Gelek şehîdên jin ên rojnamevan hene ku ji bo me rojnamevanan mînak in ku em xeta xwe ya weşangeriyê diyar bikin. Ji ber ku em wan tam nas nakin, pênaseyeke rast nakin, ji bo wê rojnamevaniya me li paş dimîn
Nivîskara rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Gelawêj Ewrîn di nivîsa xwe de balkişand ser rewşa rojnamegeriya kurdî û tevahiya nivîsa Ewrîn wiha ye;
“Di roja rojnamevaniyê de, divê em temaşeyî rewşa rojnamevaniya kurdî bikin ka di kîjan astê de ye. Em rojnamevaniya kurdî her tim bi rojnameya Kurdistan dest pê dikin û wisa pîroz dikin. Lê dema em şert û mercên niha û berê datînin ber hev, pêwîstî bi nirxandineke kûrtir û nû heye. Her tim rojnamgeriya kurdî bi derxis tina kovarekê nirxandin, wê têra rastiya rojnamgeriya kurdî neke. Ji bo wê jî her çend rojnamevaniya kurdî di asteke gelekî cuda de ye, lê nikare bi pêş keve û bi awayekî di cihê xwe de sekiniye. Li Kurdistanê şert û merc gelekî zane bibin û rastiyan ji civakê re bibêjin. Ew jî di çarçoveyeke gelekî teng û heta dewletparêz de rojnamevaniya kurdî dihat pênasekirin. Pênaseya doh, bêguman ji bo îro nabe û divê em şîroveya xwe biguherînin.
Rojnamvaniya kurdî ne tenê li Kurdistanê bû xwedî rengekî cuda, di asta cihanê de jî bi vî rengî bû. Rojnamevaniya îro li cihanê têkirin, xwe dispêre hêza sermaye û pereyan. Kesên rojnamevan li şûna behsa heqîqetan bikin, li şûna civakeke azad ava bikin, li pey wê ne, ka çawa efendiyê xwe razî bikin. Her çend dizanin ku gotina dikin, nivîsa dinivîsin û dîmenên digirin, ne rast in, lê dîsa jî ji bo cihekî ji xwe re li kêleka pergala modernîteya heyî çêkin, ya jê bawer nakin jî dibêjin. Bêguman, ev nayê wê wateyê ku keda rojnamevanan tê înkarkirin. Lê tabloya giştî li cihanê gelekî jî baş nîne ku mirov dilxweş bike. Pergala heyî bi rê û rêbazên cuda hewl dide serê rastiyan bigire û veşêre. Rastiya ku herî zêde dixwaze li beramber vê yekê serî rake û pênaseya xwe bike, jin e. Jinan ti carî wek ku hene, xwe îfade nekiriye. Jin wek xwe neaxivîne, ya di dil de negotine û hest û hêviyên wan her tim bûne xwezî û di qirika wan de mane. Hinekan her dem li ser navê wan gotina dawî kiriye. Jixwe, di çerxa pergala heyî de jin bê ziman, lal û kerr e. Di şikil de her tim heye, li ber çavan e, lê cewherê wê wenda bûye û mirov dikare bêje tineye.
Asta jina kurd îro gihiştiyê, bêguman asta rojnamevaniya kurdî jî guhertiye. Vê yekê nêzîkatiyên çînî û dewletparêz jî ji binî ve guhertine. Jina kurd têdikoşe û bixwe dibe zimanê pratîka xwe. Bi têkoşîna xwe, rastiya xwe îfade dike. Cih ji wê re nahêle ku hinek kesên din li ser navê wê biaxivin. Bixwe dike û bixwe dibêje. Îro li cihanê gelek kes di bin navê rojnamevaniyê de li pişt maseyan tenê gotinên efendiyên xwe dîkte dikin. Lê li Kurdistanê bi taybetî jina Kurd di eniyên şer ên herî pêş de, li dijî weşangeriya cinsiyetparêz têdikoşe. Rojnamevaniyê li Kurdistanê li gorî rastiya Kurdistanê xwe pênase kiriye. Ne bi çînekê tenê sînordar e, li ku têkoşîn heye, ew jî li wir e. Gelek şehîdên jin ên rojnamevan hene ku ji bo me rojnamevanan mînak in ku em xeta xwe ya weşangeriyê diyar bikin. Ji ber ku em wan tam nas nakin, pênaseyeke rast nakin, ji bo wê rojnamevaniya me li paş dimîne. Heger ku îfadeya wan neke, ew ê her tim xwe bi rojnamevaniya dewletparêz bide destpêkirin û wisa dewam bike. Lê ew rojnamevaniya sed sal beriya niha, bi têkoşîna jinan şêwazên cêwaz girtiye û pêwîstî bi nirxandineke din heye. Divê aliyên vê bipêşketinê yên felsefî, zanistî û civakî baş werin nirxandin. Em wek rojnamevan dikarin bi vî awayî cudabûna xwe ji pergala heyî diyar bikin. Naxwe, em ê jî di weşangeriyê de bişibin kesên din. Ya di destê me de xezîneyek ji felsefeya jiyana azad e û dikare rêya me ya rojnamevaniyê ji pergala modernîteya heyî veqetîne.”