Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Roja roja xwedî derketina li rûmeta xwe ye’

Endamê Komîteya Zindanan a PKK'ê Pîro Dersîm, di derheqê têkoşîna zîndanan û faşîzma tirk de axivî û got ku: “Di serî de li girtîgeha Îmraliyê û tevahî girtîgehên Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê tecrîd û zilmek pir giran heye. Divê her kes bi hestiyarî tev bigerin."

Endamê Komîteya Zindanan a PKK’ê Pîro Dersîm diyar kir ku divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê û hevgirtina bi mexdûrên erdhejê gel bikevin nava liv û tevgerê.

Endamê Komîteya Zindanan a PKK’ê Pîro Dêrsim ji ANF’ê re axivî.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê felaketeke mezin a erdhejê qewimî. Li gel vê yekê li Tirkiyeyê pêvajoyeke hilbijartinê dest pê kiriye. Di vê çarçoveyê de hûn pêvajoyê çawa dinirxînin?

Beriya her tiştî bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê me, em rojên Rojbûna Azadiyê li gelê me, hevrêyên li zindanan û hemû hevrêyan pîroz dikin, bi biryardariya ku 4’ê Nîsanê ya bê bi Rêbertî re pîroz bikin, Rêberê xwe bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin.

Pêvajoya ku em tê de ne pêvajoyeke gelekî girîng û dîrokî ye. Pêvajoyeke welê ye ku wê dehan salên bê yên li Tirkiye û Kurdistanê diyar bike, çarenûsê diyar bike. Ji sala 2015’an û vir ve 8 sal in bênavber li ser têkoşîna azadiyê û gelê me siyaseta qirkirinê û şer tê meşandin. Di vê pêvajoyê de ku tê xwestin, têkoşîna azadiyê bê tasfiyekirin û kurdên xwedî îradeya azad teslîm bê girtin, dewleta tirk a dagirker hêza xwe bi temamî seferber kir, hemû derfetan bi kar anî, bi piştgiriya NATO û şebekeya xiyanetê PDK’ê serî li her rê û rêbazê da û xwest bigihêje armanca xwe.  Lê belê kir nekir nekarî xwe ji hilweşînê rizgar bike. Ev pêvajoya ku bi polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêber Apo dest pê kir, bi berxwedana bêhempa ya Rêberê me û sekna fedaî ya hevrêyên me yên li zindanan û gerîlayên azadiyê, li her qadê bi têkoşîna bênavber a gelê me, faşîzm ji her alî ve têk bir.

Erdhejê jî bi şênberî raxist pêş çavan ku faşîzm di nava hilweşîneke çawa de ye. Her kesî dît ku li holê mekanîzmayek bi navê dewletê nemaye. Her çend hewl hate dayin ku siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan û şer bê nixumandin jî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku dizî, nelirêtî, talan gihandiye asta herî bilind û riziyaye, ji aliyê her beşên civakê ve hate dîtin. Li pêşberî têkoşîna azadiyê ya kurd bi rengekî cidî têk çû û êdî hêz û bandora xwe ya berê nemaye. Ji ber ku her kes niha hîn bi wêrekî li hemberî vê desthilatdariya faşîst diaxive, helwestê nîşan dide û hewl dide ku ji desthilatdariyê bixîne. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê razemeniya xwe hemû li ser biserxistina qirkirina kurdan kiribû. Eger di vê armanca xwe de bi ser ketibûya, niha mirovekî bi tenê jî nemabû ku li hember biaxive. Lê belê hêzeke ku têk çûye nikare bi bandor bibe û yê li hemberî xwe bitepisîne. Lewma eger desthilatdariya faşîst li ber têkçûnê be di vir de para Rêberê me û têkoşîna me diyarker e.

Ne tenê ji bo avakirina zemîneke bi vî rengî, di heman demê de ji bo têkbirin û jihevxistina vê hêza faşîst a bi rengekî fermî û bêbandorkirina wê ya li qada siyasetê, rola têkoşîna me diyarker e û dewam dike. Gelê me û rêxistiniya wê ya siyasî ku bi berdêlên giran gihandiye vê astê kir, di pêvajoya hilbijartinê de xwedî roleke diyarker e. Gelê me û hêzên demokratîk, sosyalîst ên Tirkiyeyê wê di vê pêvajoya dîrokî de bi rola xwe rabin û vê rêxistiniya faşîst a înkarê, mêtingerî, qirker, talan û paşverû têk bibin. Rojev, armanc û wezîfeya herî bingehîn û esasî ya gelê me, dostên me, hêzên sosyalîst demokratîk ev e. Lewma jî divê gelê me û dostên me ji xwe re bikin nêzîkatiya bingehîn ku ji bo vê armancê bi kedeke mezin hewl bidin, bi ruhê seferberiyê wezîfeyên demê bi cih bînin. Rêya demkî ya şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me, pêşîgirtina li polîtîkayên zilmê yên li ser bi deh hezaran hevrêyên me yên li zindanan tê ferzkirin, rizgarkirina gelê me ji zexta qirkirinê, tunekirina faşîzma AKP-MHP’ê li ser qada siyasetê ye. Dilsoziya bi hevrêyên me yên şehîd vê yekê ferz dike. Lewma misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me, dewamkirina piştevaniya bi gelê me yê li herêma erdhejê re, têkbirina polîtîkaya bê kurd hiştina vê qadê ew e ku faşîzma AKP-MHP’ê ji desthilatdariyê bê xistin û têkçûna wê ya leşkerî bi têkbirina siyasî bê tacîdar bike. Ev yek rojeva me ya bingehîn, wezîfeya me ya demê ye. Rojevên ji bilî vê yekê divê gelê me qebûl neke, li ser vê bingehê li dora rojeva xwe seferber bibe, berê xwe teqez bide serkeftinê û di pêvajoya dîrokî de bi rola xwe rabe. Roj ne ew roj e ku bi hesabên biçûk, bi pevçûna tu-ez, bi mijûlbûna vê yekê nêzîkatî bê nîşandan. Roj ew roj e ku em berê xwe bidin serkeftinê û azadiyê biafirîne.

Di vê demê de li zindanan zext zêde bûne. Hûn polîtîkayên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser zindanan çawa dinirxînin?

Beriya her tiştî dixwazim tespîta vê yekê bikim û destpê bikim. Faşîzma AKP-MHP’ê ne tenê li derve têk çû. Bi esasî di serî de li hemberî berxwedana bêhempa ya Rêber Apo ya li Îmraliyê têk çû û bi berxwedana fedaî ya hevrêyên me yên li girtîgehan ên li dijî polîtîkayên teslîmgirtinê têk çû. Lewma di nava 8 salên dawî de mîna li derve, li girtîgehê jî têkoşîneke bi lehengî hate meşandin, hevrêyên me bi fedaîtî li ber xwe dan. Mîna gerîlayên azadiyê ku li çeperên şer li dijî her cûre teknîk û çekên qedexekirî bi îradeyeke awarte şer dikin, hevrêyên me yên girtî jî bi dilsoziyeke mezin û îradeyeke xurt li hemberî êrîşên li derveyî mirovahiyê yên dijmin li ber xwe dan, rûmeta têkoşîna me û gelê me parastin. Li hemberî dijmin paşve gav neavêtin, polîtîkayên teslîmgirtin, bêhêvîhiştin û şikandina îradeyê têk birin. Berxwedana zindanan ku her tim hîmekî esasî yê têkoşîna me ye, di vê pêvajoyê de bi rola xwe rabû û ev sekn û berxwedana hevalên me têkoşîna li derve jî xurt kir. Nehişt ku bandoreke neyînî li têkoşîna Mazlûm, Kemal û Xeyriyan bê kirin. Ev kevneşopiya berxwedanê ku Esat Oktay ê nîşaneya şênber a faşîzma 12’ê Îlonê bû têk bir, îro jî desthilatdariya faşîst a Erdogan-Bahçelî têk dibe ku dewama Esat Oktay e. Lewma jî bi berxwedêriya li zindanan gelê me divê her tim serbilind be û vê berxwedanê dewam bike.

Zextên faşîzan û zilma heyî ya li zindanan tenê bi binpêkirina maf û hiqûqê nikare bê aşkerekirin. Ev yek mejiyeke. Nîşaneya faşîzmê ye ku kurdan, jinan, elewiyan, çepgiran, demokratan, kesên serî li ber wan natewîne dike dijmin û weke ku tiştekî divê bê tunekirin dibîne. Lewma divê ev mejî bê têkbirin û bêbandorkirin. Eger ev neyê kirin wê kiryarên heyî girantir bibin. Yanî bi gilî û gazinên li kiryarên li zindanan encam bi dest nakeve. Tenê bi bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bi bicihanîna wezîfeyên demê û mîna her qadên din bi têkbirina faşîzmê li zindanan pêşî li zilma li zindanan dikare bê girtin. Firsendeke bi vî rengî ya dîrokî li pêşiya me ye. Gelê me yê welatparêz, xizmên girtiyan divê bi vê berpirsyariyê û hişmendiyê nêzîkî pêvajoyê bibin. Eger bi ruhê seferberiyê nêzîk bibe, berê xwe bide serkeftinê û wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne, hingî wê ji bo azadiya Rêberê me, hevrêyê me û gelê me bingeheke xurt bê afirandin.

