav SHP’ê de, van gotinan bi Suleyman Demîrel da gotin. Koalîsyon damezirandibûn û heke kurd piştgirî nedana nedikarîbûn bibin desthilatdar.

Turgut Ozal ji Suleyman Demîrel jî zêde kir. Got: “Em dikarin gengeşiya federasyonê jî bikin.” Piştî heyamek jî bi rêya Mam Celal Talabanî peyam şand Birêz Ocalan û daxwaza agirbestê kir. Ev daxwaz wê demê bi cih hat. Agirbestek berfireh hat îlankirin.

Kûrahiyên dewleta tirk rê li vê pêngavê girt. Bi provokasyonan agirbestê têkbirin û Ozal jî kuştin. Şer carek din gur bû.

Piştî Turgut Ozal, gotinên Mesût Yilmaz bû rojev. Ew jî got: “Rêya Yekitiya Ewropayê ji Diyarbekirê derbas dibe.” Diyar e, dewlet carekî din xitimî bû. Ji şer tu encam nedigirtin. Dixwestin şer raweste. Wê demê Necmettîn Erbakan jî, Mesût Yilmaz jî ji ber ku dewlet ketibû tengasiyê li pey PKK’ê digeriyan. Name û peyaman dişandin PKK’ê da ku agirbest were îlankirin. Birêz Ocalan van lêgerînan jî bê bersiv nehişt. Ji bo çareseriya siyasî wan salan gelek caran agirbest îlan kir. Şer da rawestandin.

Heman hewldan piştî komploya navneteweyî jî çêbûn. Rayedarên dewletê her ku ji şer encam negirtin, peyam dan PKK’ê, daxwaza rawestandina şer kirin. Li ser daxwaza Birêz Ocalan agirbesta herî dirêj di sala 1999’a de hat ilankirin. Heta sala 2004’a çek neteqiyan.

Lê dîsa çênebû! Kûrahiyên dewleta tirk piştî ber xwe dîtin, carekî din şer dan destpêkirin.

Piştî vê pêvajoyê, hevdîtînên Oslo destpê kir. Ev pêvajo heta 2011’a berdewam bû. Di vê navberê de jî çend car agirbest hat îlankirin. Lê qet aqil negirtin. Ev car di 14’ê tîrmeha 2011’a li Farqînê provokasyonek pêkanîn û carek din dawî li agirbestê anîn. Şerek giran destpê kir. Ev şer heta dûmahiya 2012’ya dewam kir.

Şerê vê heyamê balkeş bû. Gerîla êdî ji çiyan daketibûn qadan. Şemzîna û Beytuşebap di serî de gelek navçe û gundên girêdayî Colemerg û Şirnexê di bin kontrola gerîla de bûn. Li qadên sîvîl çalakiyên bi bandor çêdibûn. Bi hezaran kurd li kolanan bûn. Her weha di Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li Sûriye û rojavayê Kurdistanê liv û tevger zêde bibûn. Kurdên Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’ya de li Kobanê agirê şoreşê pêxistibûn. Ev peşketinên bû sedem ku Erdogan pêvajoyek nû bide destpêkirin.

Erdogan di sala 2015’a de dawî li pêvajoya dawî jî anî. Xitimî bû. Ji desthilatdariyê ketibû. Bi rêya şer xwest ku xwe xilas bike. Ji ber vê jî şerek giran da destpêkirin.

Ercamên 7 salên dûmahî ya şer diyar e. Çi xirabî nema kirin. Heya bi çekên kîmyevî bikar anîn. Ji hemû cîhanê piştgirî girtin. Lê dîsa jî armancên xwe pêk neanîn. Bi kin û kurt têk çûn.

Niha jî diyar e, dewleta tirk dixwaze bi aqlekî nû statuya xwe biparêze. Belê, ew ê ji Erdogan xilas bibin, lê ji bo wan bêhnek nû divê. Di vê navberê de wisa hesab dikin ku kurd jî, tevgerên kurd jî gelek westiya ne. Şaş in, lê dîsa jî dixwazin vê westandinê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin.

Di vê heyamê de jî di destê aqlê dewletê de wekî alternatîf tenê CHP û Îyî Partî hene. Niha ev her du partî rola polîsên baş û xerab dilîzin. Yek heta êvarê çêrî kurdan dike, yê din jî gulên sor dide kurdan.

Peyvên Kiliçdaroglu tam di van heyaman de hat rojevê. Çend meh berê ji bo çareseriya pirsa kurd, meclisê wekî navnîşan nîşan da. Çendek berê jî got ‘Rêya demokrasiyê ji Diyarbekirê derbas dibe.”

Serçava! Bila bêjin. Heke samîmî ne, bila keremkin dawî li şer bînin û gavên çareseriyê bavêjin. Lê bila bîr nekin, êdî kurd ji van gotinan têrbûne. Mesele jî ne bi gotinan, bi kiryaran çareser dibe. Bi gotinekî din, kurd ne li benda gotegot in. Li benda çareseriya mayînde ne.

Nûçeyên Têkildar