Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Roj roja berxwedana li dijî zilmê ye

 

Çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûman li Amed, Mêrdîn û Wanê di roja 16’emîn de dewam kir. Di çalakiyan de sekna li dijî desthilatiyê careke din hat nîşandan û çalakvanan destnîşan kirin ku roj roja berxwedan li dijî zilmê ye

Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê di roja 16’emîn de li Amed, Wan û Mêrdînê berdewam kirin. Di çalakiyan de li gel endam, rêveber û perlementerên HDP’ê bi dehan welatî û nûnerên saziyên civakî amade bûn. Kesên beşdarî çalakiyan bûn, bi lêxistina fîrfîrkan, çepikan û berzkirina dirûşmeya “Bi berxwedanê em ê qezenc bikin” tayînkirina qeyûm şermezar kirin.

Li Amedê çalakiya li dijî tayînkirina qeyûman li Kolana Lîsê ya pêşberî şaredariyê dest pêkir di roja 16’emîn de dewam kir. Parlementerê HDP’ê Garo Peylan, Mûsa Farîsogûllari, Feleknas Ûca, Erdal Aydemîr û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li gel endam, rêveber û perlementerên HDP’ê bi dehan welatî û nûnerên saziyên civakî amade bûn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Feleknaz Ûca piştî çalakiya rûniştinê ya 2 saetan axivî.

Ûca diyar kir ku tayînkirina qeyûman biryareke siyasî ye û ev tişt anî ziman: “Ev ne ya yekemîn e. Di 31’ê adarê de me qeyûmên wan li wan şûnde vegerand. Di demeke nêz de em ê careke din qeyûmên wan ji wan re bişînin.  Hûn çi bikin jî gelê kurd li pêşberî qeyûmên we, êrîşên we û komkujiyên we serî netewîne. Wekî salên 1990’î  dê ev gel li pêşberî hemû êrîşên we li ber xwe bide. Li dijî vîna vî gelî bêhiqûqî berdewam dike. Heke hûnê tehamulî vîna gel nekin wê demê çima hûn hilbijartinê pêk tînin? Lewer tifaqa faşîzan a AKP/MHP’ê li ser dijminatiya gelê kurd ava bûye. Me duh li ber xwe da, em îro li ber xwe didin, em ê sibê jî li ber xwe bidin. Sibê dîsa hilbijartin pêk bê em ê careke din qeyûman bişînin.”

Ûca her wiha bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û da zanîn ku ji bo rakirina tecrîdê di têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Dema tecrîda li ser birêz Ocalan rabe dê qeyûm jî biçin. Lewre li dijî bangawaiyên aştiyê yên birêz Ocalan qeyûm tayîn kirin. Roj roja berxwedana li dijî zilmê ye.”

Dayika Laçikspî Aklîme Hanas ku bûye sembola berxwedana Amedê jî axivî û diyar kir ku wan dengê xwe nedane qeyûm û wiha got: “Bi zilmê, bi diziyê qeyûm nagihêjin cihekî. Sibê careke din hilbijartin çê bibe em dengên xwe nadin qeyûman. Em ê li dijî zilmê û heqaretê, li dijî qeyûman têbikoşin.”

‘Em ê ji darbekar û cuntavanan re nehêlin’

Li Mêrdînê çalakiya şermezarkirina tayînkirina qeyûman a HDP’ê di roja 16’emîn de dewam kir. Çalakî li Parka Karayollar pêk hat û li gel parlamenterên HDP’ê bi sedan welatî beşdar bûn. Parlmanterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku 16 roj in vîna gelên Mêrdînê hatiye desteserkirin û wiha got: “Waliyê niha li ser wezîfeyê ye, di nava bêqanûniyekê de ye. Qanûna li gorî qedexeyên xwe derdixe û bikar tîne. Karmendiya dewletê de di şexsê xwe de bêîtîbar kiriye. Ne di wê pozîsyonê de ye ku nûnertiya gelê Mêrdînê bike. Wek deqek reş e li dîroka vî welatî ketiye.”

‘Em ê nehêlin’

Ocalan anî ziman ku 4’ê Îlonê dîrokek gelek girîng e ku di heman rojê de salvegera qetilkirina parlamentere berê yê DEP’ê Mehmet Sîncar e û wiha got: “Vî welatî mezin kiriye? Alîkarî daye vî welatî? Li Tirkiyeyê hiqûq li erdê tê kaşkirin. Dest ji vê êşa hûn tînin serê vî welatî berdin. Ev gel êdî gav paş ve navêje. Gelê kurd têra xwe bedel daye û hêj dide. Hûn behsa biratiya hezar salî a gel dikin, tişta pêwîst bînin cih. Hurmetê nîşanî vîna gel bidin. Hûn bi şev ji nişkeve dest datînin ser vîna gel. Gel bijartiye û vîna gel e. Ramanê gel e. Hûn niha ji tevgerek cûntayiyê wêdetir di nava tebgerê de ne. Em li vir in. Em ê her li vir bin. Em ê di sedsala 21’emîn de ji darbekar û cûntavanan re nehêlin”

‘Em ê li qadan bin’

Li Wanê jî bi heman armancê tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin. Di çalakî û daxuyaniya şermezarkirinê de parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç  destnîşan kir ku dê gelê kurd li dijî ev darbeya siyasî ya li dijî vîna xwe her tim li berxwe bide. Sarisaç diyar kir ki ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê di qada navneteweyî û ew kesên ku dengê xwe dane AKP/MHP’ê jî tu rewabûna van tayinkirina qeyûman nabîne. Sarisaç wiha got: “Dê sêbê ev hişmendî hewl bide vê zordarî û xezpkariyê xwe li ser tevahiya Tirkiyeyê bide ferzkirin.  Gelê Kurdistan û Tirkiyeyê ji van kiryaran gelekî kişand. Beriya niha jî ev zordarî gelek caran hat ceribandin.  Cihê ku dîktator diçin û yê berxwedêran ji dîrokê ve ye tê zanîn. Dîrok nîşanî me dide ku çawa ew kesên gelen tune dihesibîne bê çawa diçin sergoyên dîrok.  Ew çi bikin bila bikin, bi çi hêzên xwe bi ser me de werin jî em dizanin ku em mafdarin û ji têkişîna xwe gav şûnde navêjin.  Ew jî baş diznin ku em çiqasî mafdarin.  Heta ku em vê mafdariya xwe bi serkeftinê tacîdar bikin em ê li kalanan bin.  Heta ku em qeyûm ji vê dera bişînin çi bikece ser milê me em ê bikin.”

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar