Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Riham Heco: Rêber Apo rêya azadiyê ye

Riham Heco diyar kir ku dewleta tirk a dagirker hewl dide xwe li ser xeta stratejîk xwe li herêmê mayînde bike û wiha got: “Li hemberî dagirkeriyê tenê rêyeke ku divê em ji xwe re hilbijêrin heye, ev rê rêya azadiyê ye û rêya Rêber Apo ye. Divê ku em tekoşîna xwe di vê rêyê de bidomînin. Rêya çareseriyê rêxistinbûyina me ye û paradigmaya netewa demokratîk e.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê derbên giran ji gerîlayên HPG-YJA Starê dixwin û hatin ber hilweşînê, xwe davêjin ber Iraq û Îranê. Piştî ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan serdana Hewlêrê kir, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî di 22-28’ê çileyê de serdana Bexdayê kir. Dû re di 4’ê sibatê de şandeya ku Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî Metîn Gurak jî di nav de di asta bilind de serdana Iraqê kir. Piştî van serdanan ji bo fermanê bidin  malbata sîxur Barzanî çûn Başûrê Kurdistanê.  Tê diyar kirin ku dewleta tirk li dijî Garê, Zap, Metîna û Avaşînê amadekariyeke êrişeke berfireh dike. Her wiha tê ragihandin ku dewleta tirk li ser xeta  Mûsil, Kerkûk û deşta Nînovayê jî bi heman armancê di nav hin amadekariyan de ye.

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Heco der barê danezana hevpar a Iraq û Tirkiyeyê û amadekariyê operasyona ku tê kirin de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.

Riham Heco diyar kir ku bi bi saya tekoşîna ku tê dayin civaka êzidî hebûna xwe li herêmê mayinde kiriye û wiha axivî: “Dewleta tirk li dijî tevgera azadiyê şerek daye destpêkirin. Lê belê ev şer ne tenê li hemberî du aliyane ev şer li dijî daxwaza azadiya gelê kurd hatiye destpêkirin. Dewletên desthilatdar niha dixwazin ku şerê xwe yê ku dide ferzkirin berfireh bike. Lêbelê tevgera azadiyê jî niha bi tekoşîna ku dide pêşengiya azadiyê dike û şerê aştiyê û wekheviyê dide meşandin. Divê ku herkes vê bizanibe ku şerê ku tevgera azadiyê li vê derê dide nebûya dibe ku êzidî îro ne xwedî bi hêz ban û me nedikarî ku xwe birêxistin bikira. Ne tenê Şengal her çar perçeyên Kurdistanê jî projeya netewa demokratîk a xwesere. Heta roja îro jî ji bo avakirina vê pergalê bedel tên dayin. Hêza azadiyê hêza gel e.”

Gelek dewlet piştgiriyê didin dewleta tirk

Hevserok Riham Heco bi lêv kir ku di amadekariyên operasyoneke nû ya dewleta tirk de NATO piştgiriyê dide û got:” Ev şerê ku dewleta tirk li dijî gelê kurd daye destpêkirin şerê nasname û bawerî qetilkirine. Di van 74 fermanên ku li ser civaka me ya êzidî pêk hatin jî li dijî çand, ziman û nasnameya me pêk hatin. Lê civaka êzidî her tim li tevî van êrişan zimanê xwe, baweriya xwe û çanda xwe parastine. Di şerê ku îro amadekariyê wê tên kirin dewleta tirk ne bi tena serê xwe tevdigere. Gelek dewlet piştgiriyê didin dewleta tirk. Dewleta tirk nikare ku bi tena serê xwe vî şerî bide meşandin. Ji ber wê jî rehet tevdigere. NATO bi xwe jî piştgiriyê dide dewleta tirk. Heke ku îro ev piştgirî nehatiba dayin dewleta tirk evqasî çiyayên Kurdistanê bombardiman nedikirin û pêşengên gelê kurd qetil nedikirin. Di van hedef girtinan de gelek fermandarên YJŞ’ê û YBŞ’ê jî hatin qetilkirin. Neviyên Osmaniyan niha careke din dixwazin ku komkujiyekî pêk bînin. Lêbelê vê komkujiyê nikarin bi rehet pêk bînin. Çimkî gelê kurd êdî xwe birêxistin kiriye û dikare ku ne bi alikariya ti kesî bi tena serê xwe li dijî wan tebikoşe.”

Şerê dewleta tirk dê bi xwe re xeteriyên mezin bîne

Di berdewamiya axaftina xwe de Riham Heco bal kişand ser xeteriyên ku wê êrişên i ser herêmê wan bi xwe re bînin û wiha domand: “Niha Tirkiye leşkerên xwe aliyê Bakşiyê bi cih dike û dixwaze ku xwe bigihine Şengalê. Ev xet, xeteke stratejîk e û dikare li ser vê xetê bi rihetî xwe bigihîne Rojava jî. Dixwaze di vê operasyonê de heta Rojava û Helebê jî biçe. Amadekariyên şer ê dewleta tirk dê bi xwe re xeteriyên mezin bîne. Erdogan di her axaftina xwe de vekirî dibêje ku ew ê li dijî gelê kurd şereke mezin bide destpêkirin.Çend sal beriya niha dema ku nû ketine herêma Başûrê Kurdistanê Erdogan got ku,’ ez ê mehekî de tevgera azadiyê nehêlim’ lê wê hizrê nake ku gel pişt tevgera azadiyê ye û ew ê nekare bi hêsanî êriş bike. Wê nikare wê tirsê dilê gel de biçîne. Gotibû ’em ê mehekî de xelas bikin’ lê ev sê sal derbas bûn jî ew xeyalê wan pêk nehat. Sedsal jî derbas bibe ev xeyalê wan dê pêk neyê. Geleke ku azadiyê daxwaz bike kesek nikare pêşiya wî bisekine. Ew kincê koletiyê yê ku hatiye qetandin dê careke din li xwe nekin.”

Hêza gel ji qanûnên wan mezintir e

Riham Heco da zanîn ku Tirkiye bi PDK’ê û Îran jî bi hêzên xwe yên Haşdî Şabî dixwazin hebûna xwe li herêmê mayinde bikin û ev tişt got:”Li dijî vî şerê ku bê destpêkirin tişta herî xurt têkoşîn û rêxistinbûyina kurde. Gel çiqasî xwedî helwest, xwedî îrade be dê bikaribe ku ev şerê ku li dijî hebûna wî hatiye îlankirin têk bibe. Dema ku DAIŞ’ê êriş anîn li ser Şengalê jî Hikûmeta Bexda û Hewlêrê bi Tirkiyeyê re bûn tifaq û hevkar. Lêbelê tekoşîna ku vê civakê da ev tifaqiye vala derxist. Ev tifaqiye berdewamiya desthilatariya wan e. Ew tifaqiya ku wan li dijî Şengalê çêkiriye ji wan re hêz e. Bi vê armancê siyaseta xwe didin meşandin. Beriya niha jî bi gelek rêbazên cuda xwestin ku armancên xwe bi cih bînin. Lê ew armacên li vir pêk nehatin. Hêza gel ji qanûnên wan mezintir e.  Beriya niha di navbera Iraq û dewletên din de jî gelek hevdîtin çêdibin. Ev jî zexteke mezin li ser hikûmeta Iraqê dike. Aliyekî Îran, Tirkiye heye. Tirkiye bi rêya PDK’ê û Îran jî bi Haşdî Şabî xwe li vir bi nav dike. Ev jî li ser Iraqê tesîra xwe dike. Di dîrokê de heta niha Iraq her tim weke navenda pirsgirêkan a Rojhilata Navîne. Dewletên serdest her tim ev der ji xwe re kirine qada şer. Ji ber wê cihê Iraqê bi xwe jî ciheke stratejîke. Weke sifreyekê ye û herkes dixwaze ku para xwe li ser wê sifreyê bigire.”

Têkildarî danezana hevpar a Iraq û Tirkiyeyê de jî Riham Heco ev tişt anî ziman: “Tirkiye her tim li ser Iraqê gef dixwe. Beriya niha bi ser pirsgirêka avê gef lê dixwarin û dixwest ku Iraqê nêçari xwe bike. Di navbera wan de hevdîtin jî çêbûn. Piştî van hevdîtinan hatin serdana Sudanî kirin.Piştre serdana reîsê Iraqê li Şengalê çêbû. Ev serdana wan a Şengalê jî ne ji hevdîtina wan a bi Tirkiyeyê re qute. Di vê tifaqiya wan de hedefa wan de Şengal jî heye. Ev planeke amadekiriye û niha jî li gorî wê planê tevdigerin.”

Riham Hecoê diyar kir ku li dijî operasyonên dagirkirinê yê dewleta tirk pêwîstî bi şerê gel ê şoreşgerî heye û wiha pê de çû: “Piştî van hevdîtinan muhafizê Ninova jî hate Şengalê. Di bin navê serdanê de planekê dikin. Di vê hevdîtinê de jî bi eşîran re civîn li dar xistin. Piştre daxuyanî da û got,’bi vê peymana 9’ê cotmehê bê çêkirin’ careke din kir rojev. Iraq her tim di gotina xwe de israr dike.  Dewleta Iraqê dixwaze ku Şengalê jî bike perçeyeke vê tifaqê û dagir bike. Iraq bi vekirî nabêje ku ez bi wan re bi tifaqim û vê bi şiklekî jî  qebûl nake. Daxwazên wan qebûl nake lê li dijî êrişên dewleta tirk jî xwe bêdeng dike. Dewleta tirk jî bi riya sixûrtiyê pêşengên me qetil dike. Lêbelê li dijî vê planê divê ku şerê gel ê şoreşgerî bê birêxistinkirin. Xeta şerê gelê şoreşgerî divê ku xeta xweparastinê ji xwe re esas bigire. Em niha di nava hebûn û tunebûnê de ne. Ev dê gelek bedel bixwaze lêbelê divê em dev jê bernedin. Wext ew wexte ku em xwedî li tekoşîna xwe ya cewherî derbikevin. Her dewletek ji bo berjewendiyên xwe tevdigere. Divê ku em jî ji bo berjewendiyên xwe tebikoşin û bizanibin ku berjewendiya me tifaqiya me ye. Rêyeke ku din em ji xwe re hilbijêrin nine, ev rê riya azadiyê ye û rêya Rêber Apo ye. Divê ku em tekoşîna xwe di vê rêyê de bidomînin. Rêya çareseriyê rêxistinbûyina me ye û paradigmaya netewa demokratîke. Em ê bi tecrûbeyên berxwedanê bersiva van tifaqên qirêj bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar