Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Rez û tiriyê Erdîşê hişk dibin

Li Erdîşê, rezên tirî yên xwedî dîrokeke 3 hezar salî ne, li cîhanê di nav nebatên endemîk de cih digirin. Ev rezên tirî ku tenê li gundê Aksrafê ne, niha ji ber bêxwedîtî û bêavîtiyê hindik mane hişk bibin

Tiriyê Erdîşê ku di kitabeyekê de behsa wî tê kirin û tê gotin xwedî dîrokeke 3 hezar salî ye, niha ji ber polîtîkayên şaş hindik mane hişk bibin.

Li herêma ku nivîsa Qiralê Ûrartûyan Menûa lê heye ku dibêje, “Menûa ji bo Yezdan Xaldî ev rezê çandiye. Kî zirarê bide vî rezî wê Yezdan Xaldî, Yezdan Şîvînî û hemû yezdanên din wan di bin tavê de biqemirîne” êdî her diçe ev tirî hişk dibin. Berê ji vî tiriyî şerab û dims dihat çêkirin, lê belê ji ber her diçe hejmara baxên rez kêm dibin tenê li fêkîfiroşan tiriyê wê tê firotin.

Fîkrî Demîr (64) ku li gundê Aksrafê 37 sal in rezvaniyê dike, bilêv kir ku her diçe bax hişk dibin. Demîr, da zanîn ku pirsgirêka wan î mezin bêavîyî ye û got, ji bo vê wan gelek caran serî li Qeymeqamtiya Erdîşê daye lê belê serlêdana wan nehatiye bersivandin.

Demîr diyar kir ku ger kooperatîf an jî fabrîke bên çêkirin wê hejmara rezvanan zêde bibe û got: “Li gundên din jî ji ber bê avîtiyê rez hişk dibin.” Her wiha Demîr, şêniyên gund bi hev re cihokên avê çê kirine lê belê ev cihok têra wan nake û got, dewletê tu sozên xwe bi cih neaniye. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar