Ji ber aloziyê, karesatên xwezayî û pirsgirêkên tenduristiyê aqûbeta bi mîlyonan zarokên Sûriyeyê hîna ne zelal e. Zêdetir li herêmên ku ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirî sûc û binpêkirin li dijî zarokan tên kirin.
Li gorî daxuyaniya Roja Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve derdora 13 hezar zarok hatine qetilkirin û birîndarkirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin, pêdiviya 6 mîlyon û 71 hezar zarokên Sûriyeyê bi xizmetên sereke hene û pêdiviya 3 mîlyon û 75 hezar zarok bi alîkariyên mirovî heye. UNICEF banga destekdayîna Rêveberiya Xweser kiribû da ku vegera zarokên biyanî yên li kampên Hol û Roj li welatên wan were hêsankirin, her wiha banga destekdayîna kampên Hol û Roj kiribû.
Ruxmî peyman û qanûnên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan, lê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê sûcan li dijî bi hezaran zarokên Sûriyeyê didomînin. Bi boneya Roja Zarokan a Cihanê em ê di vê raporê de balê bikişînin ser sûcên ku dewleta tirk û çeteyên wê li dijî zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine.
20’ê çileya 2023’yan zarokê bi navê Ehmed Ebdulxenî di êrîşa hewayî ya dewleta tirk a dagirker a li xaçreya gundê Maşûqê yê kantona Qamişloyê de şehîd bû.
24’ê nîsana 2023’yan, dewleta tirk a dagirker gundekî Til Temirê yê kantona Hesekê topbaran kir. Di encamê Meryem Xidir Iwês (10) û xwişka wê Îtîdal Iwês (9) şehîd bûn. Her wiha zarokên bi navên Ebdulezîz, Diyaa û Zehra Xidir Iwês birîndar bûn.
16’ê nîsana 2023’yan, zarokê bi navê Mûsa Mistefa Bekhenadî (16) dema ku li gundê xwe Bobanê yê rojavayê bajarê Kobanê di nava baxçeyên xwe de kar dikir, di encama gulebarana leşkerên tirk ên li ser sînor de birîndar bû.
Di êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî navçeya Rifetê yê kantona Şehbayê de zarokên bi navên Mihamîd El Omer (16) û Emîra Hisên Xelef şehîd bûn.
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê ve di sala 2018’an rojane sûcan li dijî zarokan dikin. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, ji destpêka dagirkirinê ve heta niha, 90 zarok hatin qetilkirin û 330 jî birîndar bûn û gelek zarok hatine revandin. Ji sûcên hatine kirin;
Zarokê bi navê Eslan Misto (14) ji aliyê çeteyên El Emşat ve hatiye revandin.
Mihemed Elî Idrîs (8) tevî dayika xwe, ji aliyê MÎT’ê ve hatine revandin.
Tevî dayika xwe, Mîra Idrîs Mûsa (2) û Meryem Idrîs. Idrîs Mûsa (8) ji aliyê MÎT’ê ve hatine revandin.
Di encama êrîşa dewleta tirk a dagirker de zarokên bi navên Esed Mihamîd El Omer û Emîra Hisên Xelef li Til Rifetê hatin qetilkirin.
Zaroka bi navê Zeyenb Emîn Elî li Efrînê dawî li jiyana xwe anî.
Înca Fozî Muslim (12) li Efrînê ji aliyê çeteyên “Polîsên leşkerî” ve hat revandin.
Nûr Şewket Hemo (14) li Efrînê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye revandin.
Zeyneb Elî Xelîl (7) ji aliyê çeteyên Feyleq El Şam ve hatiye revandin.
Elî Salih (5) ji aliyê MÎT’ê ve hatiye revandin.
Di gulana borî de, serçeteyên dewleta tirk li Efrînê êrîşên zayendî li zarokeke 10 salî û yeke 14 salî kirin.
Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê di encamên teqînên mayînên DAIŞ’ê de 3 zarok şehîd bû û 2 zarok jî hatin qetilkirin.
Leşkerên artêşa tirk û çeteyên wan ji bo serbestberdana revandiyan, fidiyê ji malbatên wan dixwazin.
Rêveberiya Xweser li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nîvîsgehên parastina zarokan ji şerê çekdarî vekirine û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo parastina zarokan û dûrxistina wan ji şeran plana kar bi Neteweyên Yekbûyî re îmze kir.
Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma got, ”Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hezaran zarokên sûriyeyî bûbû spartgeheke ewle, lê ji ber êrîşên dewleta tirk bi hezaran şêniyan ji warê xwe hatin koçberkirin û niha di kampan de zehmetiyan dikişînin. Li aliyekî din ambargoya li ser herêmê hatiye ferzkirin û girtina deriyên sînor jiyana bi hezaran zarokan dixe xetereyê.”
‘Faktorên tenduristî û derman’
Li gorî Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, ji ber ambargo û siyasetên bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê, geleke cûreyên dermanên zarokan qediyane. Ruxmî ku gelek navendên tenduristiyê hene û bi hezaran zarok li kampan hene, lê rêxistinên tenduristiyê alîkariyan pêşkeş nakin.
Faktorên derûnî û talûkeya mezin
Evîn Cûma diyar kir ku zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampaên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne û xeteriyeke mezin li ser tevahî cihanê çêdikin. Evîn got, tevî ku Rêveberiya Xweser navendên jinûve perwerdekirina zarokên DAIŞ’ê vekirine, lê ev zarok bi dayikên xwe re dijîn ku wan fêrî fikrên olî yên tundaw dikin.
Cûma anî ziman ku ji hêzên navneteweyî tê xwestin ku tavilê pirsgirêka zarokên DAIŞ’î çareser bike.
Her wiha artêşatirk a dagirker di êrîşên xwe yên li ser herêmên de, bi taybetî li Şehba, Til Temir û Zirganê navendên perwerdeyê û dibistan kirin hedef û zarok ji perwerdeyê bêpar hiştin. Li herêmên dagirkirî jî dibistan kirin baregehên leşkerî.
Faktorên xwezayî û talûkeya mezin Erdogan
D encama erdheja ku di sibatê de çêbûbû de, hejmarek zarok mirin û hejmarek birîndar bûn. Li taxa Şêxmeqûsd a Helebê ji ber hilweşîna avahiyan, di nav de 5 zarok, bi giştî 12 koçberên Efrînê jiyana xwe ji dest da. Ji zarokên ku jiyana xwe ji dest dan ev in; Yûsif Caro (sal û nîvek), Hemîde Caro (5) û Cemal Caro (7).
Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma diyar kir ku pêwîstiya herêmê bi aştiyê heye, divê dawî li sûcên dewleta tirk were anîn. Evîn Cûma got, siyaseta Erdogan xetereya herî mezin li ser zarokên herêmê ye.