Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Roja îxanetê bû

Di 3’yê Adara 2017’an de PDK’ê bi çeteyên Roj êrîşî Xanesorê kir û komkujî pêk anî. Di ser Komkujiya Xanesorê de 5 sal derbas bûn. Hevserokê PADÊ Emer Saleh ev wekî îxanet bi nav kir û wiha got: “Ev roja îxanetê bû ku di nava çend salan de PDK’ê du caran îxanet li gelê me kir, carekê li ser Şengalê û carekê  jî li Xanesorê.”

Li ser êrîşa komên çekdar ên bi navê Pêşmergeyên Roj yên girêdayî PDK’ê ya li ser bajaroka Xanesorê re 5 sal derbas bûn. Hevserokê PADÊ’ê Emer Saleh û Rêveberê bajaroka Sinûnê Xwedêda Çûkê êrîş niraxandin û dan diyakirin ku komên çekdar ên ku wê demê êrîşî Xanesorê kirin, niha jî li dijî hêzên gerîla çek rakirine û hevkariya dewleta tirk dikin.

Di 3’ê Adara 2017’an çekdarên bi navê Pêşmergeyên Roj ku ser bi PDK’ê ve ne, êrîşî ser bajaroka Xanesorê kirin, wê demê ev herêm dibin ewlekariya hêzên YBŞ’ê YJŞ’ê û Asayîşa Êzdîxanê de bûn. Ji ber dihate gotin ku di nava van komên navborî de MÎT û komên terorîst hene, ji aliyê gelê Xanesorê ve rê li wan hat grtin û van koman  êrîşî ser Xanesorê kirin. Li beramberî vê êrişê YBŞ, YJŞ’ê û Asayîşa Êzdîxanê bersiv da û şer derket. Di ser vê êrişê re 5 sal derbas bûne, lê hîna jî pilanên PDK’ê ên bi dewleta tirk re li ser tevahiya Şengalê û Xanesorê berdewamin. Hevserokê PADÊ’ê Emer Saleh û Rêveberê bajaroka Sinûnê Xwedêda Çûkê li ser armanca êrîşa wê demê ji Rojnews re axivîn.

‘PDK’ê xwest MÎT’ê derbasî Xanesorê bike’

Hevserokê PADÊ’ê Emer Saleh destnîşankir ku despêkê li Xanesorê berxwedanî pêş ket û ji bo pêşî li fermanek nû bigrin li Xanesorê gava yekem hat avêtin. Emer Saleh wiha got: “Gelê me dest bi xwe rêxistinkirinê kir. PDK’ê xwest dibin navê Pêşmergeyên Roj de MÎT’a tirk derbasî herêmê bikin û bi vî awayî gelê me têxin bin kontirola xwede. Zarokên me ku ji bo parastina vî gelê li ber xwedabûn û di dema fermanê de bibûn sedema rizgarkirina bi hezaran êzdiyan, ev kes ji aliyê wan koma ve hatin hedef girtin û şehîd ketin. Ev roj wê bi tu awayî neyê ji bîrkirin, ji ber ku di vir de rêxistina êzdiyan hate hedef girtin. Ji bo rastiya wê êrişê neyê zanîn hevalên me yên rojnemevan hedef girtin û şehîd xistin. Lê pilana wan bi serneket. Ev roja îxanetê bû ku di nava çend salan de PDK’ê du caran îxanet li gelê me kir, carekê li ser Şengalê û carekê  jî li Xanesorê.”

Pêşmergeyên Roj ji kesên bê îrade hatiye avakirin

Saleh balkişande ser komên çekdar ên bi navê Pêşmergeyên Roj û ev tişt anî ziman: “Komên bi navê Pêşmergeyên Roj, ji kesên bê îrade hatiye avakirin û ji aliyê PDK’ê ve hatine xapandin. Van kesan li Rojava şer nekir ku bi xwe gelê Rojava ne, berê wan dane Xanesorê, her wiha dixwazin li hemberî Rojava jî van koma bikar bînin. Ev komên çekdar ji aliyê PDK’ê ve têne destek kirin ku PDK’ê li dijî hemû nirxên kurdan kar dike.”

‘PDK’ê van hêza li himberî gerîla bikartîne’

Saleh da zanîn ku hêzên li tevahiya Kurdistanê tekoşîn dikin, bi hebûna wan herêma Kurdistan hatiye parastin û gelê êzidî parastine, hêzên gerîla ne. Saleh wiha pêl da axaftina xwe: “Niha PDK’ê bi van komên ku êrîşî ser Xanesorê kirin, dixwaze wan li himberî gerîla bikar bîne û hevkariya dewleta tirk bike. Van koma heta niha çend cara êrîşî ser çiyayên azad kirine ku ji bo parastina gelê kurd giringin. Ev kom dijayetiya gerîla jî dikin. Lê wê tu kes nikaribe rê li ber berxwedaniya gerîla a ji bo azadiya Kurdistanê bigre, her kes dizane eger gerîla nebûna niha tiştekî bi navê başûrê Kurdistanê nemabû.”

Rêveberê bajaroka Sinûnê Xwedêda Çûkê jî îşaret bi nerewabûna komên çekdar ên bi navê Roj kir û ev tişt anî ziman: “Di aliyê yasayî de ev kom nikarin bibin leşker ji ber ku ji welatê xwe koçber bûne ji van re “Çete” tê  gotin. Wê demê pêşmerge hebûn li Şengalê ku ji xelkê me yê êzidî pêk dihatin. Lê wan Pêşmergeyên Roj anîn û xwesetin bi behaneyên cûda Xanesorê dagîr bikin. Hatina wan di wê demê de ji bo tevliheviya herêmê bû. Ji bo gel venegere ser malên xwe wan dest bi êrîşê kirin û zarokên vê civakê ku li ber xwe didan şehîd kirin.”

Xwestin bixin bin kontirola xwe

Di dewamê de Çûkê wiha got: “Xanesor dikeve ser sînor, wê demê tevahiya gelê ku di Şengalê de bû, alîkarî ji aliyê gelê me yê rojava dihat çiyayê Şengalê û kesên nexweşiyên wan hebe ji bo tedawî diçûn Rojava. Yek ji armancên wan ew bû ku vî cihê ku êzdiyan nefes digirt, bixin bin kontrola xwe.”

Di dawiyê de jî Xwedêda Çûkê bang li gelê êzidî kir ku li himberî îxanetê bibin yek dest.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar