Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rojava çima şoreşa jinê ye? (7)

Fermandar YPJ’ê Bêrîtan Medya diyar kir ku avabûna YPJ’ê bûye dengvedana hemû jinên cîhanê û da zanîn ku YPJ hevsengiya herêmî û cîhanê daye guhertin

Fermandara Yekîneyê Parastina Jin (YPJ) Bêrîtan Medya sedema avabûna YPJ’ê, merheleyên ku tê de derbas bûne her wiha pêşeng û fedayiyên vê hêz, têkoşîn û berxwedana li hember êrîşan dewleta tirk ên li ser Rojava nirxand.

Bêrîtan diyar kir ku civak di bin navê ol û kevneşopiyan de hêza jinan pûç kiriye û wiha got: “Civak ji ber hişmendiya xwe ya desthilatdar jin her biçûk kiriye, hêz û îradeya wê pûç kiriye û nehiştiye bi rengekî rast rola xwe ya esasî di civakê de bilîze. Her tim jinê dikin koleya xwe û hemû zanebûna jinê ayîdê xwe dikin, da ku jin serî hilnede û nebe xwedî îrade û xwedî li wan destkeftî û zanebûna xwe derkevin. Jina birêxistinkirî dikare bajarekî bi rê ve bibe û xwedî li tevahî jinan derkeve û wan ji pencên desthilatdariya mêr rizgar bike.”

‘Avabûna YPJ’ê bû dengvedana hemû jinên cîhanê’

Bêrîtan sedema avabûna hêzek jinê ya mîna YPJ’ê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û guhertinên di kesayeta jin û civakê de dane avakirin wiha anî ziman: “Guhertina hişmendiya civakê bi salek û du salan çênabe, lê têkoşîna min her berdewam bû. Berî ku YPJ were avakirin hevalên jin hember malbatên xwe têkoşîna guhertina hişmendiya wan dabûn destpêkirin heta ku tev li YPJ’ê dibûn û dibûn jineke leşker ji bo xwe, civak û tevahî jinên cîhanê têbikoşe. Şervanên jin di destpêkê de cihê xwe di Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê-Rojava (YXK)’ê de digirtin paşê pêwîstî hate dîtin ku hêzeke jin a serbixwe û li gorî xwesertiya xwe were avakirin. YPJ di 4’ê Nîsana 2014’an de hate avakirin, avakirina vê hêzê bi jinên pêşeng û fedaî li tevahî cîhanê deng veda. YPJ bû dengê hemû jinên cîhanê.”

‘YPJ hevsengiya herêmî û cîhanî da guhertin’

Di dewama axafina xwe de Bêrîtan ev tişt anî ziman: “Her di civakê de rakirina çek û bikaranîna wê, parastina axê û hemû alavên şer û leşkertiyê aîdê mêr hatiye dîtin. Lê YPJ’ê hemû hevsengiyên civakî yên herêmî û cîhanî berovajî hev kir û guhert, hebûn û hêza xwe ya leşkerî di tevahî cîhanê de bi berxwedan û têkoşîna xwe da qebûlkirin. Em nikarin bêjin bi temamî hatiye guhertin, lê têkoşîna me ya li hember hişmendiya ku azadiya jinê zincîr dike û hebûna wê tune dike, di astek herî bilind de dewam dike. Berî çend salan jî biqasî ku leşkertî mezin, hêza jinê jî biçûk dihat dîtin. Jineke ku nikaribe ji aliyê leşkerî ve xwe biparêze dê nikaribe xwedî li nirxên xwe yê din jî derkeve.”

‘Dixwazin berjewendiyên xwe pêk bînin’

Bêrîtan bal kişand ser berxwedanê û wiha domand: “Şoreşa ku me di 2012’yan de da destpêkirin heta niha jî dewam dike, hêzên mezin û hegemon Sûriyeyê kirin navenda şerê cîhanê yê sêyemîn. Li ser ax û jiyana gelên Sûriyeyê dixwazin berjewendiyên xwe pêk bînin û heta astekê jî pêk anîn. Şer li her deverên Sûriyeyê belav kirin, bi milyonan jin, zarok qetil kirin û revandin. Her wiha ew ji ser axa wan koç kirin. Hiştin gel bi hesreta vegera axa welatê xwe bijîn heta ku jiyana xwe ji dest dan. Li hember ewqas planên dagirkeriyê li dijî gelê me yê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dijîn ku hate meşandin hêzên me YPJ/YPG û HSD’ê berxwedaneke bêhempa û berdêlên giranbuha dan.”

‘Dijmin ji hêza jinên pêşeng û şoreşger ditirse’

Bêrîtan di dewamiya gotina xwe de diyar kir ku YPJ’ê di dilê dijmin de tirs û xofek herî mezin ava kir û wiha pêde çû: “Berxwedana hêza jinê li hember desthilatdariya mêr bi ser dikeve. Dijmin tekane ji hêza jinên pêşeng û şoreşger ditirse, mînak dema ku hevalek me ya jin dîl digirin wekî ku mûcîzeyek kirine didine diyarkirin. YPJ di dilê dijmin de tirs û xofek herî mezin da çêkirin. Li hember terora Cebhet El-Nusra, DAIŞ û dewleta tirk gelek jinên pêşeng ku ji bo azadiya civaka xwe û neteslîmkirina wan canê xwe feda kirine. Ji Roksan, Ronahî, Silava, Bêrîvan, Avesta Xabûr, Barîn Kobanê, Amara Kobanê, Çîçek Kobanê, Sara, Zeyneb, Ronahî û Zîna Kobanê bigire gelek jinê leheng li dijî sîstemên dagirker şer kirin. Her rêhevalek me yên şehîd, bi destaneke di rûpelên dîrokê de cih girtin.”