Polîtîkayên şênber ên ku niha li ser girtiyan tên meşandin çi ne û armanca vê çi ye?

Îro li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji bo şikandina vîna girtiyan û teslîmgirtina wan her cure rê û rêbaz tê kirin. Ders ji tecrubeyên dinyayê tê derxistin, hemû metodên teslîmgirtina girtiyên polîtîk tê ceribandin. Tecrîda mutleq a Îmraliyê li hemû zindanan tê belavkirin û tê xwestin ku têkiliya girtiyan a bi derve re were qutkirin, di bin bomberdûmana medyaya şerê taybet de hêvî û baweriya wan were şikandin.  A rast ew di nav têkçûn û hilweşandinê de ne, lê bi şerê psîkolojîk ê medyayê re, dixwazin ji xwe re serfiraziyên sixte ava bikin û bi vî awayî bandorê li girtiyan bikin. Ji bo girtiyan ji derve veqetînin, rêxistinbûna wan a navxweyî ji holê rakin û wan bi tenê bihêlin, modelên nû yên zindanan çêdikin. Êdî di alfabeyê de herf nemane. Tîpa F, Tîpa T, Girtîgehên Ewlekariya Bilind û Tîpa S ji bo vê armancê xistine dewrê.

Bi êrîş û îşkenceyan re dixwazin girtiyan tenê bihêlin, bi tecrîdê re wan ji têkoşîna derve veqetînin, bi şerê taybet ê psîkolojîk re baweriya wan qels bikin, hêviya wan a serkeftinê bişkînin û mirovên reben derxînin holê. Sirgûnkirin, lêgerîna tazî, serjimartina bi darê zorê, muayeneya bi kelepçe, înfaz, taloqkirina derxistina bi hincetên keyfî û ferzkirina poşmaniyê, her tişt wekî sûcê dîsîplînê tê hesibandin, avêtina hucreyan, îşkenceya li odeyên bi sînger, desteserkirina pirtûk û gotaran, her der bi kamerayan tê şopandin, sîxuran dişînin nav girtiyan û bi rêya MÎT’ê sîxurtiyê li ser girtiyan ferz dikin. Ev tişt pirsgirêkên sereke ne. Heyeta Çavdêriya Girtîgehê ya ku ji çeteyên faşîst ên AKP-MHP’ê hat avakirin, di hemû mijarên din de bûye tekane saziya rayedar. Hevalên mane ji însaf û wijdanê van çeteyên paşverû û nîjadperest û her cure raye dane van çeteyan. Di du salên dawîn de bi dehan hevalên me hatine qetilkirin, ev jî têkiliya wê bi avadaniya çeteyên faşîst heye. Dîsa di dema erdhejê de îşkenceyên ku li Hatayê li welatparêzên Efrînî hatin kirin di televîzyonan de hatin nîşandan. Çeteyên faşîst digotin ‘Kamera vekirîne, bila tu kes tiştekî neke’ û ev tişt jî diyar dike ku ev çeteyên faşîst çi dikin. Ji ber erdhejê dema ku hevalên me hatin sirgunkirin, di rê de û li zindanan îşkenceyên hovane li hevalên me hate kirin. Di heman demê de di girtîgeha tîpa S de bi sedan hevalên me di bin tecrîdeke mutleq de ne û îşkence li wan tê kirin. Li hemberî van pêkanînan dengê gel têra xwe bilind nabe, bêdengî jî dibe sedem ku faşîzm jî zêde bibe.

Li hemberî van êrîşan hevalên me bi vîn, bawerî û hişmendî berxwedaneke mezin nîşan dane û di bin her şert û mercî de bi parastina nirxên xwe yên têkoşînê helwesteke bi rûmet diyar kirine. Ev hevalên me bala wan bi tenê li ser Rêbertî, gel û serkeftina têkoşînê ye û amade ne her cure berdêlê bidin û tu carî têkoşîna xwe nedane sekinandin. Rewabûn, hêz û asta serkeftinê ya têkoşînê herî rast bi berxwedana zindanê dikare were pîvandin. Ji ber ku hevalên me di destê dijmin de ne, tu derfetê wan tune lê bi îrade û vînê li ber xwe didin, ji ber vê ev têkoşîn wê teqez bi ser bikeve. Hevalên me di dîroka berxwedana zindanan a 45 salan de ev rastî careke din îspat kirine. Di vî warî de hemû polîtîkayên dewleta tirk ên ji bo desteserkirinê li vîna bi pola ya hevalên me ketiye û ev polîtîka parçe bûye.

Herî dawî banga we ji bo zîndan, gel û saziyên demokratîk çiye, çi divê were kirin?

Destpêkê ez bang li hevrêyên li girtîgehan dikim. Divê di vê pêvajoya dîrokî de, teqez rolê xwe bilîzin. Li gorî derfetên xwe, bi awayek çalak tevlî pêvajoyê bibin. Divê neyê gotin ku xebata hilbijartinê karê yên ji derve ye. Erê di esasê de xebatek e ku li ser yên ji derve dimeşe, lê her hevalek me dikare malbat û derdora xwe bi rêxistin û motîve bike ku bi awayek çalak tevlî xebatan bibin. Li dijî polîtîkaya bê hêvî û bê baweriyê ku faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze bi şerê taybet pêş bixe, divê her hevrêyek me bi hêvî û bawerî be û vê yekê li derdora xwe jî belav bike.

Dîsa di serî de malbatên girtiyan, em bang li gelê me dikim ku ji bo têkbirina fazîma AKP-MHP’ê seferber bibin. Divê bendewarî tenê li partiyên siyasî û rêveber û xebatkarên van partiyan, neyê kirin. Divê armancên şênber danîn pêşiya xwe û bi awayek çalak tevlî pêvajoyê bibin. Ger bi sed hezaran welatiyên me bikevin nava tevgerê, tu kes nikare li hemberî wan raweste. Bi vê zanebûn û berpirsyariyê divê her mirovek li her qada ku lê ye, şeva xwe bike roj û bixebite. Roj roja hesabpirsîna zilm û komkujiyên faşîzma AKP-MHP’ê ye. Roj ew roj e ku em van çeteyên faşîst bişînin cihê ku ew heq dikin. Roja roja xwedî derketina li rûmeta xwe û li dijî kesên bêrûmetiyê ferz dikin, sekinîne. Divê her welatparêzek me li ser vê esasî helwest nîşan bide û pêdiviyên welatparêziyê pêk bîne. Divê her welaparêzek me bike armanc ku ji malbat, derdor, tax û dostên xwe 3-5-10 kesan ku berê deng dane partiyên cuda, îkna bike û dengên wan qezenc bike. Divê li ser vî esasî xebatek bi plan bimeşîne. Ger li ser vî esasî bi şênber û plan xebat were meşandin, li cihekî ku bi sed hezaran kes lê seferber bûne faşîzm lê namîne.

Ez ji bo parêzvanên mafên mirovan û hiqûqê jî dixwazim van tiştan diyar bikim. Ez dizanim ku li dijî vê zilma li girtîgehan, hewldanek wan a cidî heye. Ez dixwazim diyar bikim ku ew dizanin ku ev hewldana wan têrê nake û hewldanek hîn xurtir û rêxistintir dikare were kirin. Mînak li dijî tecrîda mûtlaq a bi Tîpa S raya giştî têra xwe nayê agahdarkirin û li dijî wê rabûn jî nîn e. Ji sedî 1’ê nerazîbûnên ku di paşerojê de li dijî Tîpên F dihat raberkirin, nayê raberkirin. Ev yek jî karê faşîzmê hêsanî dike. Lewma herî esas divê mirov li ser vê mijarê raweste. Dîsa xwedî derketina li welatiyên Efrînî ku beriya erdhejê li girtîgeha Hatayê dihatin ragirtin û rû bi rûyê her cure kiryarên dermirovî man, parastina mafên wan û teşhîrkirina hovîtiya ku li wan dihat kirin, rewşek girîng e. Bi heman rengî divê girtiyên ku ji ber erdhejê hatine sirgûnkirin û rastî îşkencê hatine, tenê neyên hiştin û divê di astek cidî de xwedî li wan bê derketin. Têkildarî vê mijarê ez dixwazim destnîşan bikim ku xebatên hatine kirin erênî ne, lê ne têrker in.

Li ser vî esasî em bi ruhê Newrozê faşîzmê hilweşînin, azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe mîsoger bikin, gelê xwe ji qirkirinê rizgar bikin û pêşerojek azad-demokratîk ava bikin. Em ji bo vê yekê sefer bibin û serkeftina mûtlaq esas bigirin. Em ji gel, dost û hevrêyên xwe hemûyan re serkeftinê dixwazin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar