Li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girav Îmraliyê di tecrîdê de ye, hat pîrozkirin. Ocalan di 4’ê Nîsanê de, dikeve 72 saliya xwe. Welatiyên navçeyê ji bo rojbûna Ocalan paste birîn û dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. Dûre stran hatin gotin û govend hat gerandin. Welatiyan bi boneya pîrozbahiya rojbûna Ocalan hêviyên azadiyê kirin. STENBOL