Navenda Nûçeyan |
Wezîrê Karê Hundir ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di rojên borî de diyar kir ku belavkirina rêjeya tund û tujiya dijî jinan a ji aliyê rêveberiya têkoşîna dijî tund û tujiya jinan ve, hatiye qedexekirin.
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi daxuyaniyek nivîskî nerazîbûna xwe anî ziman.
RJAK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Erkê sereke yê rêveberiya têkoşîna dijî tund û tujiyan, belavkirina rêjeya tund û tujiyê ye. Ev biryar di demek wisa de ye ku Herêma Kurdistanê dibin qeyrana aborî, civakî û malbatî de ye. Ev qeyran dibin sedemê tund û tujî zêde bibe. Welatek weke Fransa dema karantînayê de, ragihand ku ji sedî 30 tund û tujî li welatê wan zêde bûye. Li Herêma Kurdistanê jî rêjeya tund û tujiyê zêde bûye.
Li gorî rêxistina me, di nava 3 mehan de 28 jin di encama tund û tujiyê de jiyana xwe ji dest dane. Ev rastî derdixe holê ku li Herêma kurdistanê rewşa jinan gelek xirabe û tund û tujî zêde bûye. Em tu carî rêjeya ku rêveberiya têkoşîna dijî tund û tujiyê, nabînin. Biryara qedexekirina belavkirina rêjeyan, zengeke metirsîdar e.
Hikûmet û desthilat di asta yekem de ji komkujiyên jinan berpirsyar e. Em weke RJAK’ê vê biryarê bi tundî şermezar dikin. Bang li hemû jinan dikin da ku dijî biryarê dakevin qadan û xwedî helwest bin.”