Dewletê Amed û Mêrdînê şewitand

Bi salan e Kurdistan tevî daristanên wê tê şewtandin, darên wê tên birîn û bi barhilgiran tên barkirin û ber bi bajarên Tirkiyeyê ve...

Xemsariya dewletê dişewitîne, piştevaniya gel birînan dikewîne

Şewata ku 20'ê hezîranê li navçeyên Şemrexa Mêrdînê û Çinara Amedê derket bi zevî, seval, ajal û hemû zindiyên xwezayê re dilê me jî...

Çarşamba - 26 Haziran 2024

Roja duşemê ‘Rojên Diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re’ destpê dikin

Di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de di navbera 15-22'ê hezîranê de zêdeyî 40 bajaran 'Rojên Diyalogê yên bi Ocalan re' wê bêne lidarxistin. Çalakî wê li ser tecrîda Îmraliyê û paradîgmaya Abdullah Ocalan bin.

Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin û nêzî 4 sal in agahî jê nayê girtin. Ji bo azadiya Rêber Apo di 10’ê cotmehê de 74 navendên cîhanê pêngava azadiyê hat destpêkirin. Pêngava azadiyê li girtîgehan û gelek deveran bi çalakiayn tê domandin. Di serî de Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) saziyên pêwendîdar têkildarî mijarê xwe ker kirine.

Di çarçoveya pêngava azadiyê de wê di navbera 15-22’ê hezîranê de bi navê ‘Rojên Diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re’ li Fînlandiya, Swêd, Fransa, Elmanya, Katalonya, Yewnanistan, Îtalya, Swîsre, Kolombiya, Qibris, Belçîka, Îngilistan, Polonya, Slovenya, Kenya û gelek welatan rêze çalakî bêne lidarxistin.

Çalakî wê li ser mijarên bêhiqûqiya li Îmraliyê bêne lidarxistin, di heman demê de wê girîngî û wateya paradîgmaya Abdullah Ocalan a ji bo gelan bê nirxandin. Li zêdeyî 50 bajarên 15 welatên cuda wê pirtûkên Abdullah Ocalan bêne nasandin, nivîsên wî yên li girtîgehê bêne xwendin, têkildarî tecrîda li Îmraliyê standên agahdarkirinê bêne danîn, konferans, panel, şano, çalakiyên hunerî, mîtîng, weşanên radyoyê û gelek çalakiyên cuda bêne lidarxistin.

Endamên însiyatîfa kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ bang li her kesî kirin ku tevlî çalakiyên ‘Rojên Diyalogê yên bi Abdullah Ocalan re’ bibin û fikrên Abdullah Ocalan belav bikin.

Endamên înîsiyatîfê diyar kirin ku çalakî wê di çarçoveya diyaloga bi fikrên Abdullah Ocalan re pêk werin û bal kişandin ser asta tecrîd û êşkenceya giran a li Îmraliyê. Her wiha bi bîr xist ku CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê erk û wezîfeyên xwe bi cih nînin û destnîşan kirin ku berpirsyarê tecrîda li Îmraliyê ne tenê dewleta Tirk e, di heman demê de ew saziyên pêwendîdar in ku li pêşberî tecrîd xwe bêdeng dikin.

Endamên însiyatîfê işaret bi girîngiya fikrên Abdullah Ocalan kirin û gotin, “Nivîsên Abdullah Ocalan ji entelektuelan, ramangerên azad, zanyaran, karkeran, aktîvîstan, hunermendan, sendîkavanan, tevgerên civakî, siyasetmedar û civakan re dibe çavkaniya sûdwergirtinê. Abdullah Ocalan beriya 25 salan piştî komployeke navneteweyî weke lîderekî Kurd ji Sûriyeyê çû û piştî bi salan weke pêşengekî civakê yê demokratîk û bi bandor vegeriya. Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha fikrên demokrasiya radîkal, ekolojî û azadîparêziya jinê yê Abdullah Ocalan sîstemeke xweser, civakî ya ku xwe bi xwe bi rê ve dibe ava bû. Felsefeya Abdullah Ocalan ji aliyê pêkhatina sîstemeke civakî ya demokratîk ve jinûve hêviyê dide me. Li hucreya girtîgehê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ formule kir; di sedsala 21’ê de dirûşma têkoşîna azadiya jinê ji bo hemû jinên têkoşer û berxwedêr bû pûsûla.”

Endamên înîsiyatîfê destnîşan kirin ku Rêber Apo ji bo paşerojê rê nîşan dide.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar