Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rojava ax û welatê hemû jinan e

Şînda Ekrem | 

Jinên têkoşer her sal di 8’ê Adarê de bi eşqa jiyana azad diqîrin. Jin bi qehremantiyên xwe li dijî xeta terorê û pergala tarîtiyê di nava berxwedaniyeke bêhempa de ne. Jinên kurd pêşengtî ji azadiya jinan a sedsala 21’emîn kir. Ji ber vê jî Rojava ax û welatê hemû jinên cîhanê ye.

Rêber Ocalan dibêje; “Gelekî jin lê ne azad be ne azad e, şoreşekî jinan azad neke ne şoreş e, rêxistineke jinan birêxistin neke ne rêxistin e . Cihê jinan ne tênê mal divê li her deverê be, divê li her deverê jin biaxivin. Eger têkoşîna azadiyê ya jinan nebûya, dê jin jiyana koledariyê  dewam bikira.”

Di 8’ê Adara sala 1857’an de jinan li New Yorkê grevek li darxistin. Bi greva xwe daxwaz dikirin ku saeta wan a kar dakeve 8 saetan û heqdestekî wekehev ji wan re were dayîn. Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin di encam vê bûyerê de mirin.

Ev têkoşîn bi hin mafên din ve berfireh bû wek, mafê bijartin û hilbijartinê ji bo jinan û her wiha li ser mafên wekheviyê di civatê de berdewam kir. Sala 1910’î di konferansa navnetewî ya jinên kedkarên cîhanê li Kopenhag de li ser pêşniyara Clara Zetkin ev roj wek Roja Jinên Cîhanê hatiye pîrozkirin. Di salên piştî vê de welatên endamê Neteweyên Yekbûyîn 8’ê Adarê weke Roja Jinan a Cîhanî pîroz kirin.

Lê heya roja îro di welatên herî pêşketî yên sermayedar de jî ku di bin desthilata mêran de ye, civatên xwedî çînan, mêran di malbatê û civatê de dike serdest. Cihê jinan midbex û xwedîkirina zarokan e. Ne tenê ev jî jin wek manken û fahîşe her bi kar anîne.

Beriya şoreşê li Sûriyeyê zêdetirîn 60 salan gel, karmend, şagirt û bi taybet jin roja 8’ê Adarê wek rojek ku her kes tenê îstirahet bike dihat pêşwazîkirin, bi taybet vî gelî li ser kanalên Sûriyeyê ji bilî gotinên serokê Sûriyeyê Haviz Alased tu tiştek din guhdar nedikir.

Welatiyê Sûriyeyê ku bi derdên rojane mijûl bû, di derheqê ‘şoreşê’ de xwedan paşdemayînek têr nîn bû û nediwêrî bawer bike ku 8’ê Adarê ew ‘darbeyek’ bû ji hêla Baasê ve.

Lê ger em werin behsa Roja Jinên Cîhanî li Kurdistanê bikin ev rewşeke cuda ye.  Li Kurdistanê yekem tevgera nûjen ya jinan bi pêşengiya PKK’ê bi navê TAJK’ê ango Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistanê di sala 1987’an de hat avakirin. Her wiha ev tevger di sala 1988’an de jî navê xwe weke Yekitiya Jinên Welatparêzên Kurdistanê (YJWK) guhert. Tevgera Azadîxwaz a Jinên Kurd, di sala 1995’an de jî bi navê Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) saz kir. Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) jî di sala 1998’an de weke Partiya Jinên Karkerên Kurdistan xwe kir partî. Di sala 2000’î de Tevgera Azadîxwaz ya Jinên Kurd bi kongreya xwe ya 3’emîn a Awarte li dar xist û ji nû ve xwe weke Partiya Jinên Azad (PAJ) bi nav kir. Partiya Jinên Azad, îro bi pêşengiya Kongreya Star bi hezaran jin li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya jinan têdikoşe.

Di serî de jî ramangerê neteweyî Abdullah Ocalan ê ku zêdetirî 23 sal in li Girava Îmraliyê di tecrîdekî giran de têdikoşe.

Bingeha têkoşîn û azadiya jinan li ser esasê fikrê Rêber Abdullah Ocalan ku daniye pêşiya jinan e. Ji ber vê yekê jinan soz daye ku asta têkoşîna xwe bilind bikin ku heta ev tecrîd rabe û garantiya azadiya wî pêk were.

Di salên şoreşa Rojava de bi rengekî aşkera diyar bû, ya ku di encama mudaxeleya piraniya welatên herêmî û cîhanî de ji bo xizmeta berjewendiyên xwe di berjewendiya gelên Rojava de bû sedema qeyraneke cîhanî, yekemîn qurbanî jin bû, ji aliyê komên tekfîrî û selefî ve, bi taybetî li deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rastî cûreyên tund û tengahiyê hatin. Krîza li Sûriyeyê bi destwerdana dagirkeriya Tirkiyeyê û piştgiriya wê ji komên terorîst re aloztir bû. Tevî van hemûyan jî, jin xwe radestî wan hovan nekirin, berovajî vê bûn çira berxwedanê.

Di sedsala 21’an de jinên êzidî ku wek kole û cariye hatin revandin û firotin. Lê bi pêşengtiya YPJ/YPG’ê de bi dawîanîna DAIŞ’ê re tola jinan û hemû jinên êzidî hat rakirin. Piştî Fermana 73’an ev serkeftin hişt ku hêviya azadiyê mezintir bibe ku care yekem Yekîneyên Jinên Şengal (YJŞ) û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ava bû.

Ev jî ji ber hevgirtina jinan a ji hemû pêkhateyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Bi serbilindî pêşengtî ji hemû jinên cîhanê re kirin. Di qadên leşkerî û siyasî de xwe bi rêxistin kirin. Di nav 10 salên şoreşê de jin ber xwe dan, vîna xwe bi eşqa şoreşgerî ji  bo jiyana azad dan diyarkirin. Bi ruhê Barîn, Avesta û Arîn Mîrkan, Sakîne, Hevrîn, Hind û Saeda di Şoreşa Rojava de ev yek heqîqeta jinan nîşan da.

Jinên têkoşer her sal di 8’ê Adarê de bi eşqa jiyana azad diqîrin. Jin bi qehremantiyên xwe li dijî xeta terorê û pergala tarîtiyê di nava berxwedaniyeke bêhempa de ne. Li ser axa Rojava jinan bang li hemû jinên cîhanê kir; Mizgîniya têkoşîna jinan a fikrî, civakî û şerê xweparastinê DAIŞ’ê ji serdestiyê xist. YPJ û YJŞ’ê pêşengiya azadiya jinan a sedsala 21’an kirin. Ji ber vê jî Rojava ax û welatê hemû jinên cîhanê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar