Çalakiya Nobeta Edaletê ku di pêşengiya komeleyên malbatên girtiyan de, di 4-5’ê kanûnê de dest pê kir, li Wan, Amed, Mêrsîn, Edene û Stenbolê berdewam dike. Di vê çalakiyê de herî zêde dayikên girtiyan çalak in. Her roj dayikên girtiyan ji malen xwe derdikevin û piştî rêwîtiyek dirêj û zahmet diçin salona çalakiyan. Çalakgerên tev li çalakiyê dibin bi piranî heman dayik in. Dayikên tev li çalakiyan dibin, ligel emrê xwe yên mezin û nexweşiyan, bêyî ku biwestin û rawestin, diçin di nava çalakiyan de cihê xwe digirin.
Hêz û ruhê ku dayikan tev li çalakiyan dike, baweriya wan a azadiya Rêber Apo ye. Hêz û ruhê ku dayikan tevî wî emrê wan ê mezin û nexweşiyên wan tev li çalakiyan dike, lêgerîna edaletê û daxwaza azadkirina zarok, xizm û hevalên wan in. Hêz û ruhê ku dayikan tevî sir û sermayê bi saetan û bi rojan li qadên çalakiyan dide sekinandin, ruhê wan ê berxwedan û lêgerîna heqîqetê ye.
Di 20 salên dawî de ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan di serî de li zindanan û bi giştî li qadan gelek çalakî hatin lidarxistin. Di piranî çalakiyan de dayikên aştiyê û dayikên girtiyan di nava çalakiyan de cihê xwe girtin. Dayikan pêşengiya van çalakiyan kir. Niha jî dayik pêşengiya van çalakiyan dikin. Ji ber ku yên herî zêde li dijî şer radiwestin dayik in, ji ber ku yên herî zêde aştî, aramî, wekhevî û edaletê dixwazin dayik in. Ên herî zêde wateyê didin jiyanê û êş kişandine dayik in. Ên xwedî rehm û naxwazin dayikên din jî heman êş û îşkenceyê bibinin dayikên çalakger in.
Dayik bêtir wate didin azadiyê. Bêtir rewşa girtiyan hîs dikin. Bêtir tecrîdê hîs dikin. Bêtir bawer dikin ku serkeftin bi tifaq û berxwedanê pêkan e. Bawer dikin ku serkeftin bi biryardarî û kedê pêkan e.
Niha di rojeva gelê kurd de du mijar hene. Mijara yekemin azadiya Rêber Ocalan e. Mijara duyemîn jî hilbijartinên rêveberiyên herêmî ne. Di rojên dawî de bernamzetên hevşaredariyan ên navçe û bajaran her yek bi serê xwe û ji bo xwe kar dike. Ji bo xwe dixebite. Hemûyan kare rêxistinî û partiye daniye aliyekî û bi hevre ketine pêşbirgê. Di rojên dawî de her bernamzetek bi sere xwe diçin serî li saziyan didin û xwe didin naskirin. Xebat baş e. Ked pîroz e.
Lê eger heta niha van kesan ji bo gel xizmetek nekiribe û di rojên dawî û saetên dawî de biçin serî li saziyan bidin û dakevin qadan û xwe bi gel bidin naskirin ev pirsgirêk e. Ev xapandin e. Di nava çend hefte û çend rojên dawî de gelo dê gel çiqas kesayetiya van bernamzetan nas bike? Gelo ev bernamzetên ku heta niha li holê xuya nedikirin li ku bûn? Çima kar û xebat ji bo gele xwe û partiya xwe nedikirin? Li pêşiya wan çi astengî hebûn? Eger sibê ev bernamzet nebin namzet dê dîsa bixebitin? Dê dîsa sazî û dezgehan ziyaret bikin? Eger sibê neyên bijartin dê dîsa biçin malên xwe rûnên û dest û piyên xwe ji xebatan bikişînin?
Em çima van kesan (bernamzetan) li cem dayikan di Nobeta Edaletê de nabînin? Gelo em çima wan di nava xebatên pêngava azadiyê de nabînin? Eger dilê wan ji bo gel û partiya wan lê didin û dixwazin xizmetê ji gel re bikin, dê çawa bê azadî karibin xizmetê bikin. Eger vîna wan ne azad be, serokê wan ne azad be, ziman û çanda wan ne azad be dê çawa karibin xizmetê ji vî gele re bikin?
Em dibêjin rêya azadiyê û rêya çareseariyê di xeta sêyemîn re derbas dibe. Di azadkirina Rêber Ocalan re derbas dibe. Dayikên ku îro Nobeta Edaletê digirin jî heman tiştî dibêjin. Ji bo vê yekê bernamzet û sibê namzet ji bo bi ser bikevin û encamê bigirin, divê ji destpêkê heta dawî li gel çalakiyên dayikan di Nobeta Edaletê de cihê xwe bigirin. Eger ji dil dixwazin xwe bidin naskirin û ji dil dixwazin xizmeta gel blikin, îro milê xwe bidin mile dayikan û li gel tayikan têkoşîna Nobeta Edaletê geş bikin hêjayî hemû xebatan e. Rêya hilbijartin û bijartina namzetî û serkeftinê di cîhgirtina çalakiyên Nobeta Edaletê re derbas dibe.