Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Robarê Elwen di nava qirêjiyê wenda bûye

Robarê Elwen û pira kevnar wek du sembolên navçeya Xaneqîn tên naskirin û ciwaniyek taybet didin navçeyê. Lê niha ji ber kombûna çop û bermahiyan li qeraxên robar dîmenek gelek kirêt derxistiye holê. Ji bo paqijiya wê jî komek ciwan dest bi pêngavek ya paqijiyê kirine û diyarkirin berpirsên navçeyê xemsar nêzî paqijiya navçeyê dibin. Yek ji berpirsên navçeyê jî diyarkir ku ew pilan dikin di sala bê de dest bi paqijiya wê bikin

Navenda Nûçeyan

Robarê Elwen yek ji robarên Kurdistanê ye ku du serkaniyên wê hene ji Siyawane û Serba Eskender ên li çiyayê Dalahu û Qelaçe ên Rojhilatê Kurdistanê derdikeve. Ji serkaniyê ta digihe ser robarê Sîrwan nêzî 160 kîlometran dirêje. Robarê Elwen 120 kîlometran di nav xaka Rojhilatê Kurdistanê de derbas dibe yê din jî di nava xaka Başûr de derbas dibe.

Robarê Elwen di naverasta navçeya Xaneqînê de derbas dibe û navçeyê xistiye du beş. Robarê Elwen li gel pira kevin a Xaneqînê bûne du sîmayên ciwaniya navçeyê. Ji ber vê çendê li cem welatiyan robarê Elwen û pira kevin a Xaneqînê xwediyê taybetmendiyek cûda ne.

Ji ber kêmbûna ava robar ya di çend salên borî de, her wiha qirêjkirina rexên robar ji aliyê beşek welatiyên navçeyê ve û bilindbûna giyayên derdora robar, komek ciwanên navçeyê dibin dirûşma ‘xweşiktiya Elwen vegerînin’ de p Endama koma ciwanên pêngav dane destpêkirin Cîlan Cihad, di derbarê pêngavê de axivî û diyarkir robarê Elwen taybetmendiyek wê ya taybet li cem xelkê Xaneqînê heye û got; “Bajarê me bi robarê Elwen tê naskirin. Lê mixabin ji ber bêxemiya aliyên peywendîdar ku giringiyê  bi robar nadin, niha li rexên robar ji ber qirêjî, giya û qamîş dîmenek gelek ne ciwan derxistiye holê.” êngavek paqijiyê ragihandine.

Cîlan Cihad da zanîn divê xweşiktiya robarê Elwen hertim were parastin, ji berku robar dikare ji bo projeyen geştiyariyê jî sûd bigihîne xelkê navçeyê. Cîlan got, lê ji ber qirêjiya derdora robar niha pira kevin a Xaneqînê jî ciwaniya xwe wenda kiriye ku weke yek ji pirên kevnar ên deverê tê zanîn.

Ciwanê bi navê Sedî Kakeyî ku ew jî tevli pêngava paqijiyê bûye got; “Wek komek ciwanên xwebexş ku me pêngavek ji bo paqijiya robarê Elwen daye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de me serdana gelek aliyên peywendîdar kiriye. Lê ti aliyek bersiva daxwazên me nedane. Ji bo mînak, me serdana şaredariya Xaneqînê kir, şaredariyê ji me re got, paqijiya wê li ser saziya avdaniya Xaneqînê ye. Piştre me serdana wan jî kir, wan jî ji me re gotin derfetên me nine em robar paqij bikin.”

Sedî Kakeyî da zanîn piştî ew ji hikûmetê bêhêvî bûn, bi rêya torên civakî zextan li ser hikûmetê û saziyên peywendîdar çêdikin daku bi erka xwe rabin û robarê Elwen paqij bikin.

Di derbarê mijarê de Rêveberê Avdêriya Xaneqînê Mueyd Şakir ji Rojnews’ê re axivî û diyarkir, “Wek saziya avdêriya Xaneqînê, me par bi nivîskî daxwaz ji rêveberiya giştî ya avdêriya Diyale kir ku budceyek ji bo paqijkirina robarê Elwen ji me re veqetînin. Lê ji ber qeyrana darayî ev daxwaza me pêknehat. Îsal jî me heman daxwaz dubare kiriye, biryar hatiye dayîn ku sala bê wê robar were paqijkirin.”

Robarê Elwen bi qasî 4 kîlometran di nava Xaneqînê de diherike, firehiya wê nêzî 120 metre ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar