Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Roja Ziman

Her çiqas em kurd Roja Zimanê Kurdî di 15’ê Gulanê de pîroz bikin jî di qada navneteweyî de Roja Zimanê Zikmakî wek 21’ê Sibatê tê qebûl kirin.

Helbet herdu dîrok jî çiroka xwe hene û ji bo me kurdan her du roj jî gelek girîng in. Ji ber zimanê me di bin tehdîdek mezin de ye, divê mijara ziman herdem di rojeva me de be.

Li gorî UNESCO, ji 6 hezar û 500 zimanên ku îro li çar aliyê cîhanê tên axaftin nîvê ji wan di bin tehdîda windabûnê de ne û yek ji wan jî zimanê me kurdî ye.

Ji ber li erdnîgariya ku dewleta tirk û tirkperestî lê serdest bûye, hemû ziman û zarava hatine qedexekirin, ev welat ji gelan û zimanan re bûye goristan. Mînaka herî zindî Efrîn e. Wêneyên Efrînê ji me ra xeteriyê vedibêje. Navên kurdî guherandin tirkî, zimanê perwerdeyê guherandin erebî, tirkî.

Li hember siyaseta qirker a asîmîlekirin û tunekirina kurdan xwe heya îro parast. Lê êdî em dibînin ku ne tenê li Kurdistan û Tirkiyeyê li Ewropa jî ziman her diçe wenda dibe.

Her çi qas li Ewropa derfet zêdebin jî malbat di zanebûna parastina zimanê zikmakî de nînin. Ji ber vê yekê dibê mijara ziman herdem di rojeva me de be.

Piraniya kurdan di mal de kurdî qisedikin lê belê ji ber zarok di navbera 2-3 salî de diçin baxçeyê zarokan (kreşan) û hima hima roja xwe li wir derbas dikin. Ji ber van sedeman zimanê vî welatê dibe zimanê serdest.

Ev rewş li dibistanan jî wisa ye. Hemû rojê di dibistanan de zarok bi heval û mamosteyên xwe re bi zimanê perwerdehiyê çi be, bi wî zimanê derbas dikin.

Dema tên malê an saetek bi malbatên xwe re rûdinin an na, derbasî odeyên xwe dibin dersan dixebitin an jî bi hobyên xwe re mijûl dibin.

Ya rastî em nikarin zarokan sûçdar bikin û bêjin çima zimanê xwe hîn nabin. Ji ber sûcdarên wendabûna zimanan çêbûna netew dewlet û bêderfetîbûna perwedeya zimanê dayîkê ye.

Lê li aliyê din ev qas sazî û rêxistinên me hene lê belê di hêla ziman de jî mixabin bi hev re tevnagerin. Heger bi hev re yekser ji bo perwerdeya ziman tevbigeriyan wê demê li hemberê van polîtîkayên qirker û asîmîlasyonê me dikaribû li her derê bi derfetên xwe zimanê xwe biparasta.

Li gor nêrîna min her kes bi serê xwe hewl dide ji bo ziman tiştek bike. Lê ev hêz dema bû yek dikare deng vede.

Derfet niha pir zêde bûne. Heger hemû saziyên me bi hev re qursên ziman ên onlinê û rû bi rû çêbikin wê demê dikarin pêşiya gelek astengiyan bigirin.

Heger ji bo wan perwerdeyan hewcedarî bi budceyek hebe, dibê ji bo vê jî kampanyayek were destpêkirin an jî fon hene dibê ji bo wan serlêdan bên kirin.

Rêxistin, sazî, rewşenbîr, kurdhez divê bibin yek û kampanyayek ji bo demek dirêj bidin destpêkirin pêkû em bikaribin zimanê kurdî bikin zimanê giyanê rojane û biparêzin.

Dewleta tirk a qirker ji bo ku zimanê kurdî nebe zimanê perwerdeyê giyanê rê li pêşiya perwerdeya hilbijartî vekir. Dibê kurd bi tu awayî vê yekê qebûl nekin û ji bona zimanê kurdî bibe zimanê giyanê perwerda bi zimanê zikmakî ferz bike.

Divê kurd bi vê gav avêtina dewleta qirker nexapin. Di axa Kurdistanê de nabe ku kurd zimanê xwe bi dersên hilbijartî fêr bibin.

Lê kurdên sirgûn bûne an jî çûne derveyê welat dikarin bi rêya dersên hilbijartî hewl bidin zimanê dayikê fêr bibin.

Mînak ev çend salin li Almanyayê li gelek eyaletan zimanê kurdî di dibistanan de tên dayîn. Ji bo wan dersan 20 şagirt lazim in da ku ev kurs tije bibin û ders bên dayîn.

Dema kurs tije nebin zarok mecbûr dimînin ku 5-10 km dûr biçin dibistanek din, da ku tev li dersan bibin.

Wekî din bi milyonan kes hene, yên ku dixwazin ziman hîn bibin lê nikarin biçin kursan, ji bo wan dibê derfet bên çêkirin.

Bi vê wesileyê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li we pîroz be.

Nûçeyên Têkildar