Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Roja Reş

Civaka însanan, her tim wate dane bûyer û geşedanên ku di jiyana wê de diqewimin. Rojên xweş û geş wek pîroz û şahî dîtine. Rojên ku di jiyana wan de xerabî, nebaşî û bêbextî çêbûbe  jî, wek rojên reş dîtine û şîn girêdane.

15’ê Sibatê jî ji bo kurdan rojek reş, tarî û roja bêbextiyê ye. Ev roj di nav gelan de birîneke kûr vekir. Ji ber vê yekê, di her 15’ê Sibatê de lixwekirina cilên reş û pêşwazîkirina wek roja berxwedanê bûye wek kevneşopiyek. Her çiqas rojek reş û tarî be jî di heman demê de roja têkoşînê ye. Roja xwedîderketinê û xurtkirina hêviyan e. Roja xurtkirina bawerî û girêdayînê ye.

20 sal di ser komploya navneteweyî de derbas dibe û em dikevin sala 21’an. Komplo çima pêk hat? Armanca komplogeran çi bû? Kîjan hêz tev li bû? Çawa tev li bû? Li ser van mijaran gelek tişt hatin gotin. Dê hêj jî werin gotin. Ji ber ku gelek mijar zelal nebûne. A herî girîng ew e ku komplo bi ser ket an na?

Ji bo komplo vala were derxistin, di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê û gelê kurd û dostên kurdan, ev 20 sal in têkoşîneke mezin û bêhempa didin meşandin. Birêz Ocalan li Îmraliyê têkoşîneke îradî, nefsî, bîrdozî, felsefîk û siyasî meşand. Bi vê têkoşînêvrûyê pergala kapîtalîst û hemû sazî dezgehên wê deşîfre kirin. Hemû rûpoşên ku dabûne ber rûyê xwe, yek bi yek anîn xwarê û danî ber çavên mirovahiyê. Ev têkoşîna bîrdozî û felsefî li hemû parçeyên Kurdistanê û di roja me de jî li zindanan bû têkoşîn û berxwedanek mezin. Ev têkoşîn, ji hemû mirovahiyê re bû hêviya azadî û wekheviyê.

Tevgera Azadiyê û gelê kurd jî li hemberî vê bêbextiya dewlet û desthilatdaran, têkoşîneke mezin meşand. Fedekariyên mezin hatin kirin û bedelên giran hat dayîn. Ev têkoşîn, hêj di rojên destpêka komployê de, komlogeran şaş û faş kir. Wan poşman kir û hêviyên wan şikandin. Li her çar parçeyên Kurdistanê raperîn û serhildanên mezin çêbûn. Gel her tim li dora Îmraliyê bû xelekek berxwedanê. Tevgera Azadiyê jî parçe nebû û belav nebû. Biçûk nebû mezintir û xurttir bû. Di Rojhilata Navîn de bû hêzek sereke û hêvî afirandin. Bû hêzek wiha ku êdî komploger jî vê yekê qebûl kirin.

Di 20 saliya komployê de li ser Rêberê Gelê Kurd tecrîdek giran û dijmirovî heye. Rêberê Gelê Kurd li hemberî vê yekê di nav berxwedanek mezin û bêhempa de ye. Ev yek di hevdîtina dawîn de jî derket holê. Dîsa li ser derfet û destkeftiyên kurdan û demokrasîxwazan êrîşek mezin heye. Belkî ev êrîş ji aliyê netewe-dewleta tirk ve tê birêvebirin lê hemû hêzên komploger bi awayekî cuda cuda di nav vê êrîşê de ne. Netewe-dewlata tirk bi pergala cîhanê ve girêdayî ye, bêyî wan nikare van êrîşan bike. Ger komploger bixwazin di rojekê de dikarin netewe-dewleta tirk bisekînin. Çawa ku rahîp Brunson di şevekê de dan berdan, dikarin di şevekê de êrîşa li ser Îmraliyê û gelê kurd bidin sekinandin. Lê ev yek ne li gorî berjewendiyê wan e. Di sala 20’an de komplo bi rengên cuda cuda tê meşandin. Dixwazin carek din hêzên komploger bînin cem hev û Tevgera Azadiyê ya gelê kurd tengav bikin û teslîm bigirin. Biryara derheqê 3 pêşengên PKK’ê de vê yekê radixe ber çavan.

Li Îmraliyê ev 20 sal in berxwedan heye. Ev berxwedan dijminan, bêbext û komplogeran matmayî dihêle. Hemû hesabên wan ê bêehlaqî û dijmirovî vala derdixîne. Em sala 20’an bi berxwedanê derbas dikin. Bi pêşengiya berxwdêrên li zindanan û Leyla Guven re berxwedana grevên birçîbûnê di sala 20’an de vîn û biryardariyek xurt danî holê. Ev vîn û biryardarî, dê di sala 21’an de komplo, komplogeran û gardiyanên li devê deriyê wan têk bibe û bibe sala serkeftin û azadiyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar