Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Roboskî li dijî koçberî û cerdevaniyê li ber xwe dide’

Parlamenterê berê yê HDP’ê Ferhat Encu diyar kir ku piştî Komkujiya Roboskiyê bazirganiya sînor bi temamî qediyaye û şêniyên gund li dijî sepana “ya koçberî ya jî cerdevanî” li ber xwe didin

Di 28’ê Kanûna 2011’an de balafirên artêşa tirk li gundê Roboskiyê ya girêdayî navçeya Qilebanê ya Şirnexê 35 welatiyan ku ji heman malbatî bû bombebaran kir û 34 kes qetilkiribû. Bi ser Komkujiya Roboskiyê re 9 sal derbas bûn lê heta niha hêj berpirsiyar nehatine darizandin û di dozê de tu pêşketin tuneye. Berovajî vê yekê di nav 9 salan de dewleta tirk doza ku nema li malbatê vekir. Sedema hemû dozan jî xwestina edaletê ye. Tevî 9 sal li ser komkujiyê jî derbas bû hêj birîna malbatê wek roja destpêkê ye û hê jî daxwaza edaletê dikin.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Ferhat Encu yê ji gundê Roboskiyê ye têkildarî salvegera komkujiyê axivî. Encu diyar kir ku beriya sînor di nava kurdan de werin xêzkirin herêm çavkaniya debarê bûye û tevî ku xelkê ji xwe re bazirganiyê kiriye jî lê wek ‘qaçaxvanî’ hatine pênasekirin û ev yek xelet hatiye ziman.

Encu bal kişand ser israrkirina sînor û wiha got: “Tiştek mîna sînor nîne. Ev der sînor e, bi tel e, barîqat çêkirine yan jî dîwar lêkirine nîne, tiştek wiha nîne. Ji rêzeçiyayan re gotine sînor, bi gotina wan heke tu ji wî çiyayê derbas bibî tê binpêkirin. Pişt wî rêzeçiyayî ax, erazî û cihê giya dirûtina însanê me ye. Kengê leşker li vir hatin bicihkirin ji vir re gotin ‘ev der sînor e’ heta wê demê kesî nizanibû sînor çi ye.”

Gav bi gav sepan ketin dewrê

Di axaftina xwe de Encu sepanên polîtîkayên leşkerî yên di salên 1980 û 1990’î ku bi pirsgirêka kurd re ketin dewrê rêz kir û wiha domand: “Ewilî li ser ‘sînor’ mayinan bicih kirin. Her kesê di wir de derbas dibû û pê li mayinan dikir fêm kir ku ew der sînor e. Her pê li mayinan dikirin êş nûjen dibû. Gundên sînor hatin valakirin. Bi valakirina gundan însanan neçarî koçberiyê kirin. Yanî xwestin wan jîngehan bê însan bihêlin. Pişt re jî bi awayê aborî bi xwe ve girêdan.”

Xelkê neçarî vê rêyê kirin

Encu destnîşan kir ku bi koçberiya darê zorê re sewalkarî û çandinî ku çavkaniya debara însanan e qediya û însanan ji neçarî berê xwe dane sînor û ev tişt anî ziman: “Tenê rêyek li ber însanan ma ku sînor derbas bikin. Berê xelk ji bo serdana hev diçû û dihhat, lê ev çûyîn û hatin veguherî debara jiyanê. Çimkî sewalkarî qediya, erazî nîne. Însanan her tiştî da ber çavê xwe û sînor derbas kirin. Însan birîndar bûn, dihatin girtin û malên wan desteser dikirin. Separtina ‘di milê aborî de hûnê girêdayî me bibin’ li ser însanan ferz kirin.”

Ferzkirina cerdevanî û leşkeriyê

Her wiha Encu anî ziman ku piştî Komkujiya Roboskiyê însanan di vê rêyê de debara xwe dabîn kirin lê piştî ku di sala 2016’an de du ciwan bi guleyên topê hatin kuştin ev kar bi temamî qediya û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî komkujiyê ev rêwîtî hêdî hêdî qediya. Piştî şer dîsa dest pê kir sînor bi temamî hat girtin. Baregehên leşkerî hatin çêkirin. Her ku însanên me diçûn dihatin qetilkirin. Piştî van bûyeran însanan dev jê berde. Berê ciwanên me jî ket metropolan. Pergala cerdevaniyê li însanan ferz kirin. Ji ber feqîriyê însanan rahişt çekan. Niha rewşa herêmê wisa ye. Tenê ev ne li Roboskiyê wisa ye, li gundên derdorê jî wisa ye. Çekan didin wan û leşkeran têdigihînin. Yanî naxwazin însan li ser axa xwe azad bijîn. Wan neçarî leşkeriyê dikin. Çekan didin destê însanan. Her dever kirine qereqol, baregeh û kalekol. Bala xwe bidin pereyên ji bo polîtîkayên ewlehiyê. Seranserî rê 7-8 bendav çêkirine. Ev bendavên ewlehiyê ne. Li herêmê polîtîkaya ewlehiyê ya dewletê serdest bûye. Ji xelkê re dibêjin ‘ya hûnê çek bidin destê xwe û bibin leşkerên min an jî hûnê van deran terk bikin.’ Maf û şansê jiyankirina li ser vê axê bernadin. Ji xelkê me re tenê rêyek hiştine, yanî dibêjin ‘ya hûnê bibin cerdevan an jî bibin leşker.’ Em jî dibêjin Roboskî li dijî feqîrî û cerdevaniyê li ber xwe dide. Tekane rêya ji vê yekê pişta hev girtin û têkoşîna li dijî van polîtîkayan e.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar