Aktîvîst û mamosteyên Helebçeyê bertek nîşanî rêzefîlmên tirkî dan û wiha gotin: “rêzefilmên tirkan bandoreke metirsîdar li ser perwerdeya zarokan û ciwanan çêdike. Wisa kirine ku çanda kurdan êdî li ber çavê gel reş bûye. Rêzefilmên tirk di warê perwerde û tevgerê de ziyaneke mezin daye ciwanên Başûr.”
Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî rojava û başûrê Kurdistanê re, li başûrê welat bertekên pir tund hatin nîşandan. Di vê çarçoveyê de li dijî kel û pêlên dewleta tirk kampanyaya boykotê hate destpêkirin û ev boykot di gelek beşên din de jî pêş ket. Li hêla din xebatên girîng ên ji bo yekitiyah neteweyî hatin kirin. Di serdemekê wiha de, partiyên serdest ên başûrê Kurdistanê YNK û PDK biryarên sosret didin. YNK û PDK film û berhemên kurdî qedexe dikin û deriyên holan lê digirin. Lê li hêla din jî ji bo berhem û filmên biyanî û tirkan bi sedan milyon dolaran xerc dikin.
Ev hewldane bi taybet jî di nava çend salên dawî de ji hêla rêveberiya Başûr ve bi zanebûn û li gorî bernameyekê tê kirin. Bi awayeke berbiçav çand û hunera biyanî û tirkî pêşkêşî civakê tê kirin. Têkildarî mijarê aktîvîst û mamosteyên Helebçeyê ji Rojnewsê bi Hewrê Kirêkar re axivîn.
‘Mînaka çanda tirkan li cîhanê nînin’
Der barê mijarê de aktîvîst û endama Rêxistina Wad a almanî Jîno Xelîl got ku rêzefilmên tirkan bandoreke metirsîdar li ser perwerdeya zarokan û ciwanan çêdike û wiha domand: “Wisa kirine ku çanda kurdan êdî li ber çavê gel reş bûye. Hînî çanda tirkan dikin. Mînakên vê çandê di cîhanê de nînin. Rêzefilmên tirk di warê perwerde û tevgerê de ziyaneke mezin daye ciwanên Başûr. Dixwazin xwe bişînin karekterên di rêzefilman de û bûyerên wan bijîn.”
‘Rêzefîlmên tirkî ne li gorî çanda perwerdeya me ne’
Têkildarî mijarê mamosta Saman Yarweyîs jî diyar kir ku ew xwedî çandekî perwerdeyê ya cuda ne û wiha pê de çû: “Tu bingehên rêzefilmên tirkî di nava civak û perwerdeya me de nîne. Di çarçoveya planên siyasî û aborî de tên weşandin.”
Gelek fîlm hatine qedexekirin
Heta niha li başûrê Kurdistanê gelek fîlmên kurdî hatine qedexekirin û hêzên asayîşê jî deriyên holên sînema û hunerê girtine. Her wiha navendên galerî û muzexaneyan hatin girtin. Herî dawî fîlmê ‘Ji Bo Azadiyê’ ku ji hêla derhêner Ersîn Çelîk ve hatibû kişandin û sed rojên berxwedana Sûrê vedigotin bi hinceta ‘Ne li gorî berjewendiyên ewlehiya bajar e’ hate qedexekirin. HELEBÇE