Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

RJAK’ê daxwaza rawestandina kuştina jinan kir

Li Kerkûkê Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) banga rawestandina xwekuştin û kuştina jinan kir û daxwaza helwestê kir

Li Kerkûkê Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) li dijî kuştina jinan û xwekuştina jinan daxuyanî da.

Endama Desteya Rêveberiya RJAK’ê Dilvan Ekrem daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya RJAK’ê de ev tişt hat gotin: “Di destpêka sala 2020’an de li Herêma Kurdistanê û Iraqê  hejmarek jinan xwekuştiye, yan xwe şewitandine. Hefteya borî jî li taxa Şorecî ya Kerkûkê jinek temen 40-45 salî bi kuştî hate dîtin. Her wiha li Ranyayê du jin û li Çemçemalê jî jinekê xwe kuştin.

Em weke RJAK’ê li hemberî xwekuştin û xweşewitandinê de bêdeng nabîn. Em ê çalakî û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê çalakiyên xwe yên ji bo şiyarkirin û rêxistinkirina jinan berdewam bikin da ku bigihîn mafên xwe. Daxwazê ji parlamenteran dikin ku mîna rêxistinên jinan beşdarî têkoşîna li hemberî xwekuştin û xweşewitandina jinan bibin.  Ew jina ku li bajarê me hatî kuştin û nasnameya wê nediyar e, lê weke jin nasnameya wê diyar e. Lewma divê yasa û polîs ji berî kuştina jinan berpirsyartî bigirin, ne ku piştî kuştinê serpereştiya dosya wan bikin.” KERKÛK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar