Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Rojbûna Ocalan felsefeyeke nû afirand’

Bi boneya 70’emîn salvegera rojbûna Abdullah Ocalan, KJK, TEV-DEM, YPJ û Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Azadî Ji Ocalan Re daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat gotin ku rojbûna Ocalan 4’ê nîsanê ji bo gelê kurd û bi taybet jina kurd roja ji nûve zayîneke civakî, çandî, fikrî û jiyaneke azad e

Rêberê Gelê Kurde Abdullah Ocalan di 4’ê nîsana sala 1949’an de li gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê ji dayik bû. Bi boneya 70’emîn salvegera rojbûna Ocalan, Koordînasyona KJK’ê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Azadî Ji Ocalan Re daxuyaniyên cuda dan. Di daxuyaniyan de rojbûna Ocalan li hemû gelê kurd û gelên cîhanê hat pîrozkirin.

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de di serî de rojbûna Ocalan hat pîrozkirin û ev tişt hatin gotin: “Di dîroka gelan de tim guherînên mezin hene. Ev guherîne, bi rengê pêvajoyên bihurînekê yên dîrokî têne binavkirin û weke rêveçûna ber bi azadiyê ve û ji nû ve bûyinê têne dîtin. Bûyina Rêber Apo çêbûna bi milyonan e. Bûyina mirovahiya azad, jina azad û civaka azad e. Îro mîna bûyîna modernîteya demokratîk berbiçav bûye. Bi saya têkoşîneke mezin, veguherîna mezin a gelê Kurdistanê û gelê Rojhilata Navîn îro veguheriye meşa azadiyê. Bi berwedana li dijî faşîzmê re ketiye pêvajoya serkeftinê. Bi berxwedana bêhempa ya Rêber Apo, di serî de rizgariya Rojhilat Navîn, Kurdistanê û gelên cîhanê, bi paradîgmaya ‘neteweya demokratîk’ , bi têkoşîneke enternasyonalîst bersiva xwe dibîne.”

‘Azadiya Ocalan nêz e’

KJK’ê di berdewamê de jî ev tişt destnîşan kir: “Rêber Apo bi rasteqîniya gelê ku veguheriye ser Newrozê, bi bûyina dengê azadiyê, dadmendiyê, hişyariya dîrokî ya mezin ava kiriye. Bi coşa vê bûyînê em hemû jinan û mirovahiyê pîroz dikin. Rêber Apo, bi perspektîfa îdeolojîk, bi hişmendiya jiyana azad û bi rêbazên têkoşînê, tim ji têkoşîna azadiyê re bûye ronahî. Yek ji xebata herî bêhempa a Rêber Apo pêkanîna azadiya jinê û rista ku li jinê bar kiriye û ew bixwebawerî ye, ku daye jinê. Bi têkoşîna rêxistinî ya jinan û gelan em ê tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin, faşîzmê hilweşînin û bi Rêber Apo re bi azadî bijîn.Em dibêjin, rojên ku em bigihin Rêbertiya azadiyê nêz e. Em dibêjin roja bûyinê ya Rêbertiya Konfederalîzma Demokratîk, bûyina azadiyê ya jinan e.”

‘Rêber Apo nirxên dîrokî yên kurdan nûjen kir’

TEV-DEM’ê jî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku gelê kurd ê ku nirxên giranbûha xiste nava dîroka gelan, di vê rojbûnê de careke din çavê xwe li cîhanê vekir. Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha dom kir: “Di vê wateyê de rojbûna Rêber Apo nirxên dîrokî yên kurdan nûjen kir û careke din derxist ser dika dîrokê. Çawa ku li ser vê erdnîgariyê pêxember Îbrahîman li dijî Nemrûdan, Kawayan li dijî Dehaqan li ber xwe da û mirovên li azadiyên digerin avakirin, rojbûna Rêber Apo jî tê wateya ji nûve dayikbûna mirovahiyê. Rêber Apo li aliyekî nûnertiya mirovê azad, li aliyê din jî nûnertiya xeta jiyana demokratîk e.”

Rastiya gelê fedaî

Di berdewamê de jî TEV-DEM’ê destnîşan kir ku Ocalan îro di şert û mercên tecrîdekî herî giran de hemû demê jiyanê ji bo mirovahî û civakbûnê didomîne û ev tişt parve kirin: “Ev felsefeya têkoşîna ku di şertên herî giran de tê dayîn, bûye sedema ku îro kurd radibin serhildanê û ji bo azadiya xwe şer bikin. Îro gelê kurd bi jin, mêr, ciwan, kal û pîran bi giştî, artêşek fedayî avakirine. Di bingeha serkeftina ku li dijî DAIŞ’ê hatî bidestxistin de rastiya vî gelê fedayî heye. Li girtîgehan û li her aliyê cîhanê ev rastiya gel li ber xwe dide û tecrîdkirina Rêber Apo wek tecrîdkirina xwe dibîne. Ev gel diqîre û dibêje rêya tekane ya bidestxistina azadiyê rakirina tecrîdê ye û li dijî faşîzmê bi ciwan û jinên ku bûne fedayî serîhildide.”

