Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Riha veguherî qada leşkerî

Riha ku wekî qada pişt a şer e, veguherî qada leşkerî, li ser rêyan tang, ambûlans û hêzên çekdar ên paramilîter hatin bicih kirin. Dîsa gelek nokteyên lêgerînê hatin avakirin

Êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi tang, top, balafirên şer di 9’ê Cotmehê de dest pê kir, di roja 9’emîn de berdewam dike. Piştî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, Riha ku wekî qada pişt a şer e, bûye qada leşkerî. Li ser rêyên Riha û navçeyên wê, sevkiyata tang, obus, maşîneyên zirxî, lojîstîk û ya leşkerî didome û her diçe zêde dibe. Ambûlansên ji bajarên derve anîn Rihayê bê navber birîndar û cenazeyan dibin û tînin.

Cihê herî zêde şer bi dijwarî lê didome, navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ye. Navçeya Serêkaniyê bûye wekî bajarê xerabe û wêran. Navçeya Serêkaniyê li welatiyên sivîlan hat girtin. Kesên derve diçin Serêkaniyê di kontrola akreditasyon û qeydên Kutukê re derbas dibin. Zeviyên Cotmeha TÎGEM’ê bûye qada hêzêm paramîlîter ên “Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (MSO)”. Komên “MSO” bi hêsanî li kolanên navçeya Serêkaniyê digerin. Komên “MSO” di navçeya Serêkaniyê re derbasî binxetê dibin û êrîş dikin.

Dîwaran datînin

Ketin û derketina navçeya Serêkaniyê di bin kontrola leşkeriyê de ye. Destûr nadin ku kesên biyanî têkevin taxên nêzî navçeyê. Sewqîyata leşkerî ya navçeyê didome. Dîwarên li ser sînor ên di roja ewil de rakirin, ji nûve datînin.

Kaniya Xezalan

Yek ji navendên şer jî navçeya Kaniya Xezalan e ku herî zêde ereb lê dijîn e. Li navçeyê rewşa awarte hatiye avakirin û ketin û derketin di kontrola leşkeran de pêk tê. Nokteyên lêgerînê bi kîlometreyan dûrî navçeyê hatine avakirin. Hemû kesên diçin Navçeya Kaniya Xezalan di lêgerinê re derbas dibin. Li navçeya Kaniya Xezalan ku li hemberî herêma Girê Spî ye endamên “MSO” li wir tûra davêjin. Sewqîyata leşkerî didome.

Wêranşar

Li navçeya Wêranşarê ku 50 kîlometre dûrî sînor e jî tevgera ambûlansan pir zêde ye. Ambûlans bê navber ji navçeya Serêkaniyê cenaze û birîndaran tînin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Rihayê. Hêjmarek pir zêde ambûland ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê anîn li baxçeyê Mala Mamosteyan a Wêranşarê dane rawestandin û birîndaran dibin û tînin. Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê ji sivîlan re hatiye girtin. Polîsên hêzên çevîk li pêş beşa lezgîn nobetê digirin.”

Sewqiyata leşkerî didome

Sewqiyata leşkerî ya navçeya Serêkaniyê bê navber didome. Di nava rojê de 10 otobusên mezin endamên “MSO” ji derve anîn û birin Serêkaniyê. Dîsa cerdevanên gundên Wêranşar û Sîweregê kom dikin û wan dibin eniya şer.

Bêrecûk

Li navçeya Bêrecûk jî rewşek awarte hatiye avakirin. Li vir jî liv û tevgera eskerî pir zêde ye. 12 gundên ser sînor ê Bêrecûkê bi temamî hatin valakirin . Gundê Aşme û gundên din ên Kobanê e bê navber topbaran dikin. Hêzên HSD’ê jî li dijî topbaranan bersîv didin û li qereqolên TSK’ê dixin.

Pirsûs

Li navçeya Pirsûs a Rihayê jî tevgera polîs û leşkeran pir zêde ye. Rojnamegerên akrediteya wan tune be nikarin têkevin navçeya Pirsûsê. Dîsa destûr nadin kes biçin gundên ser sînor. 29 gundên Pirsûsê yên li ser sînor bi gefên valakirinê re rû bi rû ne.

Navenda Rihayê

Navenda Rihayê jî bûye navenda birîndar û cenazeyan. Bê navber bi ambûlansan birindaran tînin Nexweşxaneyên Mehmet Akîf Înan û Nexweşxaneya lêkolîn û perwerdehiyê ya Rihayê. Beşên nexweşxaneyan ên ji leşker û tîmên taybet re hatin veqedandin destûr nadin kesên din biçin wir. Dîsa destûr nadin kes biçin beşa morgê jî. Ji roja ewil de tevgera ambûlansan a çûn û hatina nexweşxaneyan pir zêde ye. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar