Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Roja me tarî nebû

15’ê Sibatê di dîroka Kurdistanê de rojeke reş û tarî ye. Ew jî roja girtina Rêber Apo ye. Lê beriya girtina wî pêvajoya komployê heye. Ew komploya ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê kurd pêk hat. Di wê pêvajoyê de ji aliyê Rêber Apo agirbest hat ragihandin. Yanî beriya komplo dest pê bike bi mehekê. Lê tevî vê yekê jî komploger nesekinîn. Amerîkayê serkêşî jêre kir û tevî gelek welatan hin hêzên herêmî jî ketin çerxa vê komployê. Ji bo ku Rêber Apo ji Sûriyeyê derkeve gef xwarin. Rêber Apo jî ji bo ku pirsa kurd bi çareseriyeke demokratîk encam bibe berê xwe da Ewropayê.

Rêber Apo di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û ev yek destpêka komployê bû. Yewnenistan ku soz dabûyê ew nehewand û berê wî dan Rûsyayê. 33 rojan li Rûsyayê ma û ji wê derê jî neçar ma berê xwe bide Îtalyayê. Dema ku li Îtalyayê bû Almanyayê hin mudaxele kirin. Hem nehişt li Îtalyayê were hiştin û tevî ku biryara girtinê ya Rêber Apo li Almanyayê hebû ew nebirin welatê xwe. Ewropa ku bi demokrasî, heq û azadiyan xwe pesnê xwe dida, Rêber Apo nedixwest. Bi vî rengî rojên zor û zehmet li Romayê dest pê kirin.

Dema ku Rêber Apo li Romayê bû komplo ji aliyê her kesî ve hat fêmkirin. Li dijî komplo û komplogeran kurdistaniyan xelekek ji agir çêkirin. Gelek kesan canê xwe dan ber agir û xwedî li Rêberê xwe derketin. Ji zindanan heta çiyayên Kurdistanê û paytextên Ewropayê ev deng bilind bû; Hûn nikarin roja me tarî bikin. Ew pêvajoya herî giran a Rêber Apo û kurdistaniyan bû. Ewropa ku mafê penaberiyê dida kurdan, nedabû Rêberê kurdan. Rêber Apo dît ku derî lê tên girtin û qadên hewayî lê tên asêkirin. Wê demê nameyek ji Nelson Mandela û Desmond Tûtû re şand û xwest biçe Afrîkaya başûr, lê ewropayiyan ew jî asteng kirin. Rêber Apo sedema vê yekê jî bi têkneçûyîna xwe ve girêda. Wî digot ji ber ku ez têkneçûme ev yek sûc tê hesibandin.

Rêber Apo 66 rojan li Îtalyayê ma. Ne mafê penaberiyê dane wî û ne jî serlêdana wî qebûlkirin. Neçar ma ku careke din ji wê derê berê xwe bide Rûsyayê. Rûsya ku ne welatekî Ewropayê ye û ne jî têkiliya wê bi Amerîkayê re heye ew jî ket çerxa komployê. Destûr neda ku li welatê wan bimîne û Rêber Apo ji wê derê vegeriya cihê ku destpêkê çûbûyê. Ew der jî Yewnenistan bû. Li wê derê wextekî hindik ma û ji wir çû Belarûsyayê. Ji wir jî dê çûbûya Hollandayê. Lê qada hewayî ya Ewropayê bi temamî ji Ocalan re hat girtin. Fransa, Fînlandiya, Awûstûrya û Belçîkayê yeko yeko diyar dikirin ku ew Ocalan naxwazin. Li ser vê yekê balafira Rêber Apo vegeriya Atînayê. Di meha sibatê de jî ji bo li balafira Afrîkayê siwar bibe bi rê ket. Balafira ku ji Swîsreyê hat û ji aliyê Gladyoya NATO’yê yan jî CIA’yê ve hatibû amadekirin, ber bi paytexta Kenya Naîrobiyê bi rê ket.

Rêber Apo di destpêka meha sibatê de çû Kenyayê. Yanî beriya ku were girtin bi 13 rojan. Ew rojên dawî û rojên herî zehmet bûn. Rêber Apo wê ji bo wan rojan gotiba Dojeha Naîrobiyê. Di wan rojan de Amerîkayê îstîxbarata xwe şand Tirkiyeyê û plana dîlgirtina Rêber Apo pêşkêşî Tirkiyeyê kir. Di 4’ê sibatê de Girava Îmraliyê hat valakirin. Gava pratîk a plana revandinê ya ku ji aliyê CIA û MOSSAD’ê hatibû amadekirin, di 5’ê sibata 1999’an de hat avêtin. Balafira yekîneya tirk jî di 14’ê sibatê de li Kenyayê amade bû. Balafira tirk dema ku li Naîrobiyê bû, zextên Yewnenistan û Kenyayê li ser Rêber Apo jî zêde bûn. Bi zorê Rêber Apo ji Kenyayê derxistin û li balafira dewleta tirk siwar kirin. Lê kurdistaniyan vê yekê nizanîbû. Şeva ku 15’ê Sibatê bi 16’ê Sibatê girêdida, MED TV diyar kir ku bi saetan nayê zanîn Ocalan li ku ye. Piştî şeş saet û nîvan, balafira ku Rêber Apo tê de bû saet 3 û nîvê şevê gihişt Stenbolê. Piştî ku ji balafirê hat daxistin Ocalan birin Îmraliyê. Di 16’ê Sibatê de jî dewleta tirk aşkera kir ku Rêber Apo li Tirkiyeyê ye. Piştî vê daxuyaniya dewleta tirk qiyamet rabû. Metrepolên Tirkiyeyê di serî de, li her çar aliyên Kurdistanê û hemû kurdên li her dera dinyayê rabûn ser piyan. Rêber Apo girtina xwe wekî destpêka şerê sêyemîn ê cîhanê bi nav dike. Lewma jî bi girtina Rêber Apo re li Rojhilata Navîn aloziyan dest pê kir û hê jî dewam dike. Heta ku Rêber Apo girtî be wê komplo bi dawî nebe û alozî jî neqedin. Lê di vê pêvajoyê de îspat bû ku kes nikare rojê li kurdan tarî bike.

Nûçeyên Têkildar