Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêya diyalog û çareseriya siyasî hilbijartin e

Foza Yûsif diyar kir ku wan rêya diyalog û çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyeyê re hilbijartin û wiha got: “Lê ger Tirkiye şer hilbijêre em ê parastina xaka xwe bikin” her wiha Foza diyar kir ku hêz û îradeya wan a ku çareser dike heye

Konê mertalên zindî ya ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyeyê ji herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyeyê ku şêniyên Serêkaniyê vedan di roja xwe ya 4 de dewam dike. Piştî serdana gorên şehîdan bi boneya cejnê, sedan şêniyên herêma Serêkaniyê berê xwe dan kon daku çalakiyên kon dewam bikin. Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif beşdarî çalakiyê bû û axivî.

Foza Yûsif di destpêka axaftina xwe de cejna qurbanê li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û wiha got: “Di her cejnê de em qurban in, em cejnan bi bûyeran û şehîdan pêşwazî dikin, hemû alî heta niha hewl didin em bibin qurbanê  siyasta wan. Em vê berxwedana ku gelê me dijî dagirkeriya Tirkiyeyê dike, pîroz dikin.”

Foza Yûsif destnîşan kir ku ji bilî şêniyên herêmê kes nikare parastina herêmê bike û wiha got: “Dewleta tirk hewl dide bi hemû awayî derbeyê li projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixe, hêza derve nikare parastina me bike, hêz û îradeya me ya ku parastinê dike û çareser dike, ê ku li civînên derve nîqaş dike, hêz û îradeya me ye û ne tu hêzên din e, ji ber vê yekê divê baweriya me bi me û îradeya me hebe.”

Yûsif da xuya kirin ku wan rêya diyalog û çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re hilbijartin û wiha got: “Lê ger Tirkiye şer hilbijêre em ê parastina xaka xwe bikin.” her wiha Foza diyar kir ku hêz û îradeya wan a ku çareser dike heye.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif soz da çalakvanan ku çi bibe dê di cejnan de ken li ser rûyê zarokan vegere û dê wê rûpela reş di dîroka xwe de bigirin. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar