Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Roja reş

Em derbasî salvegereke din a 15’ê Sibatê dibin. Wekî her salvegerekê, îsal jî gelê Kurdistanê û dostên wan xwe ji bo pêşwaziya ‘Roja Reş’ amade dikin. Lê ji aliyekî din ve aliyên ku Serok Apo wekî rehîne digirin û hevkarên wan jî di nava liv û tevgerê de ne. Ew jî her ji bo ku bigihîjin armancên xwe yên qirêj û bixwîn êrîş û qetlîamên xwe berdewam dikin.

Bi rûbirûbûna rastiyeke wiha jî em saleke din a ‘Roja Reş’ li pey xwe dihêlin. Di 21 salên dawî de gelê Kurdistanê bi komkujiyan kirine hedefa xwe.

Lê li hemberî van komkujiyan jî berxwedaneke bi qehremanî hebû. Tevî ku ew yek bi bedelên giran û xwîna bi hezaran şehîdan jî pêk hat lê berxwedaneke bêhempa jî hate kirin. Her wiha bi van rastiyan jî em derbasî sala 22’yemîn dibin.

Roja ku Serok Apo rehîn hate girtin ew yek bibû sedema êşeke mezin ji bo hemû gelê Kurdistanê û dostên wan. Lê gelê Kurdistanê ew êş veguherand hêrseke mezin û bersiva hêzên komploger dan. Bi hêrs û kîna ku vê bûyerê di dilê wan de kolabû daketin kolanan û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Gelê kurd li her çar parçeyên welat û li hemû deverên ku lê dijîn xwedî li Serokatiya xwe derketin, her wiha xwedîderketina kurdistaniyan û dostên wan a mezin ji bo Serok Apo hêzên komploger ên navnetewî xistin nava tirs û fikaran de û wiha jî ev 21 sal e di nava wan tirs û fikarên xwe de dijîn.

Hêzên komploger ên navdewletî û hevkarên wan jî her roj ew tirs û fikar di nava dilê wan de ma. Berxwedana dîrok a Serok Apo di bin şert û mercên rehînekirinê de û xwedîderketina gel a li Serokatiyê, hemû êrîşên li dijî tevgera demokrasî û  rizgariyê, provakasyon û lîstikên qirêj vala derxistin û bi her hemleyek nû ya berxwedanê ew êrîş pûç kirin û ew tirs her di dilê wan de ma.

Hêzên komploger û hevalbendên wan çi kirin hemû hewldanên wan vala derketin û ew tirs û fikarên xwe derbas nekirin. Berevajî wê yekê ew tirsa ku tê de dijîn ji bo wan veguherî wekî kabûsekî. Hemû êrîşên wan ên bi armanca qirkirinê di van 21 salan de tev vala derketin.

Berxwedana Rêber Apo bi pêkanîna hemleyên nû ya di Şoreşa Kurdistanê de wan hinek din jî nêzî têkçûyînê kir. Têkoşîna avakirina netewa demokratîk ku li bakurê Kurdistanê hat pêşxistin, bi pêkanîna Şoreşa Rojava re bû şênber.

Dîlgirtina 21 salan Rêber Apo neda rawestandin. Berovajî şert û mercên rewşa xwe ya dîlgirtinê veguherand qada têkoşînê. Di nav keleha dijmin de sekna xwe diyar kir û derbên giran xist. Ev yek jî hêzên komplogeran dîn kir.

Di van rojên ku em dikevin 22’yemîn salvegera dîlgirtina Rêber Apo de, hêzên komploger ên navneteweyî û hevkarên wan bi vê çavsoriya xwe êrîşên xwe didomînin. Tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo, êrîşên qirkirinên siyasî, çandî û fîzîkî ya li Bakur, tevgera dagirkeriyê yên li hemberî Rojava, qetlîmanên ku li Şengal û Başûr pêk tên, îfadeyeke şênber a vê rastiyê ne. Wisa difikirin ku bi hemû van êrîşan, tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo tê meşandin dê xeleka berxwedana ku li dor Rêber Apo hatiye afirandin bişikînin.

Bi salan e pêkanîna êrîşên xwe yên li parçeyên Kurdistanê û tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo didomînin. Heta her rojan van tiştan hîn girantir dikin. Lê bêyhûde ye, çi bikin jî bi tu awayî gihiştan armanca wan tuneye. Windakirina wan teqez e.

Gelê Kurdistanê bi rastiyeke wisa salvegera 22’yemîn dîlgirtina Rêberê xwe pêşwazî dikin. Lê gelek tiştên ku bê kirin hene. Komploger û hevkaran heta dawiyê karên xwe bikin û dê her tim ji bo xwe di nav hewldana afirandina firsendê de bin. Divê mirov bi tu awayê vê fersendê nede wan. Rêya vê tiştê li hemberî wan gav paşde neyê avêtin, her tim di nav têkoşîn û parastina eniyên ku bi rêya şoreşê hatine bidesxistin de bin, derbas dibe.

Rêber Apo li ber xwe dide. Tevgera Azadî û Demokrasiyê li ser rêya ronî ya Rêbertiya xwe de dimeşe û her roj hîn bilindkirina ala xwe ya têkoşînê didomîne. Li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat gel li ber xwe dide. Kurdistaniyên ku bi darê zorê ji welatên xwe hatine dûrxistin li kîjan deveran dibe bila bibe, xwedî li têkoşîna azadî û demokrasiyê ku li warên wan tê meşandin, derdikevin.

Hemû ev tiştan li dijî komlogerên navneteweyî û hevkarên wan rêya divê mirov di nav berxwedaneke çawa de be nîşanî me dide. Mirov encax dikare li ser vê rêyê 22’yemîn salvegera dîlgirtina Rêber Apo pêşwazî bike. Li derveyî vê yekê rêyek din tuneye. Bendewariya Rêber Apo û şehîdên me yên qehreman jî ev e.

21 sal berê dema Rêber Apo dîl hat girtin, berxwederên fedaî yên mezin rêya serkeftinê nîşan dabûn. Di navberê de 21 sal derbas bû. Rêheval û gelê Kurdistanê di her kêliyê de meşa rêya rast ku berxwedêrên fedaî vekiribûn, nîşan da. Salvegera 21’emîn a dîlgirtina Rêber Apo encax bi vî awayî dikare bê pêşwazîkirin.

Bi hişmendiya vê rastiya re dikevin salvegereke nû ya ‘Roja Reş’.

Nûçeyên Têkildar