Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Rêya rast û heqîqet wê tim rêya rojnamevanan be!

Her ku sîstem û desthilat ditengije û kursiyê li ser diheje, rûyê rast ji aliyê gel ve tê zanîn, cihê ku yekem êrîş bike ser navendên rojnamegerî û rojnamevan in.

Di vê çarçoveyê de em dibînin li seranserî cîhanê li dijî rojnamevan û dezgehên weşanê êrîşên taybet tê kirin. Herî zêde jî li Tirkiye êrîşî çapemenî, taybet çapemeniya azad a rêya heqîqetê tê kirin.

Di operasyonekê de ku li ser navendên dezgehên çapemenî û weşangeriyê hatin kirin 21 rojnamevan bê ku hincet û qanûn li ber çav bê girtin, hatin destgîrkirin û çend roj in, di bin çavan de li nezaretxaneyan tên ragirtin.

Hewl tê dayîn ku ji ber karê wan û gihadina rastî û heqîqetê bên tewanbarkirin û cezakirin.

Salên dawî bi operasyon hewldanên mîzanse yên li Tirkiyeyê, hema bêje hemû dezgehên weşanê hatin girtin û ketin bi kontrola hikûmetê û qeyûm ji bo dezgehan hatin wezîfedarkirin.

Yekane alternatîfa ma, weşangeriya kurdî ya li ser rêya heqîqetê ku xwedî mîrateyeke ya tije têkoşîn û berxwendan ma. Di vê çarçoveyê de roleke mezin û kareke zehmet li ser milê wan bû. Her ji bo bikare rastî û bûyerên li herêmê û Tirkiye rû didin, bi awayê herî rast bigihînin civakê li her derê hewl dan kar bikin. Tevî hemû astengî, rêgirî û berbestan jî, çapemeniya azad gav paşve neavêtin. Di vê çarçoveyê de xebatek kolektîf û aktîv bû çav, guh û rêya civakê.

Ji xwe krîzên aborî, siyasî û dîsa sendroma li Zapê herdu lingê hikûmetê ketiye solekê. Li gel vê krîza penaberan a gava yekem wek birayên misilman hat nîşandan û niha li nava civakê rê li ber aloziyeke yekcar mezin ku ji nav neyê derketin, wisa kiriye hikûmet neçar ma di hinek aliyan de guherîn bike, gelek koçberan bişînin Sûriyeyê. Lê ev yek têrê nekir, her wiha di serî de ji Afganistan, Pakistan, Lîbya, Sûriye û gelek deverên din koçber her diçin zêdetir dibin. Dîsa di nava civakê de rê li ber nerazîbûnên cidî ku bi gotina wan; ‘Zarokên me li Sûriyeyê, deverên din şehîd dibin; xelkê ne vî welatî, bi rehet û aram dijîn’. Dîsa di warê kar de nikarin ji ber penaberan kar peyda bikin.

Her wiha Tirkiye ya ku dixwaze vê hemû bide aliyekê, ji bo ji sendroma Zapê rizgar bibe, hewl dide aliyan qane bike û êrîşî Rojava bike. Vê yekê jî kir ku zêdetir alozî û helwestên civakî derkeve.

Civaka Tirkiye û herêmê ji hundir ve dikele, di asteke cidî de nerazîbûnên kolanan heye. Lê ji ber nebûna weşangeriyeke rast a dengê gel, ev yek nayê dîtin. Ji bo vê yekê jî weşangeriya azad a li ser rêya heqîqetê weşana kurdî, li her derê hewl dide dengê gel û helwestê gel nîşan bide.

Bi taybet bi weşangeriya xwe ya li bakurê Kurdistanê û dîsa helwestên gel nîşandan wisa kir ku Tirkiye û hikûmeta faşîst a Erdogan-Bahçelî bitengijîne. Taybet mijarên şer ên li bakurê Kurdistan, xetên sînor, talan û kîmyabarîna li Herêmên Parastinê yên Medyayê û belgekirina wan, kir ku hikûmet mîna her carê berê xwe bide wan û bi vê yekê careke din wan ji rêya wan bikin.

Rastiyeke ya weşana kurdî heye, ew jî serî natewîne, berxwedêr e. Li ser mîrateya Apê Mûsa, Gurbetelî Ersoz û sedan rojnamevanên ku bingeha weşana kurdî xurtkirin, dimeşin. Serî didin sir nadin. Her gava êrîş dibe, zêdetir hêz tê girtin, biryardarî û sekna gihandina heqîqetê dibe pola û mîna çepê Dîcle û Firat bênavber bi hemû heybetiya xwe dimeşe.

Niha heval û hevpîşeyên me di rewşeke welê de ne ku divê hemû rojnamevan û saziyên mafê rojnamegerî û weşanê dengê xwe li ber vê derxe. Hevalên me tev jî, xwedî ezmûn û kedeke mezin a weşana kurdî hene û li eniyeke xurt a têkoşînê bergiyê li maf û heqê gelê kurd û herêmê dike. Ji bo wê ye, xwedîderketina li wan, ne tenê erka rojnamevan û weşanê ye. Ji bo wê divê gelê kurd, sazî û hemû dezgehên demokratîk ên weşana herêmî û cîhanî vê yekê bibîne.

Her wiha rojnamevanên xwedî wijdan û etîka kar ên Tirkiye, divê vê yekê bibîne û weke êrîşeke li ser xwe û vîna xwe qebûl bikin. Bibin xwedî helwesteke giştî.

Hêvî û baweriya me ew e ku wê ev weşan û xebata çapemeniya azad ji her demê bêhtir kar bike û li ser rêya xwe xurt û baştir bê rawestan baz bide. Mîrateya hevrê û hevpîşeyên me ji bo me hiştî vê nîşan daye û wê wisa jî bimeşe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar