Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Rizgariya ji êrîşan, bi bilindkirina têkoşînê dibe’

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Siltan Hemo têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna hevpar a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê bi Nesrîn Denîz re axivî.

Siltan Hemo da zanîn ku wî ji ewil di sala a 1982’yan de têkoşîn nas kir û wiha got: “Beriya ku partiyê nas bikim, me dizanî ku em kurd in. Lê belê ji aliyê kurdayetî û welatparêziyê ve em zêde zane nebûn. Me hêdî hêdî PKK, têkoşîn nas kir. Li ser bingeha felsefeya Rêbertî û şehîdan karê gel dikir. 15’ê Tebaxa 1990’an li akademiya Mahsûm Korkmaz min bêhtir îmkan dît ku Rêbertî nas bikim.”

‘Xwe ne bi min, bi şehîdan ve girê bidin’

Bi domdarî jî Hemo anî ziman ku ji ewil Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li akademiyê dîtiye û wan kêliyan wiha vedibêje: “Dema ku destpêkê çav li Rêbetî ketim min bawer nekir. Gelekî kelecanî bûm. Rêbertî li ser 15’ê Tebaxê nirxandin dikir. Şer nedixwest û digot; ‘Em vê yekê li ser bingeha parastina ji êrîşan dibînin.’ Ev partî bi keda şehîdan ava bû. Rêbertî di nirxandinên xwe de digot; ‘Şehîd beriya min in. Xwe bi min ve girê nedin. Xwe bi şehîdan ve girê bidin.’ Rêbertî hêz da me, hezkirina têkoşînê da me. Jiyana Rêbertî timî kar û xwendin bû. Ji me jî dixwest ku em bixwînin û xwe bi pêş bixînin.”

Hemo diyar kir ku Ocalan derfeta têkoşînê dide hemû gelan û wiha pê de çû: “Nirxandinên Rêbertiyê îro pêk tên. Nêzikatiya gelê ereb a li têkoşînê jî nîşan dide ku tevgera azadiyê ji bo tevahiya mirovahiyê têdikoşe. Di ol de jî mîna Rêbertî qala biratiya gelan tê kirin. Rizgariya me bi biratiyê dibe. Niha li Til Temirê em kurd, ereb, asur û gelên din bi hev re dijîn û têdikoşin.”

‘Dixwest ku temamiya civakê tev li têkoşînê bibe’

Herî dawî jî Hemo ev tişt anî ziman: “Rêbertî digot; ‘Ger hûn nikaribin şer bikin, qet nebe li nava gel keda şehîdan bînin ziman, qala têkoşînê bikin û derdora xwe bi rêxistin bikin. Tiştek ji destê we neyê jî ji bo azadiya mirovên bindest dia bikin.’ Dixwest ku her kesên li nava civakê tev li vê têkoşînê bibe û çi ji dest tê bike. Îro jî tê dîtin ku li nava gelê herêmê yekbûyîn û rêxistinbûyîn roj bi roj mezin dibe. Em daxwaza azadiya Rêberê xwe dikin. Gelê herêmê her roj xwedî li vê kedê, vê partiyê û şehîdan derdikevin û bêhtir tev li dibin. Li dijî êrîşan, rizgariya me bi têkoşînê dibe. Şoreş roj bi roj mezin dibe.” TIL TEMIR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar