Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rojava çima şoreşa jinê ye? (5)

Kooperatîf bingeha xwe ji jiyana komînal û demokrat digirin. Rêxistinkirina her kooperatîfek ji bo aboriya civakê dibe pêngavekî nû. Jin di bingeha avakirina kooperatîfan de cih xwe girtin. Jin bi hêvî ne ku dê keda xwe û aboriya xwe ji destê desthiladariya mêrê bistînin

Ji cîhanê çend nimûneyên ji damezirandina kooperatîfan em dikarin wiha rêz bikin. Di 15’ê Tebaxa 1843’yan de, 28 karkerên ku di nava wan de jinek hebû li bajarokê Rochdale yê Englanda Brîtaniyayê, yekemîn kooperatîf ava kirin. Piştî ku pergala kooperatîfan bi ser ket û encamên berhemdar bi destxistin, ev pergal li Birîtaniyayê û cîhanê belav bû. Di bingeha avakirina pergala kooperatîfan de çalakvanê civakî Robert Owen cih digire. Di qeyrana aborî ya sala 1815’an de ku herî zêde bandora xwe li çîna kedkaran û cotkaran kir û bi xwe re pirsgirêk, lewaziyên aborî û jiyanî anî. Ev yek bû sedem ku gelek karker ji karên xwe werin derxistin, asta bêkariyê zêdetir bibe, jin û zarok bi pereyên kêm werin bi karanîn. Ev rewş li Robert bandor dike ku hewil dide bi rêya hizra avakirina kooperatîfan pirsgirêkên aborî çareser bike û pergaleke aborî ku dûrî desthildarî û kampîtalîzmê ye ava bike. Tevî ku tecrûbe bi bin dikeve jî, lê dibe bingeha avakirina yekemîn kooperatîfa li bajarokê Rochdaleyê.

Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê avakirina kooperatîfan

Li rojavayê Kurdistanê bi bilindbûna agirê şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’yan de û avakirina pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, li ser pêşniyar û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pergala kooperatîfan li van herêman dikeve meriyetê. Li hemû herêmên bakur-rojhilatê Sûriyeyê pergala kooperatîfan bi awayek çalak tê meşandin. Erka kooperatîfan ew ku hemû endamên civakê bigire nava xwe û kesên ku zehmetiya aborî dikişîne bi wan re bibe alîkar. Berhemên ku li kooperatîfan tên afirandin bi bûhayek erzan li sûk û firoşgehan têne firotin. Di derbarê pergal, pêşketin û rewşa kooperatîfan de Hevseroka Desteya Aborî ya Herêma Firatê Rojîn Muhemed Elî axivî.

‘Koperatîf ezeztiyê ji holê radike’

Rojîn Muhemed Elî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya avakirina kooperatîfan û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em dixwazin bi rêya kooperatîfan asta aboriyê xurt bikin. Di civaka xwezayî de jî aborî bi destê jin-dayik dihat pêşxistin. Kesa ku yekem aboriya civakê pêşxistî jin e. Piştî sîstema baviksalarî û şûnde aborî ji destê jinê hat derxistin. Dema ku aborî ket destê mêran rewş guherî. Di sîstema mêr-dewletê de cihê jinê di aboriyê de tuneye. Di dema rejîma Sûriyeyê de li van herêman jî wisa bû. Jin tenê kedkara bê heqdest a malê bû. Lê belê bi pêşketina şoreşê re rewş hat guhertin. Armanca me ji kooperatîfan ew e ku bi rengekî komînal kar bidin meşandin û li gor pêdiviyan berheman bikar bînin. Kooperatîf ezeztî ji holê radike.”

Bi kooperatîfan ruhê komînalbûnê pêş dikeve

Rojîn diyar kir ku bi rêya kooperatîfan aboriya civakê bêtir xurt dibe û wiha dom kir: “Dema ku civak bi yek armancê bi hev re kar didin meşandin, berhemên kooperatîfan jî zêdetir dibin. Ya herî baş di nava xebatên kooperatîfan de takekesî û ferdiyetî nîne. Hemû kesên ku cihê xwe di van xebatan de digire bi yek armanc û ruhî xebat didin meşandin. Armancên sereke yên kooperatîfan jî ew e ku kesên di nava civakê de rewşa wan a aborî nebaş e û nikare di hin xebatên cuda de cih bigirin bi wan re dibin alîkar û tev li xebatên kooperatîfan dikin. Me li herêmê gelek beşên kooperatîfan vekirine. Nimûne beşa çandinî, xwedîkirina lawiran, avakirina firoşgehan, lêkirina xaniyan, dirûnxane û hwd. Niha li herêma me 12 kooperatîfên çandiniyê hene û 8 kooperatîf niha bi awayeke çalak xebatên xwe didin meşandin. Kooperatîfên xweser ên jinan jî hene û hem jî kooperatîfên ku jin û mêr bi hev re kar dikin jî hene. Lê belê jin di hemû kooperatîfan de cihê xwe digirin. Pergala me ya kar herî zêde li ser komînalbûnê dimeşe. Kesên ku derfetên wan ên malçêkirinê tunebin beşdarî kooperatîfê dibin û bi alîkariya kooperatîfê xanî ji xwe re çêdikin.”

Jin di avakirina kooperatîfan de cih girtin

Her wiha Rojîn bal kişand ser berhemên kooperatîfan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kooperatîf tenê feydeyê nade kesên li derdora xwe, kooperatîf di heman demê de faydeya dide tevayî civakê. Berhemên ku bi dest dixe difroşe gel. Her wiha jinên ku ji ber zarokên xwe nikarin xebatên din bikin, li vir dikarin tev li xebatan bibin. Hemû beşên civakê dikarin tev li xebatên kooperatîfê bibin. Jin di bingeha avakirina kooperatîfan de cih xwe girtin. Ez bi hêvî me ku em ê keda xwe û aboriya xwe ji destê desthiladariya mêrê serwer derînin.” Çavkanî: JINNEWS / Binevş Sarya – Kobanê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar