Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Roja Rojnamegerên Kurd pîroz be

Navenda Nûçeyan |

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firat (DFG), Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKGP), Komîteya Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Komîsyona Propaganda û Weşanê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gel bi boneya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd daxuyanî dan û ev roj li hemû rojnamegerên kurd pîroz kirin.

Daxuyanî wiha ne:

DFG

“Rojnamegeriya kurdî cara yekem di 22’yê Nîsana 1898’an de li Qahîreyê bi rojnameya Kurdistanê, bi tîpên erebî derket ser dika dîrokê. Bi îfadeyeke din derketina rojnamegeriya kurdî, destpêka qonaxa hişyarbûn û têkoşîna nasnameya netewî ya gelê kurd e. Bi derketina rojnameyên Kurdî re bîr û bawerî, zanîn û çanda rewşenbîrî ya nûjen a li ser bingeha neteweyî destpê kir. Di pêvajoya 122 salan de rojnamegeriya kurd di her kêliyên jiyana xwe de rastî zext û pêkutiyên cur be cur hat û rojnamegerên kurd berdelên giran dan. Sedema vê ya herî bingehîn jî israsra ragihandina heqîqetê bû. Em 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz dikin û ji bo hemû dildarên rastî û heqîqatê serkeftinê dixwazin.”

MKGP

“Di serî de em Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz dikin. Rojnamegeriya kurdî navê ronahiya ku tarîye ronî dike ye. Bingeha rojnamegeriya kurdî 122 sal berê di bin zext û sirgûniyê de hate avêtin. Îro jî tevî zext û tundî, sirgûnî, girtin û binçavkirinan jî van xebatên ronîkirina heqîqetê didomîne. Rojnamegeriya Kurd ji bo televîzyon, rojname, kovar, ajans û weşanên cuda bûye bingehek berfireh. Çapemeniya kurd serkeftin û pêşketineke mezin bi dest xist. Yek ji van jî avakirina çapameniya xweser e. Rêya me dirêj e û pêşiya me ronî ye. Ji ber ku ev rê ji Mîqdat Mîthat Bedirxan heta Mûsa Anter, Gurbetellî Ersoz, Ayfer, Nûjiyan, Rohat û gelek hempîşeyên me yên ku navê wan di xetên nivîsê de hilnayê û nemir bûne hatiye ronîkirin. Em di vê rêya wan de, bi wêrekî, biryarî û baweriyek mezin dimeşin.”

KNK

“Ji roja 22 yê nîsana 1898’an heta niha karwanê çapemenî û rojnamegerîya kurdî mil bi milê  xebat û tekoşînê ji bo azadî û demokrasî û dadperwerîya civakiyê de domiyaye. Rojnameya Kurdistanê di qonaxekê da çavên xwe vekirin ku Kurdistan di bin desthilata paşverû ya osmaniyan de, ji alîyê siyasî û aborî û civakî ve nuqmê rojgareke tarî û zulmatê bibû. Ew rojname, wî demî çirîskeke ronahiyê da wê tarîstanê. Çawa ku doxa Kurdistanê taybete, selîqe û rewşa ragihandin û çapemeniya wê jî taybete. Rojnamegerên kurd neçarin ku li ser doxê navxweyî ya siyasî, aborî û civakî ya kurdan kar bikin. Em weke KNK’ê, di roja rojnamegerî û çapemeniya kurdî de silavên xwe yên germ bo rojnamegerên Kurdistanê yên li hemû beşan dişînin.”

KCD

“Em bi wesîleya 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd, hemû rojnamegerên ku ji pîvanên rojnamegeriyê tawîz nedane û li 4 parçeyên Kurdistanê dîl hatine girtin silav dikin û diyar dikin ku em her daîm ligel wan in. Banga me ji desthilatdaran re ew e ku di zûtirin dem de hemû rojnamegerên kurd ên di girtîgehan de berdin. Rojnamegeriya kurdî ya ku yek ji hîmên bingeha yekitiya neteweyî ye, di serdema teknolojî û ragihandinê de divê di çarçoveya exlaqê weşangerî û çapemeniyê de qada objektîf a bê mezinkirin û berfirehkirin e. Banga me ji gelê me ew e ku di her şert û mercî de li rojname û rojnamegerên xwe xwedî derkeve. Rojnamegeriya kurdî bêhndana Kurdistanê ye.”

HDP

“Dîroka çapemeniyê kurdî, dîroka xwedîderketina li zimanê dayikê, nasname û welat e. Her wiha dîroka rewşenbiriya kurdî û serencama berxwedaneke domdar e ku xwe li ber bayê her cure zext û zordestiyê wergirtiye û di rêya şopandina heqîqetê û ronahiyê de hêjayî pesn û payeyên qedirbilind e. Rojnameya Kurdistanê 122 sal berê li sirgûniyê dest bi çalakiyên xwe yên rewşenbîrî û rojnamageriyê kir, lê di ser re ewqas sal derbas bûn jî, çalakiyên rewşenbîrî û rojnamegeriya kurdî her tim rastî zilm, zor, qedexe û fişarên giran hat. Di tarîtiya salên 90’an de ji ber ku pabendên heqîqetê û dilsozên rastiya gelê xwe bûn, gelek rojnamevanên kurd hatin qetilkirin, revandin û di zindanan de hatin cezakirin, lê baweriya wan bi tu awayî nehate şikandin. Ev berxwedan, şanaziya rojnamegerên kurd, rûreşiya rejîmên faşîst e ku li rûpelên dîrokê hatiye nexşandin.”

YPG

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê jî bi daxuyaniyekê ji ewil hemû şehîdên çapemeniyê bi bîr anî û 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd li hemû rojnamegeran pîroz kir. Bi domdarî jî YPG’ê wiha got: “Em bûn şahidê dîrok û heqîqetê, em ê di nava rûpelên dîrokê de navê Xerîban û Rûhendan û Arînan binivîsînin. Kameraya wan wê hertim vekirî bimînin û ji heqîqetê re bibe şahid.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar