Îro salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ye. Ango 23’emîn salvegera Roja Reş e. Derbarê komployê de gelek tişt hatine gotin û bêguman wê werin gotin jî. Ji ber ku ev komplo bûyera herî mezin a ku di sedsalên dawî de hatiye serê kurdan e. Çima?
Em dikarin bersiva vê pirsê bi kurt û kurmancî wiha bidin. Weke tê zanîn sedsala borî statuyo li herêma me hat destnîşan pir in. Piştî serê yekem ê cîhanê Kurdistan di nava 4 dewletan de hat perçekirin û li tu perçeyekî jî kurd weke milet nehatin qebûlkirin. Bi navê kurd û Kurdistanê tu tiştek nehiştin. Bêguman kurdan li hemberî vê yekê serî rakirin û qebûl nekirin. Bi taybet dewleta tirk serhildanên kurd bi komkujiyan bersivand. Ji ber ku kurd bêamadekarî, bêrêxistin û bêrêber bûn têkbirina serhildanan ji bo dagirkeran hêsan bû. Gelê kurd êşên mezin kişand. Herî dawî piştî serhildana Agirî û Dêrsimê kurd bi dehan salan hema bêje bêdeng man. Ger kes an jî komek biketa nava hewldanekî dewleta tirk tavilê ew dikir hedef. Li perçeyên din ên Kurdistanê jî rewş weke Bakur bû. Lê di salên 1970’î de komek xwendekarên kurd bi rêbertiya Abdullah Ocalan amadekarî kirin û dest bi tevgera avakirina PKK’ê kirin. Paşê weke tê zanîn berxwedana çekdarî hat destpêkirin û ev têkoşîn heta roja îro zêdetirî 40 sal in didome.
Ev tevger ji yên berê cudatir bê. Ji ber ku formasyonek mezin a îdeolojîk hatibû avakirin. Rêbertiya îdeolojîk weke saziyek hat birexistinkirin. Rastiya kurd û Kurdistanê baş pênesa kir. Her wiha rastiya dijminên kurdan baş nas kir û da nasîn. Yanê rewşa heyî ya kurdan û tiştên ku divê ji bo jiyanek azad werin kirin baş destnîşan kir. Yanê rêya ku divê li serê were meşandin baş zelal kir. Piştre jî karwanê vê rêyê hat avakirin. Karwan jî rêxistinbûyîn bû. Bi her awayî rêxistinek xurt hat avakirin û karwanê azadiyê ket ser rêya xwe. Ew roj îroj ev karwan dimeşe û dizane ber bi ku ve biçe. Di vir de em tên ser pirsa xwe dîsa. Rêxistinbûyîn û dest bi têkoşînkirinê ji bo kurdan di serdalê dawî de hava herî mezin û pîroz bû. Ev yek dijminê kurdan tirsand. Ji ber ku dizanîbûn êdî tîr ji kevanê derketiye. Dema tîr jî kevanê derket êdî nema vedigere. Rêxistinbûyîna kurdan a di rêbertiya Abdullah Ocalan de jî tiştek wiha ye. Ji ber vê yekê qedera Ocalan û qedera gelê kurd ji destpêkê ve bû yek. Ocalan êdî ne weke şexsek weke saziyeke û pêşengiya karwanê azadiyê dike, bû xwedî mîsyon. Dijminên kurdan jî gihiştin wê qenaetê ku Ocalan ji dewrê derxin dê karwanê azadiya Kurdistanê bidin seknandin. Bi vê armancê rasterast Ocalan kirin hedef û bi alîkariya NATO, hemû dewletên mezin ê cîhanê û xayînên ji herêmê Ocalan revandin û 15’ê Sibata 1999’an ew birin Îmraliyê.
Bêguman Tevgera Azadiya Kurdistanê êdî ne tenê Kurdistan li hemû herêmê bondar dikir bû hedefe sereke. Hêzên hegemon ku dixwazin dinyayê li gorî xwe dizayn bikin Ocalan li hemberî xwe weke asteng dîtin. Ji ber vê yekê alîkarî dan tirkan. Rêber Ocalan di nivîs û parêznameyên xwe de yeko yeko behsa vê meselê dike.
Lê tiştan ku dijminên kurdan bi vê komployê hêvî dikirin pêk nehat. Ocalan bi hemleyên cuda wan vala derxist. Têkoşîn mezin bû. Kesên ku nizanibûn ew kurd in jî îro li nasnameya xwe xwedî derdikevin. Bêguman hej bi milyonan karên ku divê werin kirin hene. Êrîşên dijminan bi hovane didomin. Keç û xortên kurdan îro li serê çiya, gund û bajaran li ber xwe didin. Her roj şehîd dikevin. Lê serî ji dagirkeriyê re natewînin. Tişta ku dijminan dîn dike jî ev e. Dagirkerî di mêjiyê kurdan de hatiye têk birin. Êdî ya ku maye di pratikê de jî were têkbirin e. Ji bo ku tiştek pêk were divê beriya her tiştî fikra vî tiştî bi hur û kur were avakirin. Ocalan ji bo gelê kurd vê yekê kiriye. Ji ber vê yekê tecrîd û êrîşa li hemberî Ocalan tecrîd û êrîşa li hemberî hemû gelê kurd e. Ocalan ji ber ku karwanê azadiya Kurdistanê bi rêk û pêk kiriye ev 23 sal in di zindanê de ye.
Di nava van 23 salan de gelê kurd li hemberî vê komploya bêbext berxwedanek mezin dan meşandin. Bi hezaran zarokên kurd şehîd ketin. Ocalan li zindana Îmraliyê ji bo ku rêya kurdan ronî bike bi şev û roj xebitî, berxwedan û sebrek bêhempa nîşanda. Lê êdî rewş hatiye qonaxeke cuda. Êdî dem dema azadiya Ocalan e. Heta ku Ocalan li Îmraliyê dîl were girtin tu pirsgirêkek jî çareser nabe û azadî jî nayê. Mijara dîl girtin û azadiya Ocalan ji bo gelê kurd êdî mijara rûmetê ye. Duh jî wise bû, îro jî wisa ye û wê sibê jî wisa be. Azadiya Ocalan û azadiya gelê kurd ji her demê zêdetir girêdayî hevdu ne. Ji ber vê yekê êdî divê mijara azadiya Ocalan bibe mijara navenda jiyana her kurdekî. Eger kesek ku bêje ez kurd im û mijara Ocalan ê ku ji ber rêbertiya ji kurdan re dîl hatiye girtin ji xwe nexe rojev ew kes li nasname û rûmeta xwedî dernakeve.
Em kurd ên xwedî rûmet û nasname divê beriya nav û avê li ser azadiya Rêber Ocalan bifikirin. Divê êdî em sebir nekin, nesekinin û ji her demê zêdetir zend û rextên badin û têkoşîna xwe mezin bikin. Dema me ev yek kir tê wê maneyê ku em fikr û zamanên rêber Ocalan pêk tînin. Pêkanîna fikr û ramanên Rêber Ocalan jî azadiya herî pîroz e.