Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêya Elkê vê carê zincîr kirin

Navçeya Elkê ya ku bi hinceta ewlehiyê leşker û polîs lê zêde kirine dişibe girtîgeh û qereqolê. Welatiyên ku berê dixwestin biçin herêma Feraşînê ji bo bariyerên beton ên li ser rê hatibûn danîn li pêş xwe rakin neçar diman ku li xeta 155’an a polîsan bigerin. Lê niha li şûna bariyerên beton rê bi zincîran hatiye girtin

Navçeya Elkê ya Şirnexê ji nifûsa wê zêdetir polîs û leşker lê hatine bicihkirin. Navçeya Elkê ku nifûsa wê 6 hezar mirov in, zêdeyî 6 hezar leşker û polîs lê hene. Li ser her girî qereqol û kalekol hatiye avakirin. Li ser her kolan û kuçeyê kamerayên MOBESE bi cih kirine. Hemû rê di bin kontrolê re derbas dibin. Ji navçeyê rê diçe 3 gundan. Rêyên diçin gundan jî di bin kontrola leşker û polîsan de ne. Li nêzi nokteyên kontrolê blokên beton hatine danîn. Berê ser rêya diçe navçeyê bi blokên beton hatibû girtin lê niha bi zincîran hatiye girtin. Welatiyên ku dixwazin biçin zozanê Faraşînê berê ji bo blokên beton yên li ser rê rakin li xeta 155’an digeriyan. Lê niha zincîr li ser rê girêdane û welatî vê carê rastî astengiya zincîran tên. Welatî di nava rojê de di kontrola polîs û leşkeran re derbas dibin. Saet di navbera 19.00’ê şevê heta 07.00’ê sibê jî rê bi zincîrê hatiye girtin û hatiye zincîrkirin. Welatiyên ku berê ji bo blokênk betonê li xeta polîsan a 155’an digeriyan, niha ji bo zincîra li ser rê rakin li polîsan digerin.

Welatiyan bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku her roj di vê rêyê de diçin û tên û her cara derbas dibin neçar dimînin ku li polîsan bigerin. Welatiyan xwest ev pêkanîna polîsan bi dawî bibe. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar