Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

‘Rêya ku dikare tecrîdê bişkîne yekitiya kurdan e’

HDP’ê ya Mêrdînê têkildarî salvegera 9’ê Cotmehê ya komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panel li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan û Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Fahrettîn Dûrmaz wek axaftan beşdar bûn. Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salîh Kuday moderatoriya panelê kir. Ewilî parlementer Omer Ocalan axivî.

Omer Ocalan bi bîr xist beriya Rêberê PKK’ê Ocalan ji Sûriyeyê were derxistin bi êrîşan re rû bi rû ma û wiha got: “Di encama komploya navnetewî de birêz Ocalan hat tecrîdkirin. Têkoşîna li dijî tecrîdê were birêvebirin gelek girîng e. Di şexsê birêz Ocalan de li dijî kurdan bûne yek. Gelê kurd ji serdema osmaniyan ve di nava berxwedanê de ne. Ji wê berxwedanê ve du tişt neguherîne. Berxwedana gel û sepandina tecrîdê. Divê meriv niha li komployê baş binêre. Niha li ser birêz Ocalan tecrîdek girankirî heye. Ev tecrîd li ser tevahiya girtîgehan belav bûye û her wiha li ser gel belav bûye. Li hepsan her roj îşkence heye.”

Têkoşîneke nû

Ocalan anî ziman ku her roja ku diçe komplo tê teşhîrkirin û têkoşîna lid ijî komployê jî girîng e û got ku heta siyaseta kolanan nebe dê tecrîd bi dawî nebe û heta berxwedan nebe wê dewlet jî paş ve gav neavêje. Ocalan da zanîn ku divê li dijî tecrîdê têkoşînek nû were pêşxistin û diyar kir ku îro hê jî rayedarên Tirkiyeyê nizanin Ocalan çima radestî wan hatiye kirin.

Di axaftina xwe de Ocalan anî ziman ku hemû Tirkiye di bin tecrîdê de ye û îro kî radibe û devê xwe vedike bi sûcdariya PKK’ê însanan binçav dikin û digirin û wiha domand: “Em dizanin dewlet dixwaze çi bike. Derdê Tirkiyeyê îro çar parçeyên Kurdistanê ye. Dixwazin li ser kurdan tecrîdek girankirî çê bikin. Heta tecrîd neyê bidawîkirin wê ne siyasetmedar, ne rojnamevan û ne jî welatiyên li kuçeyan azad bibin. Divê tecrîd were beralîkirin.”

‘Em bibin yek dê tecrîd jî têk biçe’

Ocalan destnîşan kir ku yek ji rêyên herî girîng ku tecrîdê bi dawî bike yekitiya kurdan e û wiha pêde çû: “Heke em bibin yek em ê li her qadê bi hêz bibin. Heke gelê kurd bibe yek wê tevahiya gelan bibe yek. Çimkî îro em li ser vê axê bi hev re dijîn. Îro komplo bi berxwedanê dikare were têkbirin û em berxwedanê jî bi yekitiyê dikarin ava bikin. Divê her kes di ferqa tecrîda girankirî ya sîstematîk de be û divê em li gorî wê gavan biavêjin.”

‘Divê her kes tecrîdê li ser xwe bibîne’

Pişt re Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Fahrettîn Dûrmaz jî axivî û bi bîr xist ku nêzîkatiya li hember Ocalan nêzîkatiya li dijî gelê kurd e û divê ciwan rol û mîsyona xwe bileyîzin. Dûrmaz got ku her cûre sepanên li ser civakê bi tecrîdê re bêtir berfireh bûne û divê her kes tecrîdê li ser xwe bibîne û diyar kir ku kes ji vê tecrîdê ne bêpar e û her kes para xwe digire. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar