Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Roja aştiyê ya cîhan û rewşa Kurdistanê

Roja 1’ê Îlonê sala 1939’an dema ku naziya Almanyayê welatê Polonyayê dagir kir, weke ‘Roja Aştiyê ya Cihanê’ hatiye binavkirin. Armanca bingehîn ji vê pêngavê ew bû ku dawî bi şer li hemû cîhanê bê. Li vir pirsa yekê ku ez ji xwe dipirsim ev e: ‘Ji 1939’an û heya roja îro li cîhanê çend rojên rihet û bêşer derbas bûne?!’  Her wiha: ‘Yên ku rojeke wiha li dijî şer û dagirkeriyê dane diyarkirin, çi kirine ku şerxwaz dawiyê bi zêde gaviyên xwe yên kuştin û wêrankirinê bînin?! Yasa û gotinên ser kaxezê bi kêrî çi tên?..’

Gotinên qelew û bedew dema nekevin praktîkê yan jî tenê di dekoreke spehî de bêne dîtin ji çi re ne?!

Ger gotin û teorî biqasî ji sedî 20 jî bikevin kirasê kar û praktîkê dîsa jî rewşa ku îro li cîhanê hakim e, nedihate dîtin lê bila ji bîra we neçe ku di bêdengiyeke tije êş de li Kurdistanê rewşa aştiyê pir jî xeratir e.

Li Kurdistanê şer û aştî

Ji 1939’an û pêde karê min bi cîhanê neketiye lê heya kêliyên ku em têde ne li Kurdistanê rojek jî bêşer, bêserhildan, bêwêrankirina gund, bajar û malên kurdan derbas nebûye. Nizanim em kurd jî di vê cîhanê de ne yan ên ev roj ji bo aştiyê dane diyarkirin, me mirov nahesibînin?!!

Ji beriya 1939’an û heya roja îro zêdetirî 200 sal e li welatê me bêrawestan şerekî ji bo mayîn û hebûnê didome. Şerên ku ji hebûna aştiyê re bûne lê dema dagirker di çeperê şer de bi kurdan re biserneketine, dîsa li ser maseya hevdîtinan rêberên kurd teror kirine.

Peyman li pey hev hatin îmzakirin û axa Kurdistanê bêyî pirsa ji kurdan hate parvekirin. Dema hakimên cinayetkar nekarîn bi hemû leşker û hêzên xwe li dijî şervanên kurdan şer bikin, dîsa hêzên ku ew roja aştiyê ji mejiyê wan derketiye hatin hawara Riza şahê Pehlewî, Mustafa Kemal, Sedam Husên û yên din ku li kêleka navê wan tenê peyvên: ‘Dîktator, cinayetkar, mirovkuj û dijberên doza mirovahiyê’ dikarin xemila kar, nasnav û xebatên wan bikin malê dîrokê.

Zilhêzên ku behsa aştiyê dikin heya duh bi bombeyên Napalm û Atomê şerê xwe li dijî mafxwazan didomandin û îro jî bi rêya şerên bîoyolojîk û bombeyên hîderojenî hemû cûrên hevkariyê didin wan dîktatorên ku ew jî bi awayekî karkerên sîstema wan a kapîtalîst in. Sîstema ku ji xeynî mal û dirav çi fikrekê ji doza mirovahiyê re nake. Kar û helwestên ‘Trumpê tacir’ li dijî statûya rojava û başûrê Kurdistanê ji bîra wijdana dîrokê naçe. Ji wê kambaxtir jî rewşa îro ya Tirkiye û bakurê Kurdistanê ye ku ger ‘pirsa kurd’ li wir bihata çareserkirin ê gelek rê li ber rêbazên Erdogan li dijî welatên cîran jî bihatana girtin. Hawara kurdan û daxwazên maqolane yên HDP-PKK’ê nehatin bihîstin û ji ber wê jî sultanê dîktator li Enqereyê êdî di xewna zindîkirin biryarên peymana Mîsaqî Millî de ye.

Di rojeke wiha de peyama herî girîng ji me kurdan re ‘Roja aştiya navxwe a kurdan’ e. Partiyên siyasî li Kurdistana mezin pêwîst e careke din li ser dîroka Kurdistanê ya sed salên bihûrî vegerin. Bi hûrgilî sedemên sernekftina vê doza tije xwîn û agir, rabûn û ketin analîz bikin. Bila dîsa berjewendiyên netewek 50 milyonî nebine qûrban ji aliyekî siyasî yan jî germkirina berîka bazirganekî apolîtîk li Kurdistanê.

Bila di bîra me de bimîne ku tenê bi rêya ‘aştiya navxweyî’ yê dost û dijminên doza azadiya Kurdistanê rêzê ji daxwazên gel bigirin.

Bi hêviya wê rojê dîsa jî jiyan yê di etmosferekî bêşer de berdewam be.

Nûçeyên Têkildar