Rindêxan |
Li ser rûyê erdê, neteweyekê gelek bikok û qedîm hebû. Wekî vê neteweyê, erdnîgariya ku lê dijiyan jî qedîm û bi bereket bû. Malovanî ji her kesî re dikir, ji ber vê yekê bibû dergûşa mirovahiyê. Her civaka cuda, ya ku li ser wê erdnîgariyê û bi wê neteweyê re dijiya, gelek bextewar bû. Her tim li hemberî hevûdu, li hemberî cihêbûna xwe, xwedî hurmet bûn.
Lê piştî demeke dirêj, erdnîgariya vê neteweyê û civak rastî xezeba hin hêzan hatin. Ev hêzên tarîtiyê bûn, tarîtîyeke tîr mêtibûn, bibûn xerabî û ji şevê dinizilîn. Xubara xezebê bûn, xezebeke wisa bû ku erdnîgariya qedîm û bibereket êdî bibû erdnîgariya xwînê. Bi taybetî ew neteweya qedîm ku heta niha dûrî pirsgirêkan bû, rastî xezaba herî mezin hat. Destpêkê ew netewe rastî gelek qetlîamên hov hat, vê jî têr nekir, erdnîgariya wê ya bibereket ji aliyê hêzên xezebê ve di nav hêzên şirîkê tarîtiyê yên herêmî de hat dabeşkirin. Hêzên xezebê vê carê hovîtiyên xwe bi rêya hêzên xwe yên herêmî pêk dianîn.
Li her perçeyên erdnîgariya bi xêr û ber hovîtî dihat serwerkirin. Ew netew di her parçeyeke axa xwe de dûçarî hovîtîyê bûbû. Zimanê wê, çanda wê, erdnîgariya wê, dîroka wê, bi kurtasî hebûna wê dihat tunekirin û înkarkirin. Lê belê beramberî van hovîtiyan berxwedana vê neteweyê her tim geş bû. Ev neteweya qedîm ji bo parastina hebûn û erdnîgariya xwe li her perçeyê radiperî, serî radikir. Lê ev serhildana wan piştî demekê, ji ber nebûna tifaqeke giştî û yekpare û her wiha bi îxanetên navxweyî, bi qetlîmanên herî mezin ên ku heta niha li tu devera cîhanê nehatiye dîtin, dihat tepisandin.
Bi sedan salan vê neteweyê serî hilda û rastî qetlîman hat. Ji bo ku pêşengên wan careke din newêribin serî hildin, bi awayek hovane hatin qetilkirin. Piştî demekê, vê neteweyê ji bo parastina hebûna xwe, xwe li bêdengiyê danî, ket xewa mirinê, lê dîsa jî bi hêvî bû, bi hêviya ku dê rojekê bi pêşengiya kesekî wisa rabin ku hemû dinya bi şerê wan ê azadiyê bihese û bi lêv bike.
Bi salan ji bilî hin tevger û livên biçûk ev neteweya qedîm bêdeng ma. Heta wê rojê, yanî heta hatina pêşengê xwe yê mezin, heta hilhatina rojê.
Heta hatina pêşengê mezin hêzên tarîtiyê hemû xirabiyên xwe û ewrên bedkariyê li ser gelê qedîm û erdnîgariya qedîm dabû belavkirin. Hêzên tarîtiyê wekî ku hîs kiribin dê pêşengekî wisa bê û hemû planên wan ser û binê hev bike; ji bo ku di dema hatina pêşengê mezin de, ji hêza xwe tiştekî kêm nekin, çi ji destê wan dihat dikirin.
Sal û zeman derbas bûn, êdî hêzên tarîtiyê baweriya xwe pê anîbûn, dê neteweya qedîm careke din nikaribe serî rake. Lê ew roj hatibû, ew roja ku neteweya qedîm û erdnîgariya şên ji xewa mirinê rabe. Pêşengê mezin hatibû dinê. Pêşengê ku dê şerê hebûnê, cenga azadiyê bide destpêkirin û bibe xewnereşka hêzên tarîtiyê hatibû dinê.
Pêşengê mezin her roj, bêyî ku bizanibê be dê bibe pêşengê neteweya xwe, di nav pergala hêzên tarîtiyê de, di nav nakokiyan de mezin dibû. Tevî emrê xwe yê biçûk jî têdigihişt; netewa wî û erdnîgariya ku lê dijî, din bin zextên mezin de ye, hêj di biçûkaniya xwe de dest bi lêgerîna heqîqeta xwe kiribû. Pêşengê mezin bi van nakokiyan mezin bû, ji civaka ku lê mezin bû veqetiya û tev li pergalê bû. Wê demê lêgerîna bingehîn a pêşengê mezin dest pê kir. Gava gav bi gav dibîne, bê ka pergala tarî çawa hebûna xwe li ser tunekirina neteweya wî û neteweyên din ava kiriye û bi rastiya ‘erdnîgariya min hatiye dagirkirin’ dest bi rêwitiya xwe ya çetin a têkoşînê dike. Pêşengê mezin bi vê tespîta xwe ve û bi hevrêyên xwe yên dilsoz ku wekî wî difikirîn, ket ser rêya azadiyê. Her ku diçû nav û tevgera pêşengê mezin di nav neteweya wî û neteweyên din de belav dibû. Pêşengê mezin xwedî bîrdoziyeke wisa bû ku neteweya wî bêyî ku bikeve dudiliyê, bi awayê ji gumanê veşûştî, li dû wî û birdoziya wî diçû. Bi taybetî jinên neteweya wî herî zêde li dû diçû, ji ber ku pêşengê mezin bîrdoziya xwe û tevgera xwe li ser bingeha azadiya jinan dabû avakirin. Li gorî pêşengê mezin heta jinên neteweya wî û neteweyên din azad nebin, tu tevgerên azadiyê nagihêjin serkeftinê. Rêya serkeftinê bi rizgariya jinan pêkan bû. Bi taybetî vê hizrê, vê kûrahiyê, pêşengê mezin ji pêşengên beriya xwe û pêşengên din ên cîhanê cuda dikir. Heta wê gavê jî li cîhanê tu pêşengekî bingeha fikr û tevgera xwe li ser azadiya jinan nedabû avakirin.
Tevgera ku bi fikr û ramanên pêşengên mezin hatibû avakirin, her diçû mezin dibû, her mezin dibû li ber çavên hêzên tarîtiyê dibû xetere, tirs, saw û xofeke erjeng. Ji ber vê yekê hêzên tarîtiyê, ji bo tunekirina pêşengê mezin û birdoziya wî her tiştî kirin. Herî dawî hêzên tarî bi komployekê pêşengên mezin dîl girtin û radestî nobedarê xwe yên mezin ku bi xwîna mirovan afirîbû, kir. Hêzên tarîtiyê wisa difikirîn, ger pêşeng bê tunekirin dê li ser fikra azadiyê tiştek nemîne û neteweya qedîm bi temamî radestî wan bibe. Ji ber tecrûbeyên xwe yên berê zanibûn; berê jî her tim wisa li neteweya qedîm kiribûn, her tim pêşengên wan bi hovane qetil kiribûn û daxwaza azadiyê ya neteweya qedîm tepisandibûn. Lê vê carê şaş û metel man, ji ber ku ev pêşeng nedişibiya pêşengên beriya xwe, ev pêşeng, pêşengê hemû erdnîgariya xwe bû û bûbû zar û zimanê hemû neteweyan. Ev pêşengê mezin bûbû roj û bi tîrêjên fikrên xwe tarîtiyê mehkûmî ronahiyê kiribû. Dîlgirtin jî pêşengê mezin, tevgera wî û neteweya wî nedabû sekinandin. Ew li hundir, tevger û neteweya wî li derve li ser bîrdoziya wî şerê azadiyê didan meşandin. Bi demê re bîrdoziya pêşengê mezin bû raman û hêviya gerdûnî; ji ber ku bîrdozî ne tenê ji bo neteweya qedîm, ji bo hemû neteweyên bindest dibû çareserî. Hemû cîhanê behsa şerê azadiyê yê neteweya ku xwedî pêşengekî wiha bêhempa bû, dikir. Êdî şerê wan ê azadiyê li ser zar û zimanê hemû cîhanê bû. Êdî rewşeke wisa peyda bûbû ku ew hêzên tarîtiyê yên ku her tim neteweya qedîm ji nedîtinê ve dihatin, neçarî vedîtinê bûn. Êdî bêyî hesabkirina neteweya qedîm nikaribûn planên xwe bibin serî. Êdî di her planên wan de hesabkirina bîrdoziya pêşengê mezin û neteweya wî hebû.
Ji ber vê yekê vê neteweyê rojbûna pêşengê xwe her tim wekî rojbûna xwe didît û her salê, di bin banê hêviya azadiyê de, rojbûna pêşengê xwe wekî rojbûna neteweyî bi kêf û şahiyan pîroz dikirin.