‘Jinên bêyî hêzeke parastinê, mehkûmî hemû rengên windahiyê ne’

Bêrîtan teqez kir ku jinên bê parastin mehkûmê hemû rengên windahiyê ne û ev tişt anî ziman: “Şengal hêza xwe ya parastinê û rêvebirinê ava nekir, tevî ku Rêber Abdullah Ocalan jî her digot pêwîst e Şengal hêza xwe ya parastinê ava bike, lê civaka êzidî ev yek pêk neanî û berî 5 salan li ber çavên hemû cîhanê çeteyên DAIŞ’ê û bi alîkariya hin hêzên navdewletî û herêmî êrîşî Şengalê kirin û bi sedan ji jinên êzidî qetil kirin, tecawiz kirin û revandin. Li gelek bazarên Mûsil, Reqqa, Dêra Zor û Şedadê jî dihatin firotin û niha dîsa jî çarenûsa bi sedan jinî jî ne diyar in. Jinên ku hêzên xwe yê parastinê ava nekin, mehkûmî hemû rengên windahiyê ne.”

‘Bi sedan jinên ereb xwedî li axa xwe derketin’

Di axaftina xwe de Bêrîtan bal kişand ser lêgerîna li rastiyê û azadiyê li gel jinên ereb û ev tişt diyar kir: “Mirov çiqasî bêje jî hindik e, ji ber ku civaka ereb bi temamî hêz û îradeya jinê pûç kiriye û nexwestiye bigihêje rastiyê û li azadiya xwe bigere. Her ew mehkûmî zewaca temenê biçûk kirine.Tevlîbûna jinên ereb a nav YPJ’ê berê kêm bû ji ber ku lêgerînên wan yê azadiyê jî pir kêm bû, lê bi têkoşîna me bi sedan tev li bûn û xwedî li ax û rûmeta xwe derketin. Şervanên ereb axa welatê xwe mîna bedena xwe dibînin û bi vê felsefe û ferasetê axa xwe diparêzin.”

‘Fermandar Rojda Felat operesyona Xezeba Firatê bi rê ve dibir’

Bêrîtan da zanîn ku jin ne tenê şervan e, fermandar, pêşeng, şer û tektîkên şer jî bi rê ve dibin û wiha dirêjî da gotina xwe: “Jinan di şoreşê de xwe di astek herî bilind de li pêş xist, ne tenê bû şervan bû pêşeng, fermandar û êdî operesyonên leşkerî jî bi rê ve dibin û pêşengtiya wê dikin. Di operesyona Xezeba Firatê de (Reqqayê) Fermandar Rojda Felat pêşengtiya wê kir û bi dehan jinên ku li ber xwe didan canê xwe feda kirin da ku jinên êzidî rizgar bikin û jiyaneke nû pêşkêşî wan bikin. Fermandar bi fikir û zanebûna xwe tektîkên şer ava dikirin û çawaniya rêveçûna wê jî bi rê ve dibir. Di bikaranîn, vekirin û girtina çekên giran û ferdî de jî pispor in. Ev bi xwe serkeftineke dîrokî ye.”

‘Îslamiyeta DAIŞ’ê hebûn û nasnameya jinan binpê dike’

Bêrîtan hovitî û hişmendiya DAIŞ’ê ku nasnameya jinan tune dike wiha rave kir: “Hişmendiya DAIŞ û îslamiyeta wê hebûn, nasname û îradeya jinan binpê dike, lê jinên ku bi fikrê jineke azad civakeke azad ava dike ketin nava tevgerê û têkoşîn kirin. Dema ku dijmin pêl axa me dike mîna ku pêl bedena me dike, ji ber wê û bi vê ferasetê rêhevala me Avesta Xabûr çalakiyeke fedayî pêk anî da ku çete pêl axa wê neke. Li hember dijwarbûna êrîş û dagirkeran dijwarbûna îrade û têkoşîna şervanên jin derdikeve pêş.”

‘Êdî rojên serkeftinê hatine’ 

Her wiha Bêrîtan peyamek ji jinên ciwan re şand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jiyana herî xweş û rehet ne li derveyî welat e li hundirê welat û di nava şoreşê de ye. Bi têkoşîna xwe ya li hember hişmendiya mêr meşandin û serkeftina wê ye jiyana xweş e. Heger em dixwazin azad bibin pêwîst e em di her kêliya jiyana xwe de têbikoşin. Êdî rojên serkeftinê hatine.” (Bi dawî)

Çavkanî: JINNEWS / Sorgul Şêxo – Hesekê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar