Di 17’ê cotmehê de di navbera DYA û dewleta tirk de lihevkirineke ji 13 xalan pêk tê û ‘agirbestek’ ji 120 seat pêk tê hate ragihandin. Aliyê herî balkêş yê vê peymanê ew e ku di demekê de pêk hat ku şer di navbera HSD û hêzên dewleta tirk a dagirker de berdewam dikir.
Lê wiha xuyaye ku dewleta dagirker li gorî vê peymana di navbera wan û DYA’yê de tevnegeriya û hêzê xwe yên dagirker ji xaka bakurê Sûriyeyê venekişand. Di nava van 120 seatên agirbestê de bi dehan car artêşa dagirker ew agirbest binpê kir û êrîşên xwe yên qirker li dijî hêzên HSD’ê û sivîlan berdewam kir. Her wiha qetilkirina sivîlan, êrîşên bi balafir, tank û topan, talankirina mal û milkê sivîlan li ser gund û bajarên Rojava bê navber berdewam kir.
Ji aliye din ve dewleta TC a qirker ku ji aliyê leşkerî ve li gorî ‘agirbestê’ ku di bin de mohra wê heye, tenegeriye, ji bikar anîna dema 120 saetê ku bi DYA’ê re li ser hevkiribû jî ji bo rewakirina dagirkeriya xwe, şikandina teşhîr û tecrîdê ku di nav qada navneteweyî de dijiyan, dûr nesekinî.
Di bin banê vê rastiyê de jî hinekî armanca dewleta dagirker û DYA’ê ji wê peymana ku hatiye îmzekirin derkete holê û gelek pirs bi xwe re anîn. Tiştekî xwezayî û normal e jî ku wiha bibe. Ji ber ku dewleta dagirker ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe ev êrîşên dagirkeriyê bi pêş xistin û tam di roja 9’ê Cotmehê de di salvegera komploya navnetewî de dest bi vê êrîşa li ser bakur rojavayê Sûriyeyê kir.
Dema dest bi vê êrîşê kir jî ji sazumankarê komploya navnetewî ango ji DYA’ê destûra êrîşê girtibû. Lihevkirina ku di 17’ê cotmehê de hate lidarxistin di nava van herdu dewletan de hate îmzekirin. Armanca êrîşê jî gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiya Gelê Kurd bû.
Lewre jî hem dîroka destpêkirina êrîşa li ser Rojava û bakurê Sûriyeyê ango 9’ê Cotmehê hem jî peymana lihevkirina agirbesta 120 seatan wekî berdewamiya komploya navnetewî bê şîrovekirin dê aqilan be.
Ji xwe rastiyên ku di navbera 9’ê cotmehê û 17’cotmehê de hatin jiyîn jî vê yekê piştrast dikin. Di nava van 120 seatan de D. Trump û R.T. Erdogan tam li gorî dilê hev tevgeriyan. Roja 22’yê cotmehê agirbesta 17’ê cotmehê ya di navbera dewleta dagirker û DYA’yê de bidawî bibû.
Di êvara heman rojê de piştî hevdîtina di navbera dewleta dagirker û Rûsyayê de ew agirbest 150 seatên din hate dirêjkirin û bû wekî berdewamiya agirbesta pêşiya xwe.
Niha êdî Rûsya cihê DYA’yê digire û li şûna wan 13 xalên lihevkirinek ku ji 10 xalan pêk tê di navbera Rûsya û dewleta dagirker û qirker de hatiye îmzakirin, dîsa ew yek jî rastiya mijarê naguhere. Lê ew lihevkirina berê tenê hinekî din dixemilîne. Ew lihevkirina agirbestê ya di navbera dewleta dagirker û Amerîkayê de ji alî Rûsyayê ve tê dirêjkirin û berdewamkirin.
Bi vê yekê di êrîşa qirkirinê ya 9’ê cotmeha 2019’an de yên bi armanca dagirkeriyê hêzên li pişta dewleta dagirker di vê dagirkeriyê de jî aşkera dike.
Dîsa bi rengekî aşkera û zelal divê were gotin ku êrîşa dagirkirina Rojava û bakurê Sûriyeyê ya dewleta dagirker bi erêkirin û lihevkirina bi Rûsya û DYA’yê re hate kirin.
Ev rastiya pêvajoya lihevkirina 17-22’yê cotmehê jî delîlelke aşker û zelal a vê rastiyê ye. DYA û Rûsya di pêvajoya şer a li Sûriyeyê de di nav xwe de lihevkirine. Bûyîna mohra dewleta TC û DYA’yê ya di bin agirbestê de û dîsa di bin dirêjkirina vê agirbestî de bûyîna mohra TC û Rûsyayê vê rastiyê piştrast dike. A rast bi awayekî din DYA û Rûsya yan jî D. Trump û V. Pûtîn, dewleta TC a qirker (bloka faşîst a R.T. Erdogan û D. Bahçelî) bi hevkarî bikar anîn. Dewleta TC ku xwe li ser bingeha qirkirin û tunekirina hebûna kurdan daye avakirin, tevî ku vê rastiyê dizanîbû jî xwe da bikarandîn. Wisa tê xuyakirin ku têkiliya bikaranîn û dayîna bikarandinê, piştre jî dê di navbera wan de bidome.
Rast famkirina vê heqîqetê, ji vir û şûnde li ser teşegirtina di vê mijarê de ku êrîşên heta niha bi destê dewleta TC a qirker a li ser Rojava û bakur û rojhilatê Sûriyeyê dihat kirin, xwedî girîngiyeke mezin e. Ji ber DYA û Rûsya ku tene hîn rewşan de rasterast mudaxale dikirin û heta niha bêtir li ser hêzên duyemîn û sêyemîn tev li şer dibûn, bi lihevkirina xwe yên bi dewleta TC re di şer de rasterast bûn alî. Bi vê rewşê re şerê ku li ser axa Rojava û bakur rojhilatê Sûriyeyê dihatin meşandin, derbasî qonaxeke din bû. Divê gelên Rojava û bakur rojhilatê Sûriyeyê, pêşengên wan ên şoreşger, demokratik û azadîxwaz, dostên wan, raya giştî ya demokratîk ên navneteweyî û aliyên hestiyar vê rastiyê bibinin û li gorî vê yekê tevbigerin.
Mirov dikare bêje ku bi vê pêvajoya ku ji 9’ê cotmehê dest pê kir û 17’ê cotmehê de hate meyandin û bi 22’yê cotmehê hate berdewamkirin tev bi lihevkirinekê di navbera wan hêzên de hatiye amadekirin. Bi vê yekê tê xuyakirin ku ev plan di çarçoveya komploya navnetewî hatiye bikaranîn û dide xuyakirin ku çawa dewleta dagirker a ji alî hêzên sermayedarên kurewî tê bikaranîn. Ew hêzên ku di destpêkê de bi komploya 9’ê cotmehê negihişt armanca xwe dê dîsa bi vê berdewamiya komployê jî negihêje armanca xwe. Dîsa yên ku dê biser bikevin gelê Kurdistanê, dostên wê û hêzên demokrasî û tevgera azadiyê be.