Rojnameger Halîs Taşgîr ku li rojnameyên mîna Ozgur Bakiş, Yenî Gundem, Yedîncî Gundem û Yenîden Ozgur Gundem xebitîbû û demeke dirêji li Edenê tedawiya nexweşiya Parkînsonê didît, li Nexweşxaneya Dewletê ya Seyhanê jiyana xwe ji dest da.
Malbata Taşgir cenazeyê wî wergirt û li Goristana Kuçukobayê ya li navçeya Seyhanê veşart.