Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Roja deyndayînê û hevaltiya rast e!

Berî niha bi 22 salî ji ber hevaltiya nerast û dirûst, xemsariyê me tişatê herî bi qedir û qîmet, nasname, hebûn, çand û zimanê xwe radest kir. Piştî vê windahiya mezin 22 sal derbas bû em dikevin sala 23’yan.

Têkoşîn û berxwedana Rêberê Gelê Kurd a hebûna kurd û nasnameya wê ku ji salên 70’î destpê kir, bi dîlgirtinê re derbasî qonaxekî nû û bi êş bû. Di şesxê Rêber Apo de gelek bi çand, ziman, nasname û hebûna xwe dihate dîlgirtin û mehkûmî tunekirinê hate kirin. Lê çawa ku berî peyva kilîda şoreşê ya Rêber Apo ya ‘Kurdistan mêtingeh e’ şoreş destpê kir, bi dîlketina Rêber Apo re jî têkoşîna vejînê ji nû ve weke pêngavekî derket ser dika dîrokê. Vê carê dinê gav bi gav kêlî bi kêlî şahidî dikir.

Ji ber dîlketina Rêber Apo çawa ku beden li ber agir diheliya û me deynê xwe bi bedena xwe dida. Heman demê Rêber Apo jî bi raman û pradîgmaya xwe ew beden ji nû ve ji xweliya wê li Îmraliyê kêlî bi kêlî dijiya û dinivîsî. Li hundir raperîna hişmendiyeke nû afirandin û li derve jî serhildanên dayîna deyn û azadiyê dihate kirin. Li her du aliyên medelyonê mehşerek bê eman dihate kirin.

Hêzên ku serkêşiya vê komployê dikirin, ji ber agirê bi bedenan hatî pêçan ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ kolan ronî dikirin nekarîn Rêber Apo li gel xwe bigirin. Dawiya dawî notirvaniya Îmraliyê radestî sîstema faşîst û mêtingeh a Tirkiyeyê kirin. Tirkiye ya bi vê pêngavê şok ma, wer zanî ku bi dîlgirtin û bicihkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bikaribe kurdan serkut bike û dawî li Tevgera Azadiya Kurd bîne, heman tişt ji bo hêzên emperyal jî derbasdar e. Lê agirê serhildan û raperînê kete qonaxa nû û agir li her derê geş bû.

Di dîroka 22 salî de Îmralî tim mîna kelhekê û qûlbeyekê bû. Ne karîn pêşî bigirin, ne karîn tune bikin. Ne jî tu hêzê karî ji vê zêdetir gaveke din bavêjin. Hewldan ku bi cezayê darvekirinê gaveke din bavêjin, kurdan her der kir raperîn û berxwedan, ji vê hewldanê zêdetir nekarîn tiştekî din bikin. Vê carê dor hat tecrîd û îzalasyonê, helandina hêdî û domdirêj. Encamgirtinek ji komployê ya demdirêj.

Rêber Apo bi pêşxistina paradîgma û ji nû ve dahûrandina komployê û rastiya dijmin û dîsa hevaltiya sexte, kir ku kurdek nû ji hemû qirêjiyê wê ya dîrokî rizgarkirinê. Her kêlî ya li Îmraliyê li ber xwe da. Her kêlî têkoşîn kir. Li dijî hişmendiya kurd a paşverû li ber xwe da. Li dijî êrîş û asta îşkence ya sîstema Îmralî û li dijî çar dîwarên astê. Li Îmraliyê Rêber Apo têkildarî berxwedana xwe wisa pênase dike; ‘Ez li zinarên Îmraliyê mîna Premetûs hatime çarmixkirin û her roj bedena min tê parçekirin û dîsa ji nû ve zindî dibim.’

Ev zindîbûn tim dihêla ku li derve jî kurd û dîsa gerîlayên Tevgera Azadiyê ji vê hêzê bigire û şoreş ji berê hîn xurtir bidome. Bi rastî jî ev hêz dida. Rêber Apo dibe bi fîzîkî dîl girtî be lê di ruh, mejî û dil de tim azad û li ba her kesê bû. Her kesê hîs dikir, hem bi ruhî û hem jî bi fikir li gel bû. Lewra ev berxwedan ne ji hev qût bû. Berxwedana Îmraliyê tim hêz dida gel û gerîla. Ger ku berxwedana esasî ya Rêber Apo neba, wê serketinên îro nahatiba bidest xistin, rewşa îro dê neba. Ji bo wê esas berxwedan li Îmraliyê dihate kirin. Şerê esas jî li Îmraliyê dihate birêvebirin.

Ji bo wê tim Îmralî qadeke ya têkoşînê bû û Rêber Apo jî serkêşiya vê têkoşînê dikir. Bihata windakirin wê li Îmraliyê winda biba, serketin jî li Îmraliyê bû. Dewletê û hêzên hegemon bi vê yekê nêzî Îmraliyê dibûn û di vê çarçoveyê de sîstema Îmraliyê veguherandin sîstema îşkencê û îzalasyonê. Lê çi kirin, nekarîn Îmraliyê bin bixin û bigihêjin armanca xwe.

Dema mirov li vê têkoşîna 22 salî dinêre, bi vekirî dixuyê ku di serî de Rêber Apo komplo vala derxist û dîsa gelê kurd û Tevgera Azadiya Kurd komplo parçe kir. Bi pêngava dawî ya KCK’ê ya ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagikeriyê re; dem dema azadiyê ye’ roja dayîna deyn û hevaltiya rast e. Ev pêngav pêngava azadî û dawîkirina sîstema îşkence û gihandina nasname, hebûn û zimanê xwe ye. Gava yekem a serketina vê ku li Îmraliyê encam girt, wê li her derê serkeftinê bîne. Ji bo wê ye ku gava yekê ya vê pêngavê azadiya Rêber Apo divê em esas bigirin û ji bo wê asta têkoşînê ya heyî mîna salên dîlgirtina wî çawa ku her der bû raperîn û qada têkoşînê, îro jî bi heman ruhî bê kirin. Em li Îmraliyê bi ser bikevin, em ê li her derê ser bikevin. Nuqeteya me ya kilîd a vê pêngavê esareta Îmralî ye. Roj hatiye ku em dawî li wê esaretê bînin û 10’ê Cotmehê Roja Azadiyê ya Ocalan a Cîhanê dakevin qadan û dawî li esaretê bînin.

Em wisa nekin em ê deynê xwe yê li beramber Rêber Apo bi cih neynin û nebin hevalên wî yên rast û dirûst ên têkoşîna azadiyê…

Nûçeyên Têkildar