Li çar hawirdorên Kurdistanê, dewleta dagirker a tirk bi hêzên xwe yên artêş, MÎT û tora xwe ya sîxûran û bi îxanetkaran re êrîşên ku di dîrokê de mînakî wî nîne pêş dixe. Li çiyayên Kurdistanê, bi destê artêşa xwe çekên ku di qada navneteweyî de hatiye qedexe kirin bi kar tîne, bi riya balafirên şer û balafirên keşfê êrîşên gerîllayên azadiya Kurdistanê dike. Niha asta êrîşan mirov dikare bêje ku di sedsala dawî de êrîşên ku nehatiye kirin tê kirin. Li hember vî jî berxwedana ku her roj rûpelên dîrokê tije dike heye ku ew jî mînakî wî nîne, her roj cûda berxwedan dibîne van çiyayan.
Niha dewleta dagirker a tirk bi rejîma AKP-MHP û faşîstê şef Erdogan maseyek daniye pêşiya xwe û li ser maseyê jî “Qirkirina kurd û dagirkirina Kurdistanê” nivîsandiye. Her polîtîka, her civîn, her gavên aborî, civakî, çandî, dîplomatîk li ser vê esasê davêje. Ev dewlet û ev rejîm radize dibêje kurd nîne, heqe hebe jî bila kurd bimre, em ê kurd bikujin, radibe dîsa ev. Ev nefes her gav, her hevok, her tişt ji bo vî ye. Gelê kurd helbet bi temamî nebejî gelemperî ev tişt fêm kiriye. Yên fêm nekiribe jî wê ev rejîm û ev dewlet bi zulm û zordariya xwe wê bide fêm kirin. Her Kurd di hedefa tunekirina wan e. Tu rizgariya kurdek nîne. Çawa ku sedsala pêştir dewlet li ser esasê tunekirina Kurd hat avakirin, niha jî li ser vê esasê dixwaze sedsala xwe yan duyemîn bidome. Lê tiştek heye wek derd û kulek ketiya nava vê rejîm û dewletê, têkoşîn û berxwedana ku bi pêşengtiya Rêber APO û PKK dimeşe ye.
Hûn bixwazin an nexwazin hûn dûrbin an nêzikbin, hûn di hundir de bin an li derveyî şer bin, hûn bibînin an nebînin, êrîş heye, şer heye û berxwedan û têkoşîn heye. Zelal e, vekiriye, li ber çavane dixwazin jiyana me ji me bigirin, Rêberê me tecrît dikin, welatê me kirine bin lingên xwe li ser dilîzin, lê em li vir in parazvanê vî welatî şervan û gerîlla hene. Rejîm û dewlet ji bo Kurdan, sê tişt çêdike. Yek goristane yek jî zindane yek jî çeke. Divê ev bê dîtin, bê zanîn, çavê me kor be jî, guhên me ker be jî em nezanbin jî heye, ev rastî her heye û heta em neşkînin, têk nebin wê her hebe.
Madem wisa ye ev rejîm û dewletê re gotinên me, kirinên me û sekna me heye. Rêber APO, bi parêznameyên xwe her rê daye pêşiya me ku em karibin li hember vî têkoşîn û berxwedanê pêş bixin. Rê çiye? Rê, heqe dîplomasî be bike, siyaset be bike, aborî be bike, di nav civakê de hişyar kirin be bike, çi dikarî bike divê bikî. Her rê nemubahbe jî divê em riyên ku li ser esasê riya Rêber APO û PKK be ku têkoşîn li hember vê rejîm û dewletê were pêş xistin. Heqe gelê kurd, li gor hêza têkoşîn pêş bixe ev rejîm û dewlet du roj nikare li ser lingan li ber xwe bide wê çem û çem li ber bayê gelê kurd biçe ser sergoya dîrokê. Ji bo vê yekê çi dibe bila bibe divê kurd xwe bêhêz nebîne, parêznameyên Rêber APO bixwîne. Dewlemendiyek herî mezin di wir de ye, perspektîf û her rê ji bo têkoşînê hatiye dest nîşan kirin.