Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

RJAK’ê kongreya xwe ya 5’emîn li dar xist

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi dirûşma ‘Bi perwerde, rêxistin û parastina jinan, azadiya şexsî û sîstema demokratîk a gel mîsoger dikin’ kongreya xwe ya 5’emîn li dar xist

Navenda Nûçeyan |

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) di 28’ê Gulanê de li salona Lahey a Kerkûkê bi tevlibûna 250 jinên ku ji Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr, Mexmûr, Musil, Şengal û Diyaleyê hatibûn, kongreya xwe ya 5’emîn li dar xist. RJAK’ê bi dirûşma ‘Bi perwerde, rêxistin û parastina jinan, azadiya şexsî û sîstema demokratîk a gel mîsoger dikin’ kongre li dar xist. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Di destpêkê de Soma Ferhad peyama komîta amadekar a kongreyê xwend û wiha got: “Rêxistina me her du sal carek kongreya xwe li dar dixe. Me kongreya xwe ya çarem di 5’ê Çileya 2018’an de lidar xist. Ji ber virûsa koronayê me nekarî kongreya xwe ya pêncem di 2020’an de lidar bixin, ji ber wê em niha lidar dixin.”

Ocalan û jinên berxweder silav kirin

Necîbe Omer jî axaftina vekirinê ya kongreyê kir û xêrhatina hemû delegeyên kongreyê kir û kongre li wan pîroz kir.

Necîbe Omer tevayî jinên berxwedanvan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û ev tişt anî ziman: “Herêm bi awayek giştî di nava şer û aloziyan de derbas dibe. Naveroka hemû şeran, şerê îdeolojiyê ye û şer di navbera hêzên namusperest û eniyên ku jin pêşengtiyê ji têkoşînê re dikin pêk tê. Ji bo wê lidarxistina vê kongreyê, carek din kar û xebatên jinan di ber çavan re derbaskirin gelek girîng e. Daku bikarin bibin hêzek erênî bikarin bandorê li ser rewşa heyî bikin.”

Nerazîbûnên jinan gihişt lûtkeyê

Necîbe Omer destnîşan kir ku hemû sîstemên ku hebûn û nasnameya jinan înkar dikin, wê rûbirûyê hilweşandinê bibin û wiha got: “Di çend salên borî de nerazîbûnên jinan gihiştine lûtkeyê û her kesê îlham ji têkoşîna jinan wergirtiye. Di şoreşa Rojava de şoreşa hemû jinên cihanê tê birêvebirin. Bi pêşengtiya jinan têkoşîna rêxistinî û îdeolojî birêve diçe, îdeolojiya jinan îdeolojiya gele û pişta xwe dispêre nirxên civakê. Ji îdeolojiya desthilat, netewperestî û regezparestiyê cûdatir e.”

Piştre dîwana kongreyê ya ku ji pênc kesan pêk dihat, hat hilbijartin. Di kongreyê de peyama TAJÊ hat xwendin û li ser rol û têkoşîna RJAK’ê hat rawestandin. Di peyamê de hat gotin ku xwedîderketina RJAK’ê ya li jinên Şengalê dê tu demê neyê ji bîrkirin.

Peyama Meclisa Îştarê

Endama Meclisa Îştar a Mexmûrê Fadîle Tok jî peyama Meclisa Îştarê xwend û ev tişt anî ziman: “Neheqiyek mezin e ku em li ser xaka Kurdistanê penaber dibin.  Jinên Rojava di bin çadiran de dijîn, heta niha jî çarenûsa bi hezaran jinên Şengalê nediyar e. Ji bo wê êşa me jinan gelek zêde ye.”

Fadîle Tok da zanîn tevî hemû tiştî jî ew bi şans in ku xwedî tevger û rêbertiyek mezin in û wiha axivî: “Divê jin li nasnameya xwe xwedî derkevin û pêşengtiyê ji avakirina civakek azad û wekhev re bikin.”

Rapora RJAK’ê hat xwendin

Piştre têbîniyên Ocalan hatin xwendin. Dîsa sinevîzyonek li ser kar û çalakiyên RJAK’ê yên di nava sê salên borî de hate nîşandan. Piştre jî rapora sê salan a rêxistinê hat xwendin û li ser nîqaş hatin kirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku RJAK’ê di sala 2018’an de 40 semîner, di sala 2019’an de 62 semîner li navendên xwendin, zanîngeh, peymangeh û cihên giştî lidar xistiye. Lê di sala 2020’an de ji ber virûsê û qedexeya çalakiyan wan semîner û çalakiyên xwe piranî li gundan li dar xistine. Piştre ji aliyê Sinor Kerîm ve rêziknameya navxweyî ya rêxistinê hat xwendin û delegeyan giftûgo, têbînî û pêşniyarên xwe li ser anîn ziman û piştre jî bi piraniya dengan rêzikname hat pejirandin.

Her wiha ji bo du salên bê proje, pêşniyar, planame hatin xwendin, giftûgo li ser hatin kirin û bi piraniya dengan hatin pejirandin. Di dawiyê de jî endamên Encûmena Giştî ya RJAK’ê ku ji 21 kesan pêk tên, hatin hilbijartin. Piştî axaftina girtinê, reşnivîsa encamnameya kongreyê hat xwendin, tê  payîn ku di rojên pêş de jî encamnameya kongreyê ji raya giştî re were ragihandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar