Her diçe tundiya li dijî jinan û cinayetên jinan zêdetir dibin. Ligel vê niha jî îktîdara siyasî Peymana Stenbolê hedef girtiye. Her wiha bertekên rêxistin û gelek derdoran ên li dijî vê yekê jî didomin.
Endama Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) Ayşe Esmer hewldanên ji bo vekişandina ji Peymana Stenbolê wekî ‘polîtîkayên dijminatiya jinan dikin’ şîrove kir û wiha got: “Her êrîşa li dijî me û destkeftiyên me bi berxwedaneke hîn mezintir re rû bi rû bimîne.”
Esmer destnîşan kir ku ew ê li ber zext û zoriyan paş de gav navêjin û ev tişt anî ziman: “Em li vê derê ne. Em dev jê bernadin. Êrîşên li dijî Komeleya Jinan a Rosayê, TJA’yê û jinên sosyalîst tu carî bi ser nekevin. Ev êrîş jî nîşan didin ku bê ka çiqasî ji hêz û têkoşîna jinan ditirsin.”
Di axaftina xwe de Esmer anî ziman ku ên li ber peymanê radibin haya wan ji xalên peymanê tuneye û wiha domand: “Îktîdar û alîgirên wê ku carekê jî Peymana Stenbolê venekirine û nexwendine, radibin destdirêjiyê dikin. Heman îktîdar nikare Gulistan Dokû ya bi mehan e windaye bibîne. Ev îktîdar, ew îktîdar e ku ji bo jinên tên kuştin gotinekê jî nake, ser tecawiza Fatma Altinmakas digire û îstîsmarkirina zarokan rewa dibîne. Haya me ji êrîşan heye. Em ê li ber van êrîşan têkoşîna xwe xurtir bikin.”
Rizgarî rêxistinbûyîn û berxwedan e
Esmer diyar kir ku tekane rizgariya jinan ‘rêxistinbûyîn û berxwedana pev re ye’ û wiha pêde çû: “Em ê dev ji têkoşîna xwe ya li dijî feraseta ku karê malê li jinan ferz dike û hemû êrîşan di bin navê ‘fitratê’ de rewa dike, bernedin. Li dijî fitrata wan berxwedana me heye. Wê tu êrîş û terora binçavkirinê nikaribe têkoşîna me ya azadiyê rawestîne. Her ku êrîş bikin em ê li ber xwe bidin. Tekane rizgariya jinan rêxistinbûyîn û berxwedana pev re ye.”
‘Zemîna komkujiyan amade dikin’
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Seval Gulmez jî destnîşan kir ku vekişandina ji peymanê tê wateya ‘jin ji jiyanê tên qutkirin’ û bi bîr xist ku di meha tîrmehê de 30 jin hatine kuştin û wiha got: “Xwevekişandina ji Peymana Stenbolê, amadekirina zemîna ji bo komkujiyan e. Her roj gelek jin tên kuştin. Divê careke din girîngiya Peymana Stenbolê bê bibîrxistin.”
Gulmez destnîşan kir ku di serî de jinên kurd û bi giştî jî hemû jin li azadî û heqîqetê digerin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êrîşa îktîdarê ya li ser nasnameya jinê ev e; ‘Hûn jin in, heger lêgerîna we ji bo azadiyê be, naxwe mirin di heqê we de ye.’ Jinan ev peyam girt. Lê bersiva me ya ji bo vê peyamê pir zelal e. Em ê li dijî feraseta ku dixwaze me hepsî malan bike li kuçeyan bin. Em ê li her derî mafê xwe yê gotinê bi kar bînin.” AMED