Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Rêzan Şêx Dilêr: Guhertinên mezin bi destê jinan çêdibin

Parlamentera berê Rêzan Şêx Dilêr diyar kir ku divê pirsgirêkên jinan bi rêyên aştiyane werin çareserkirin û wiha axivî: “Tevlîbûna jinan a di qada siyasî de girîng e. Ji ber ku guhertinên mezin bi jinan çêdibin, ger jinek siyasî be divê parastinê li hemû mafên jinan bike.”

Ji her çar parçeyên Kurdistanê aliyê herî zêde tundî li ser jinan tê meşandin başûrê Kurdistanê ye. Li Başûr rojane nûçeyên êrîş, kuştin, xwekuştina jinan derdikevin û gelek bûyerên din yên şidetê jî veşartî dimînin. Di sala 2011’an de li parlamentoya Herêma Kurdistanê yasaya hejmara 8 ya ku ji 10 madeyan pêkdihat û ji bo nehiştina tundûtujiyê bû, hat derxistin. Tevî di sala 2022’yan de ev yasa hate guhertin jî, lê li gorî pisporan hîn jî ji bo rê li tundiyê were girtin, pêwîstiya yasayê bi guhertinê heye. Parlamentera berê ya parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr derbarê rewşa jinan de nerînê xwe anî ziman.

Li gorî Rêzan Şêx Dilêr, heya niha malbat li beramberî hev hişyar nebûne û ev jî yek ji sedemek yê tundiya li ser jinane û wiha pêde çû; “Li ser meseleya şerefê tenê jin tên kuştin, ji bo vê pêwîste hîn zêdetir civak û malbat hişyar bin. Divê pirsgirêkên jinan bi rêyên aştiyane werin çareserkirin, nabe weke pirsgirêk lê werin kirin, ji bo rê li vê jî were girtin pêwîstiya me bi yasaya ceza ya Iraqê û yasayên dijî tundûtujiya malbatê hene ku carek din werin guhertin. Ji ber ku hinek madeyên vê yasay, pirsgirêkên malbatan çareser nakin û nabin sedema wê ku tundî xilas bibe.”

Di dewama axaftina xwe de Rêzan Şêx Dilêr dibêje; “Divê jin ji mal derbikevin û kar bikin, ji ber jin hertim di malê de bimînin wê rûbiruyî tundiyê bên. Ji bo vê jî divê derfetên kar ji bo jinan bên afirandin û rê neyê dayîn jin ji derve jî rûbirûyî tundiyê bên. Ger jin xwedî aboriyek serbixwe bin, li mal jî azad bin, wê êdî weke meseleya namûsê li wan neyê temaşekirin.”

Di dawiya axaftina xwe de parlamentera berê ya parlamentoya Iraqê Rêzan got; “Tevlîbûna jinan a di qada siyasî de girîng e, ji ber ku guhertinên mezin bi jinan çêdibin, ger jinek siyasî be divê parastinê li hemû mafên jinan bike. Lê hinek jinên ku di partiyên siyasî de jî kar dikin, gelek caran bi aqilê zilamslariyê kar dikin, ji bo vê wek jin em jinan bihilbijêrin da ku di dema bê de jî bibin dengê jinan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar