Li ser komkujiya Roboskiyê re neh sal derbas bûn, va ye em ketin sala dehan. Neh sal berê li ser sînor, gundê Roboskî qetliyameke xedar pêk hat û pirên wan zarok 36 kurd di kûraya şeveke zivistanê de bi balafirên dewleta tirk hatin îmhakirin. Çawa ku 33 kesên li Qerqeliyê hatibûn kuştin nehatin jibîrkirin, komkujiya Roboskî jî nayê jibîrkirin, birîneke germ e, hê jî xwîn jê diçe.
Wê heyamê serokwezîrê tirk Tayîp Erdogan generalên artêşa tirk ji ber vê qetliyamê pîroz kiribûn. Di serdema Osmaniyan de padişahan kingê ji bo desthilatdariyê kurên xwe yan birayên xwe dikuştin, ji bo ku destê xwe ji îxanetê bişon diçûn ser cenaze, hêsrên çavan dibarandin. Piştî avakirina komarê rayedarên hikumet û dewletê û çapeminiya tirk, nemaze ji bo sûcên li dijî kurdan rûyê xwe yê reş û sûcdar tu car veneşart, şilftazî derketin gotin, kiryar em in. Qetliyamên Geliyê Zîlan, Dêrsim û yên din bi rojan derxistin manşetên rojnameyan û bi raporên artêş û hikumetê teşhir kirin. Tê têgihîştin ku ev yek piştî avakirina komarê bûye karakterekî dewleta tirk. Destê xwe yê bixwîn venaşêre, bi şanazî û serbilindî nişan dide.
Dewleta tirk ji bo sûcê qetliyama Roboskiyê nelivî, malbatên Roboskiyê bi ceza kirin, dosyaya Robokiyê jî weke ku tiştek nebûye bêteqîbatî dayê û nixumand, ser wê girt. Ev karesat pîşeyên dewletê bûn û çendîn Roboskî hê jî girantir ketin arşîva komkujiyên dewleta tirk. Roboskî haydarkirina komkujiyên mezin bû adeta.
33 ciwanên li Pirsûsê, 102 kesên qetliyama Gara Enqereyê, bi saxî şewitandina bi dehan kesên li bodromên Cizirê hema demildest tên bîra mirovan, ji xeynî dayika Taybet, cesedên li sarincan, li sûkên Sûrê, Silopiyê, Nisêbînê, Şirnexê û hwd. Ji sînorê mîsaqa milî derbas bin; Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî qetliyam, kuştin, şêlandin, talan û rûxandinên li pêş çavên cîhanê pêk tên.
Piştî Zîlan û Dêrsimê komara tirk bêhnek dabû qetliyaman, (çendî ku destên wê ji xwîna kurdan paqij nedibû jî) ji salên hefteyî bi şûn de piçûk-mezin bê navber ev pîşe hat berdewamkirin.
Îro kurd bi hovîtiyên wisa re rû bi dimînin ku bi karesata Roboskiyê re pêşbaziyê dikin. Belkî kêş û giraniyên wan weke Roboskiyê mezin nebin lê êş û jana wan li hişê mirov hilnayê. Goristan tên rûxandin, cihên goran tê guherandin, li bin peyariyan tên veşartin, hestiyên mirovan bi riya kargoyê tê ji dayikên wan re tê postekirin. Di tu dîn û baweriyan de hovîtiyeke wiha nehatiye dîtin. Jixwe zindiyên kurdan re rûmet nayê nişandan (wekîl, siyasetmedar, şared arên wan, alîgir, kesên ji rêzê û bê eleqedar ku tenê ji bo ku kurd in tên girtin, îşkencekirin, bi muameleyeke hov re rû bir û dimînin, girtiyên wan nayên dermankirin, ji girtîgehan her roj cenaze derdikevin, ji helîkopteran tên avêtin bi giştî kurd mirov nayên hesibandin) lê mixabin miriyên wan jî goran tên derxistin, rûmet nayê dayîn bi hovîtiyeke bêpîvan re jî rû bir û dimînin.
Bi her awayî li kurdan dispêrin ku serê xwe bitewînin, radestî pergala hov bibin. Berdêla her tiştên birûmet, weke azadî, xwebûn, wekhevî û jiyana bi nirxên mirovahiyê re giran e. Gelê kurd serî natewîne, li ber xwe dide û pêşeroja xwe dinêre. Qetliyama Roboskiyê û her cure karesatên weke Roboskiyê berginda vê jiyanê li kurdan tê fatûrekirin.
Di 28 Kanûna 2011an de bi qetliyama Roboskiyê sersala 2012an li kurdan hat herimandin. Dîmenên wan rojan hê jî ji ber çavan neçûne, serhildana bi sedhezaran mirovan jî her wisa. Ne duh, ne îro gelê kurd serî netewand, li ber xwe da, îro jî li ber xwe dide, li ser piyan e. Yên ku dixwestin li kurdan serî bidin tewandin li gel her zilm, zordarî û şîdetê têk diçin, nikarin xwe ser piyan bigirin.
Gelê kurd bihêviyên xurt pêşerojê dinêre û sala nû pêşwazî dike. Di salvegera nehan de em qetliyama Roboskiyê û kiryarên wê lenet dikin, şehîdên Roboskiyê bi bîr tînin.