Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêya tekane azadiya Rêber Apo ye

Di cîhanê de niha şerê sêyemîn tê meşandin. Ji bo pêşxistina sîstema netew-dewletê û rê li ber girtina sîstema demokratiya gelan bigire êrîşên hovane pêk tîne. Welatên ku dixwazin sîstema desthildariyê li cîhanê berbelav bikin û temenê sîstemê dirêj bikin, bi tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan rê li ber aştî û demokratiyê digirin. Ev şer her ku diçe gurtir dibe û navneda vî şerî iha Îsraîl û Filistîn e. Di vê demê de pêngava Azadiya Rêber Apo dikare bibe bersiva van êrîşan û dawî li vî şerî bîne. Ev şer  eger bi dawî bibe wê sîtema netew-dewlet têk biçe û demokrasî li cîhanê pêş bikeve. Yê ku pêşengî ji demokrasiya gelan re dike Rêber Apo ye. Lewma ji bo ev şer bi dawî nebe  dewletên sermeyadar ên cihanê bi destê dewleta faşîst a tirk rê li ber azadiya Rêber Apo diigrin û tecrîdê giran dike.

Sîtema netew-dewlet di salên dawî de taybet piştî berbelavbûna pergala Neteweya Demokratîk ku Rêber Apo afirandiye, dewletên seremayadar ên cihanê bi nave “terorê” û giropên tundrew nakokî kirin navbera komên olî. Hinek ji van komên olî û paşverû bi hêsanî dikevin bin bandora siyaseta sîstema dewletên serdest. Welatên serweriya cihanê dikin û çanda kevnar, wekheviya gelan û jiyana komînal xira dikin, xwe wek qehremanên çareseriya pirgirêka didin xuyakirin. Di rastiyê de yên ku cihan kirine cihê pirgirêkan ev dewlet bi xwe ne.

Însanan  didin kuştin, çanda kevnar qir dikin, li Rojhilata Navîn agir dibarînin. Çekên qedexe çêdikin û yên  ku çekên qedexe bi kar tînin ew bi xwe ne. Yên ku saziyên parastina mafê mirov jî didin avakirin ew bi xwe ne.  Ji bo ku ev sîsteme moderniteya  kapîtalîst wek xwe bimîne di serî de Amerîka xwe  wek çavkaniya çareseriya hemû pirgirêkên cihanê dibîne. Eger ev dewlet dest ji gel berdin û bihêlin ku cihan bi awayekî xwezayî bijîn, bibin xwedî îrade, ew ê li hemû cihanê aştî pêş bikeve û pirgirêkên nava ol û behweriyan de jî wê bi dawî bibin.

Rêber Abdulla Ocalan jî di hemû axaftin  û peyamên xwe de girîngî  dide aştî û jiyana bi hev re ya gelan. Ev jî wê dawî li şer û karesatên mirovî ku bi pêşengiya dewletên sermeyadar pêşketiye bîne.  Ev cihana ku sedsal in bûye mîna amûrekê di destê sîstema modernêta kapîtelîst de êdî ber bi teqandinê ve diçe. Gelên cihanê êdî gihîştine wê baweriyê ku mirovahî qir dibe. Heta astekê dewletên Ewropayê ji bo gel bêdeng bikin, li gorî xwesteka wan demokrasî û azadî dane wan. Lê azadiyeke ku sîstemê li gorî xwe avakiriye. Lê li Rojhilata Navîn, ji ber ku sîstema modernîteya kapîtalîst nikrare wek welatên din ên Ewropayê xwe bi cih bike û çanda gelên Rojhilata Navîn dagir bike, serî li rê û rêbazên din dide. Ew jî di navbera ol û baweriyên cuda de derxistina şer û nakokiyan e.

Ji bo ku ev ol û baweriyên ku sîstema modernêta kapîtalîst ew kirine nava şer de baweriya xwe bi sîstema wan bînin,  ji bo şerên derdikevin jî çareseriyek demkî  peyda dikin. Bi vî awayî xwe wek xwediyê hemû gelên cihanê didin diyarkirin.  Em berê xwe bidinê, gel û baweriyên ku çanda kevnar temsîl dikin û diparêzin û her wiha rê nadin zarokên wan bikevin bin sîstema modernîteyê herî zêde êrîşî wan dikin.

Êrîşa 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê tişta herî ber bi çav e. Ne mumki ne rêxistineke wek a DAIŞ’ê bê desteka welatên sermeyadar ên cihanê bê avakirin. Çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dane Şengalê û li Şengalê çi kirin? Beriya her tiştekî qub û cihên Êzidiyan kirin hedef, dîrok û çanda wan kirin hedef.  Her kesekî/ê êzidî eger sîstema DAIŞ’ê qebûl kiribe belkî nehatibe qetilkirin, lê hedefa DAIŞ’ê ne qikirina cesedî bû belkû hedefa wan qirkirina çand û dîrokê bû. Ji ber wê jî ev êrîş li ser erdingariya ku êzidiyan pêk hat ku bi sedan sal in çanda xwe têde diparêzin. Ez di wê baweriyê deme eger êzidî ne xwedî çanda qedîm û dîroka qedîm bana ew ê bi fermana 74 re rû bi  rû nemana.

Em êzidiyan dikin mînak lê niha di navbera Îsraîl û Hamasê de şerek ye. Gelo çima ewqas sal in gelê Filistînê li ber xwe dide û êrîşên Îsraîlê dewam dikin. Ji ber ku gelê Filistînê bi îdolajiya xwe û ne li gor sîstema sermeyadar tevdigere, niha qurbanên herî mezin didin. Ev şerê niha tê kirin taybet ku ji aliyê  rêxistineke wek Hamasê ve tê meşandin, belkû temsîla gelê Filistînê nake ev şerê derketiye da ku di serîde Emrîka û welatên din  cihê xwe di dilê xelkê Filistînê de vekin. Ne dûr e bi pêşengiya Amerîkayê ev şerê niha li navbera İsraîl û Filistînê de dimeşe were rawestandin. Bi vî awayî wê Amerîka  xwe wisa bide xuyakirin  ku li ser rûyê erdê yê dikare aştiyê bîne cihanê ew e. Ew şer derdixe û ji bo şer bisekine xwe dike pêşeng.

Di cihanê de eger sîstema Neteweya Demokrat pêş bikeve pêwîstiya gel bi ewqas qurbanî namîne. Gel dikare bibe xwe û hemû pirgirêkên hene di nava xwe de çareser bike. Siyasetmedar, çalakvan, rojnemeger û kesên herî zane yên cihanê, niha  gihîştine wê baweriyê ku tekane rêya çareseriyê û dawî li qirkirina mirovahiyê bîne azadiya Rêber Ocalan e. Ji ber wê di vê dema hesas û girîng de  pêngava ‘ Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ hatiye destpêkirin. Ên pêşengtî vê pêngavê kirine baş dizanin ku çareseriya pirgirêka kurd bi azadiya Rêber Apo pêk tê û azadiya Rêber Apo wê dawî li qirkirina mirovahiyê  bîne.  Niha ji her demê girîngtire ku Rêber Apo azad bibe. Lê azadiya Rêber Apo jî nehêsan e. Dema Rêbertî azad bibe êdî dawî li pêşketina sîstema modernêtiya kapîtelîst a ku ji bo dirêjkirina temenê xwe gel qir dike wê were.

Di cîhanê de niha şerê sêyemîn tê meşandin. Ji bo pêşxistina sîstema netew-dewletê û rê li ber girtina sîstema demokratiya gelan bigire êrîşên hovane pêk tîne. Welatên ku dixwazin sîstema desthildariyê li cîhanê berbelav bikin û temenê sîstemê dirêj bikin, bi tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan rê li ber aştî û demokratiyê digirin. Ev şer her ku diçe gurtir dibe û navneda vî şerî iha Îsraîl û Filistîn e. Di vê demê de pêngava Azadiya Rêber Apo dikare bibe bersiva van êrîşan û dawî li vî şerî bîne. Ev şer  eger bi dawî bibe wê sîtema netew-dewlet têk biçe û demokrasî li cîhanê pêş bikeve. Yê ku pêşengî ji demokrasiya gelan re dike Rêber Apo ye. Lewma ji bo ev şer bi dawî nebe  dewletên sermeyadar ên cihanê bi destê dewleta faşîst a tirk rê li ber azadiya Rêber Apo diigrin û tecrîdê giran dike.

Sîtema netew-dewlet di salên dawî de taybet piştî berbelavbûna pergala Neteweya Demokratîk ku Rêber Apo afirandiye, dewletên seremayadar ên cihanê bi nave “terorê” û giropên tundrew nakokî kirin navbera komên olî. Hinek ji van komên olî û paşverû bi hêsanî dikevin bin bandora siyaseta sîstema dewletên serdest. Welatên serweriya cihanê dikin û çanda kevnar, biratiya gelan û jiyana komînal xira dikin,  xwe wek qehremanên çareseriya pirgirêka didin xuyakirin. Di rastiyê de yên ku cihan kirine cihê pirgirêkan ev dewlet bi xwe ne.

Însanan  didin kuştin, çanda kevnar qir dikin, li Rojhilata Navîn agir dibarînin. Çekên qedexe çêdikin û yên  ku çekên qedexe bi kar tînin ew bi xwe ne. Yên ku saziyên parastina mafê mirov jî didin avakirin ew bi xwe ne.  Ji bo ku ev sîsteme moderniteya  kapîtalîst wek xwe bimîne di serî de Amerîka xwe  wek çavkaniya çareseriya hemû pirgirêkên cihanê dibîne. Eger ev dewlet dest ji gel berdin û bihêlin ku cihan bi awayekî xwezayî bijîn, bibin xwedî îrade, ew ê li hemû cihanê aştî pêş bikeve û pirgirêkên nava ol û behweriyan de jî wê bi dawî bibin.

Rêber Abdulla Ocalan jî di hemû axaftin  û peyamên xwe de girîngî  dide aştî û jiyana bi hev re ya gelan. Ev jî wê dawî li şer û karesatên mirovî ku bi pêşengiya dewletên sermeyadar pêşketiye bîne.  Ev cihana ku sedsal in bûye mîna amûrekê di destê sîstema modernêta kapîtalîst de êdî ber bi teqandinê ve diçe. Gelên cihanê êdî gihîştine wê baweriyê ku mirovahî qir dibe. Heta astekê dewletên Ewropayê ji bo gel bêdeng bikin, li gorî xwesteka wan demokrasî û azadî dane wan. Lê azadiyeke ku sîstemê li gorî xwe avakiriye. Lê li Rojhilata Navîn, ji ber ku sîstema modernîteya kapîtalîst nikrare wek welatên din ên Ewropayê xwe bi cih bike û çanda gelên Rojhilata Navîn dagir bike, serî li rê û rêbazên din dide. Ew jî di navbera ol û baweriyên cuda de derxistina şer û nakokiyan e.

Ji bo ku ev ol û baweriyên ku sîstema modernêta kapîtalîst ew kirine nava şer de baweriya xwe bi sîstema wan bînin,  ji bo şerên derdikevin jî çareseriyek demkî  peyda dikin. Bi vî awayî xwe wek xwediyê hemû gelên cihanê didin diyarkirin.  Em berê xwe bidinê, gel û baweriyên ku çanda kevnar temsîl dikin û diparêzin û her wiha rê nadin zarokên wan bikevin bin sîstema modernîteyê herî zêde êrîşî wan dikin.

Êrîşa 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê tişta herî ber bi çav e. Ne mumku ne rêxistineke wek a DAIŞ’ê bê desteka welatên sermeyadar ên cihanê bê avakirin. Çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dane Şengalê û li Şengalê çi kirin? Beriya her tiştekî qub û cihên Êzidiyan kirin hedef, dîrok û çanda wan kirin hedef.  Her kesekî/ê êzidî eger sîstema DAIŞ’ê qebûl kiribe belkî nehatibe qetilkirin, lê hedefa DAIŞ’ê ne qikirina cesedî bû belkû hedefa wan qirkirina çand û dîrokê bû. Ji ber wê jî ev êrîş li ser erdingariya ku êzidiyan pêk hat ku bi sedan sal in çanda xwe têde diparêzin. Ez di wê baweriyê deme eger êzidî ne xwedî çanda qedîm û dîroka qedîm bana ew ê bi fermana 74 re rû bi  rû nemana.

Em êzidiyan dikin mînak lê niha di navbera Îsraîl û Hamasê de şerek ye. Gelo çima ewqas sal in gelê Filistînê li ber xwe dide û êrîşên Îsraîlê dewam dikin. Ji ber ku gelê Filistînê bi îdolajiya xwe û ne li gor sîstema sermeyadar tevdigere, niha qurbanên herî mezin didin. Ev şerê niha tê kirin taybet ku ji aliyê  rêxistineke wek Hamasê ve tê meşandin, belkû temsîla gelê Filistînê nake ev şerê derketiye da ku di serî de Amerîka û welatên din  cihê xwe di dilê xelkê Filistînê de vekin. Ne dûr e bi pêşengiya Amerîkayê ev şerê niha li navbera Îsraîl û Filistînê de dimeşe were rawestandin. Bi vî awayî wê Amerîka  xwe wisa bide xuyakirin  ku li ser rûyê erdê yê dikare aştiyê bîne cihanê ew e. Ew şer derdixe û ji bo şer bisekine xwe dike pêşeng.

Di cihanê de eger sîstema Neteweya Demokrat pêş bikeve pêwîstiya gel bi ewqas qurbanî namîne. Gel dikare bibe xwe û hemû pirgirêkên hene di nava xwe de çareser bike. Siyasetmedar, çalakvan, rojnemeger û kesên herî zane yên cihanê, niha  gihîştine wê baweriyê ku tekane rêya çareseriyê û dawî li qirkirina mirovahiyê bîne azadiya Rêber Ocalan e. Ji ber wê di vê dema hesas û girîng de  pêngava ‘ Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ hatiye destpêkirin. Ên pêşengtî vê pêngavê kirine baş dizanin ku çareseriya pirgirêka kurd bi azadiya Rêber Apo pêk tê û azadiya Rêber Apo wê dawî li qirkirina mirovahiyê  bîne.  Niha ji her demê girîngtire ku Rêber Apo azad bibe. Lê azadiya Rêber Apo jî nehêsan e. Dema Rêbertî azad bibe êdî dawî li pêşketina sîstema modernêtiya kapîtelîst a ku ji bo dirêjkirina temenê xwe gel qir dike wê were.

Nûçeyên Têkildar