Dem û dewran hew mîna berê çerxa xwe dizivirîne. Hew bêhna laşên mirî li ser vê axê tê hilmijîn. Bes e; êdî roj hilê li vî warê ku mirov bisaxî, mirî dijîn.
Ax jî ji miriyan têr bû, beden jî ji bêhnê têr bû… roj hilê dem a me ye; em ên ku me di hembêza xwe de mirovatî û li ser bedena xwe şaristanî avakiriye; yên cotkarî û lawirvanî pêş xistî ye. Îro ketine çi halî. Dinê hemû xwedî mal, milk û emlak in, em sêwî, bêxwedî û derbeder in…
Roj hilê bes e ev dewran…
Bes e, em vê çerxa dîrokê qebûl dikin û serî li ber dadinin. An em ê vê rast bikin, an em ê serî li ber danîn û heta hetayê ranekin. Beriya 40 salan Têkoşîna Rizgariya Kurdistanê bi pêşengtiya komeke ciwanên kurd, ev çerx qebûl nekirin, serîrakirinek heta heta li ber hilda. Mîrateyê ku ji Mezlûm Dogan ê 21’ê Adara 1982’an roja Cejna Vejînê bi dadana agirê kibrîtê û qîrîna dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ heta giha vejîna duyemîn a Lehengê Pêngava Vejîna Kurdan a 15’ê Tebaxê şehîdbûna Egîd (Mehsûm Korkmaz) a 28’ê Adara 1986’an, çerxa heyî hemû serobin bû û rojek nû ji bo kurdan hat.
Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi berdêlên mezin û lehengên mezin heta roja îro hatî, ji şehîdbûna Mazlûm a 21’ê Adara 1982 heta şehîdbûna Fermandarê Mezin Egîd 28’ê Adara 1986’an weke Hefteya Lehengan an jî Hefteya Qeheremaniyê îlan kir. Hilbijartin û wateya vê hefteyê ji bo Tevgera Azadiya Kurd û dîsa gelê kurd dîrok û mîladeke ya ji nû ve vejînê ye.
21’ê Adara 1982’an serîrakirina li ber zilma dagirker û faşîzanan a li Zindana Amedê ya li dijî nokerî, teslîmyet û dîsa mîrasê berxwedan û nîşandana rastiya PKK’ê ya bi Mazlûm Dogan diyar bû, gava duyemîn a şoreşa kurd a bi çekê ku bi 15’ê Tebaxa 1984’an a bi fermandariya Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) kir ku nav û hebûna kurdan hem di warê berxwedan û hem jî di warê çekdarî de heta îro tê nîşan da.
Bi şehîdbûna van du lehengên pêşeng ên dem û cihên cuda yên di meha Adarê de, kir ku ji bo bîranîn û têkoşîna gelê kurd weke dîrokek lê bê. Ji bo wê Hefteya Lehengiyê hate îlankirin û xwedî li wê mîratê derdikevin.
Gelê kurd ji wê rojê û şûnde bi hezaran Mazlûm û Egîd bi wê sozê û sondê mezin kirin û îro ji bo doza heq a kurd ji çiyan bigire heta bajaran li dijî zilmê li ber xwe dide. Gav bi gav, kêlî bi kêlî bi lehengî û fedayî ji Zagrosan bigire heta Torosan, ji Amanosan bigire heta Serhed û Botanê, ji Xakurkê bigire heta Metîna, Zap, Garê û Xinêrê, li her qadê têkoşîn û berxwedana di asta fedayîtiyê de li dijî mêtingerî, nokerî û xwefiroşiyê tê kirin.
Gelê kurd ê xwedî ewladên wiha fedayane jî, li bajaran tevî her cûre zilm û zextê, girtin û îşkenceyê serî natewîne û li ber xwe dide. Newroza îsal encama berxwedana gerîla û gelê kurd bû ya li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê. Hemû gotin û seneryoyên hatin amadekirin hatin valaderxistin û mîna ji dijmin re bêje, çi dibe bila bibe, em ê li ber te û zilma tu dikî serî netewînin. Cihê ku tu bêjî; ‘me tune kir, serkut kir’ em ê serî hildin û têbikoşin nîşan da. Newrozê kir ku ruhê veşartî yê serhildanê ya gelê kurd derkeve holê.
Li her cihê kurd lê, agir hate dadan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza azadî û bidawîkirina tecrîdê hate kirin. Daxwaz hate kirin ku dawî li dîlgirtinê bê anîn û ji bo aştiyeke mayînde pêşiya Rêber Apo bê vekirin.
Mîmar û lehengê vê vejînê ji ber ku Rêber Apo ye, nûroj û lehengê mezin ew e. Eger têkoşînek bê kirin divê ewilê ji bo azadî û serfiraziya wî be. Heta ew azad nebe, tu azadî û aştî pêk nayê. Hemû lehengên canê xwe feda dikin ji bo wê rojê ye ku azadî pêk bê. Heta pêk neyê jî wê roj bi roj lehengên me zêde bibin û têkoşîn xurtir dom bike…