Daxuyaniya YPJ’ê

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di daxuyaniya xwe de rojbûna Ocalan pîroz kir û ev tişt parve kirin: “Roja 4’ê nîsanê ji bo gelê kurd û bi taybet jina kurd roja ji nûve zayîneke civakî, çandî, fikrî û jiyaneke azad e. Zayîna Rêber Apo ji zayîneke fîzîkî wêdetir zayîneke, civakî ye. Rojbûna Rêber Ocalan di Rojhilata Navîn de ji bo gelan serdemeke nû, jiyaneke nû, felsefeyek nû, fikreke nûjen û heqîqeta mirovê azad afirand. Di roja îro de fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li ser bingehê paradîgmaya neteweya demokratîk ji bo gelên cîhanê bûye çavkaniya hêvî, bawerî û nîşaneya jiyaneke wekhev û azade.”

Fermandariyê diyar kir ku ew bandora fikrên Ocalan niha di avakirina şoreşa Rojava de dibînin û ev tişt diyar kirin: “Di rastiya şoreşa ku ev 7 sale di pêşengiya jinan de avabûye, hemû gelên cîhanê rastiya xwe têde dît û berê xwe dane vê şoreşa bê emsal. Bêguman ev jî bi ked û hewldanên mezin ên Rêber Apo pêk hat. Me jî weke jinên kurd, fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo xwe kir bingeha avakirina rêxistinbûn û artêşbûnê. Me bi nasnameya jina kurd dest bi têkoşînê kir. Vaye îro jî di encama bedel, fedekarî û tekoşînek dijwar de nasnameya YPJ’ê bûye nasnameya hemû jinên cîhanê. Me ev heqîqet bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo bi dest xist. Em dibêjin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji me çi bê xwestin, em ê bikin û xwedî li keda Rêber Apo derkevin.”

‘Jiyan mirovan neçar dihêle ku xwe gelek caran ji dayik bike’

Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Azadî Ji Ocalan Re jî bi heman boneyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de çalakiyên greva birçîbûnê hatin bibîrxistin û ev tişt hatin gotin: “Mirov ne tenê di dema ji dayikbûnê de ji dayik dibin. Jiyan mirovan neçar dihêle ku xwe gelek caran ji dayik bike. (Gabriel Garcia Marquez, Eşqa li Rojên Kolera). Mebesta gelek mirovan a ji rojbûnê roja jidayikbûna fîzîkî ye. Lê Abdullah Ocalan gelek caran qala sê rojbûnên xwe dike. Ya yekemîn rojbûna fîzîkî, ya duyemîn damezirandina PKK’ê û ya sêyemîn jî guhertina paradîgmayê bi navê ‘şaristaniya demokratîk’ e. Ev jinûve rojbûn di heman demê de jinûve rojbûna civaka kurd e.

Îro 4’ê nîsana 2019’an e. Rojbûna 70’î ya Ocalan tê pîrozkirin. Lê belê mirov nikarin qala pîrozbahiyekê bikin. Ocalan ku 20 sal in tecrîdkirî ye. Ji ber vê yekê, zêdeyî 7 hezar kes ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Ocalan li gorî bîst sal beriya niha hîn bêhtir bi fikrên xwe di nava civakê de ye. Bi hezaran şoreşgerên li Rojava di nav de hîn jî ji gelek mirovan re dibe çavkanî. Pirtûkên ku li girtîgehê nivîsan bi gelek zimanan hatin wergerandin û li gelemperiya cîhanê tên xwendin. Ji bilî pirtûkên wî ku li Ewropa û Rojhilata Navîn gelekî hatin belavkirin, metnên wî li Koreya Başûr, Arjantîn, Hindistan, DYA, Efrîqaya Başûr û Îranê li her devera dinyayê hatin weşandin.

Bi milyonan mirovî ji hewldan û nêrînên Abdullah Ocalan sûd wergirtin û bi vî rengî têdikoşin. Lewma em her kesên ku Ocalan ji xwe re weke çavkanî dibînin pîroz dikin. Em bang li her kesî dikin ku tevli berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar